(28) (12) (4) |
|
1. bÊ guman bakurÊ kurdÎstanÊ bin. Ê pir zorÎ bibÎnin. |
|
10.03.2014 11:37 |
hun çawane heval:)))))))
![]() |
2. ez im. |
|
10.03.2014 15:12 |
brusk56
![]() |
3. Dê di vê mijarê de 'dê' gelekî giring in; divê ew bi zarokên xwe re bi kurdî biaxifin. Ji wan re çîrokên bi kurdî bibêjin û bi kurdî bilorînin. Çîrok ji bo xeyalên zarokan cihêkî mezin digirin ji ber vê yekê divê jinên ciwan xwe ferî çîrokên me bikin. Ku bav bi zarokan re runiştin divê ji wan re qala dîrokê û mezinên Kurdan bikin; qala lenegiya wan bikin da hino hino tiştin di serê zarokan de şîn bibin û ji wan ne bêxeber bin. |
|
10.03.2014 17:37 |
gêjê
![]() |
4. yên ku divê bi sêrî de jinên xwe hînî kurdî bikin in. ji ber ku, mixabin, keçên me di nav xwe de bi kurdî kêm diaxifin. |
|
10.03.2014 17:44 |
nazim tolhildan
![]() |
5. rast e ne hêsan e lê mimkûn e, pêkan e. |
|
23.08.2014 13:45 |
kurê xelkê
|
6. divê ji bin daw û delingê dêya xwe ya kurdîaxêv dernekeve.. ji xeynî daw û delingê dê ji derve her der, tijî xefk û dehfikên asîmîlasyonê ne, berê deverinên bakurê kurdistanê zêde di bin tesîra vê asîmîlasyonê de nediman wek hekarî û cizîr û çend navçeyên mêrdînê lê niha ew der jî zêde ne bi ewle ne.. destê qirêj ê asîmîlasyonê gihiştiye heta wan deran jî.. |
|
23.08.2014 14:36 |
endazer
![]() |
7. şikirdarên pepûle tvyê ne. problema herî mezin tunebûna tvyek kurdî ya ji bo zarokan bû û niha hatiye çareserkirin. helbet dîsa jî zehmet e lê qet nebe hêsantir e. bi taybetî ger li taxa we kurd gelek hindik bin û zimanê zarokên kuçeyê tirkî be, zehmettir e jî. îşelleh heta keça min mezin bibe em ê li kurdistanê bin. |
|
24.08.2014 22:39 |
simurg56
![]() |
8. gava ez bizewicim û zarokên min biwelidin, heta sê saliya wan re ez destûr bidim ku bi girin û bi qijîn dikarin ji diya xwe nan bixwazin lê, ger piştî sê salî ji diya xwe re bi kurdî, ''dayê ez birçî me, nan bide min.'' nebêjin, bi sê telaq ez zarokên xwe birçî bihêlim! |
|
20.03.2015 16:36 |
remlavêj
![]() |
9. daxwaza her welatperwera ye. welatperwerê heqîqî ema. ne ewanê qaşowelatperwer. ne ewanê ma'neya welatperweriyê pûç dike dixe bin erdê. hêrs bûm ûlen! |
|
20.03.2015 17:47 |
şexgarê delam
![]() |
10. Yek ji van ez im. Ev mijar ji bo min mîna nimêjê girîng û farz e. Di van salên dawî de dema ku dibînim ku zarokên kurda kurdî neaxivin ez dîn dibim, gêj dibim, digirim, diqehirim. Loma min soz Daye ger rojek bizewicim wê îllah jina min yekî kurdîzan be. |
|
27.04.2016 19:00 |
azad30
![]() |
11. Mijareke zehv girîng e. Çaxa niha dinhêrî, destê zara sê salî da jî telefon heye. Jiyana me û teknolojî tevêhev buye û wisa diçe. |
|
27.04.2016 20:10 |
bûtîmar
![]() |
12. Welhasil çi be bila bibe, ew kesên ku dixazin zarokê xwe bi kurdî mezin bikin ji wana yek jî ez im. Hema lê gere pêşîyê keçeke kurd e gorî xwe bibînim * |
|
27.04.2016 20:17 |
bûtîmar
![]() |
13. ew kes in ku divê guh nedin gotinên xelkê yên neyînî. |
|
27.04.2016 20:20 |
simurg56
![]() |
14. heger kurdiya we nebaş e, ev dibe tiştekî xeyal. ji kekê xwe dizanim. êşekê gelek mezin e. ha bi xwe ez naxwazim zarokan bînim vê dinyayê ya qirêj, bira heterokurdan bifikirin. * |
|
31.01.2017 23:52 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
15. Bê dewlet êdî ew xeyal e. |
|
01.02.2017 19:23 |
elaziz izzetpasa camii
![]() |
16. li gorî pîvanên hevoksaziya kurmancî, sernav xelet hatiye vekirin. |
|
02.02.2017 11:14 |
ferhenga şikestî
![]() |
17. xwestekeka ku problema ewil nîşanî me dike. jixwe ya normal ew e ku zaroka te kurdî bizane, nizanibe ev qebhet e, ev problema herî mezin e. tu kurd î û tu dixwazî zarokên te bi kurdî mezin bikî. * xwedê xira bike mala felekê. |
|
02.02.2017 13:23 |
xendekî
![]() |
18. kesên ku haja min ji hebûna wan tune ye. ku kurdên wisa hene xêra xwe min jî bidin naskirin ez jî hawidora xwe ya bi tirkmancan ve hatiye dorpêçkirin biguherînim û ji xwe re hevalên biqalîte çê bikim.* |
|
28.08.2019 09:45 ~09:45 |
xelîl
![]() |
19. Arezû ya ku di dilê merivde xwesteka hicreta rojava an başurê kurdistanê diafirîne, lewra li bakur ev pir zehmete mixabin rîska herî mezin ewe ku ev armanca me ya pîroz dikare ziyanê bigihîne zarok jî wek nimune |
|
28.08.2019 14:08 |
şikber
![]() |
![]() |
pirtûkên ku nivîskarên tirşikê vêga dixwînin [1] |
![]() |
cejna vejînê [1] |
![]() |
kolaya zer [1] |
![]() |
roja mamosteyan [1] |
![]() |
gulêê [1] |