Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
reşo - tirşik
reşo
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. stranbêjekî xwedî stîlekê ye. Her ku tê bîra min û ez wî guhdar dikim kêfa min tê ku Kurd xwedî stranbêjekî werê ne.



Ez cara yekem di med tv lê rast hatim. li wir tembûra xwe danîbû erdê û lêdixist. Ez matmayî mabûm û min bi heyranî lê temaşe kiribû.



Guhdar bikin: reşo - serê malan darek lê





10.03.2014 04:08 | berxweda

2. di mûzîka kurdî de ekol û fenomenek e..

tiştekî nÛ Û nestêleh e.. bi tirkî ji bo kesên wiha dibêjin nevi şahsına münhasır, yanî naşibe tu kesî, taybetmendiên li cem wî li cem kesekî dî peyda nabin, tişteke xweser û serbixwe ye.. ji xeynî besteyên xwe bi xwe carinan stranên gelêrî yên bi kurdî jî bi terz û stîla xwe ji nû ve distire..

mirov dikare bêje ku mohsen namjoo reşoyê kurd e..



10.03.2014 13:23 | endazer

3. navê se yê apê min bû. bi rastî ew jî nevi şahsına münhasır bû. lê mixabin, çû ber rehma xwedê.

pêş de ji bo peyama xwe bibêjim: (bnr: tir li ku das li ku)



10.03.2014 14:08 | nazim tolhildan

4. xwedî ye vê strana ecêb:





08.11.2014 10:55 | xwelî li ser

5. dema ez biçûk bûm, yek ji stranbêjên min yên favorî bû. niha ji wî û stîla wî dikim.

berê me ji xwe re digot êzidî ye lê nizanim rast e an na.

yek ji stranên wî yên xweşik jî; (bnr: serê malan darek lê)



08.11.2014 11:03 | simurg56

6. kurdekî ji qoçgîrîya sêwasê ye. dibêm qey elewî ye. her ku mirov lê rast tê di nav stranên wî de bêhna xwe vedide û heta carek din xatir jê dixwaze.

hema bêje hemû stranên wî hêjayî guhdarîkirinê ne. sedem dibe stîla wî an jî dibe hûnandina wî be.



ji ber sêwasê ye, meriv hîn bêhtir qedr didê. sedem jî ew e ku sêwas êdî wek bajarekî kurdan xuya nabe..



14.08.2015 02:30 | berxweda

7. Strana xezalê helî helîyê dibêje. Yanî heke ku we ji stranê hez kiribin û naxwazin ji devhespo guhdar bikin, zûzûka strana reşo daxin û guhdar bikin.

Ji xêndî wê ez jî bêjim stîla wî cuda ye.

(bnr: xanima osmanliya)

(bnr: keçê dînê)



14.08.2015 10:38 | mergehez

8. hunermendê carna dengê ecêb derdixe dibe newe newa wî tarza muzika wî cudaye nakebe ti cûreyên (rock, pop, caz,...) muzikê dema min nû wî gohdarî dikir ez jî ji xwe derbas dibûm tu dibê qey reşo ezim min jê behtir xwe dîn û har dikir. strana lo dilo... gelekî xweş gotiye. stranbêje hêjaye ku meriv lê gohdarî bike.



14.08.2015 22:31 | shorbevan

9. Em dikarin bêjin mohsen namjoo ya kurda ye?? Lê ez dikarim bêjim. *



07.10.2016 20:53 | xwelî li ser

10. Albûmek wî heye bawerke ew jî zarathustra ye.



12.03.2019 12:54 | xwelî li ser

11. Bi rastî jî stranbêjekî hêja ye. Bi têra xwe resen û xweser e. karên wî karên Hunerî ye û ez pê bawerim berhemên wî dê mayînde bin.

Cara pêşî guhdarî kirina Strana wî ya bi navê jazzê reşo ez mat hiştim. Beheca'm jê nehat. (bnr: te go çi?) Ew nîşaneka erênî bû. Gava ku Kesê heweskara tiştekê be lê ew kes ne merivê vê tiştê be, Tahmeke Tirş ji vê tiştê tê. kêmasî û xavîya wê karê xuya dibe. Lê belê reşo ji heqê wê karê derketîye.

Ew albûma reşoyî (bnr: zarathustra) (volume 1) zahf xweş e. Mirov pê serbilind dibe. 100 pûan jê ra.

Û divê mirov muzîkên jazz û bluesê ji hev bike. strana bi navê jazzê ya di albûmê da ne jazz e, blues e.



08.07.2019 19:34 ~2019.07.12 23:24 | mirovekirind

12. Reşo 1959an de li gundeke koçgirîyê (sêwas) hatiye ser dinyayê. hunermendeke mezin bû, zana, fîlozof û stranbêjeke heq bû.
elewî û xwe nêzîkê ola zerdûştîyê dibîne, felsefeya hemû stranên wî de ola kurdan ya herî kevn zerdûştî heye, jixwe ew jî dibêje di muzîka min de beyîtên pêxember zerdûşt hene û muzîkeke sofîstîke ye.
pêxember zerdûşt jî dema ji çîyayên ebrûyê tê jêrê û peyamên xwe bi tembûr û beyîtan digihîne gel, reşo jî li ser vê rêya dimeşe. navên albûmên wî jî jixwe zerdûşt 1, zerdûşt 2, 3, 4 e.
reşo piştî darbeya salên 80yî dikeve girtigehê de û îşkenceyeke pirr xirab dibîne. jixwe ew jî dema behsa 1980-90î dike dibêje "ev deh salên min winda ne."
her wiha reşo ji ber ku ji sêwasê bû gelek gotinê stranan ji bo hevalê xwe (bnr: hasret gültekin) nivîsandine.
sala 1994an de çar albûmên bi navê zerdûşt 1-2-3-4 derdixîne.
sala 1999-2000an de li ser (bnr: roj tv) yê derdikeve ser sehnê, êdî ji wan çaxan û pê ve reşo zêdetir tê nasîn. êdî li ewropayê konser û festîvalan de derkive ser sehneyan.

îca piştî pêvajoya aşitîyê û qenala (bnr: trt 6)ê çawa çêdibe nizanim, ew dewleta ku bi 10 salan îşkence li reşo kirî, bûyî sedem ku ew ji welatê xwe derkeve 2011an de li ser trt 6ê angu trt kurdîyê bernameyeke bi navê (bnr: r-show) yanî reşo şov çêdike û bi salan dewam dike. piştî vê gavê ji xwe çi çavên gelek hezkiriyên xwe de çi qedr û qîmeta wî namîne. nasnameya bi salan avakirî bi destê xwe pûç dike.
bi rastî ez nizanim bi çi hişî reşo ev teklîfa trt6ê qebûl kir û dest pê wê bernameyê kir. çimku reşo dibêje: "min 15 salîya xwe de bi profesyonelî dest pê şoreşgerîyê kir."
bifikirin ji ciwanîya xwe dest pê şoreşgerîyê dike, temenê xwe yê cardin 15 salî di navbera 1974-1980ê li ser sehneyan stranên şoreşgerî dibêje, jixwe paşê wekî min li jorê gotî ji ber derbeya leşkerî dikeve girtîgehê de, deh salan bi îşkenceyê derbas dike.
35 salîya xwe de albûmên xwe derdixe, di nav gelek kesan de tê hezkirin lê mixabin 2011an de 52ê salîya xwe de derkive ser qenala dewletê. dikim nakim nakeve serê min de.

piştî vê bûyerê jixwe reşo êdî dikeve nakokîyekê de û ez bawer im ev nakokî rihê wî piştî demekê diêşîne û ew jî destê xwe ji muzîkê û kar û baran dikeşê û li elmanyayê jiyana xwe dijî.

min gelek jê hez dikir, kesên dibêjin reşo mohsen namjooyê kurdan e şaş in, ji ber ku reşo pişta xwe dispêrî pêxember zerdûşt, bi miqam û felsefeya wî li tembûrê dide û xwe dîn dike, diqîre, beytên zerdûşt digihîne guhdaran.

xwezî beşdarî qenala trt6ê nebûya û ew îmaj û nasnameya reşo her wisa di bîra min de bimaya, lê cardin ez ji ber ku gelek ji deng û felsefeya wî ya zerdûştî hez dikim nikarim dev ji guhdarîkirina wî berdim. xwezî rojekê sedama vê yekê eşkere bike, ka çima beşdar bû.

çend stranên wî yên ku jê hez dikim:

1- Reşo - Gelo ew kî ye?
2- Reşo - jazz
3- reşo - zerdûşt / prîm zerdûşt
4- reşo - hûrmûz
5- reşo - mistê
6- reşo - xanima osmanîya
7- reşo - lo dilo
8- reşo - aşk olmazsa
9- reşo - te ez kalkirim
10- reşo - serê malan darek lê
11- reşo - mamosta



28.01.2020 22:21 ~22:22 | lehî baranyan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» reşo

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî