Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 71 peyam
amedî - tirşik
amedî
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. nivîskareke new-age û post modern ê tirşikê ye..

bi qasê ji navê wî û ji zanyariyên di beşa derbarê xwe de nivîsandiye ji bismîla amedê ye û xwendekarek e..

xwediyê manîfestoya pûngê ye..

bi xêr hatiye, hêvî dikim di tirşikê de daimî be..



10.03.2014 00:21 | endazer

2. navê xwe ji endamtîya paytexta Kurdîstanê distîne mirovên amedî xwe bi felsefa hevoka Kurdî fêm dikim lê nikarim bi axivim danînê zanîn * mirovên amedî Nîşana berxwedanêne û li dijî dagirkeran zêde berxwe dane. Her bijî amed û amedî *



19.04.2014 18:13 | tîrêj

3. xort û ciwanên wan (bi gelemperî amediyan lê ya rast hemû kurdên li stenbolê dijî yên ku ji aliyê sosyoekonomîk ve di çîna hejaran de ne û di "gecekonduyan" de dijîn û nexwende ne) bûne malzemeya qerf henekên tora tirkan. ji bo wan dibêjin "zalım". kinc û şekal, peyvîn (bi tirkiya wan) û tevger... hemû tiştên wan ber qerfan in. ya rast, mirov ditirse silavê bide wan, êrîşkar û talûkedar xuya dikin, (di eskeriyê de yek hebû, ya xwedê!) ewqas mirov ditirsînin lê dîsa jî xwîn winda nabe, zora min diçe.

mîsal rûpelek înstagramê: Here lînkê
ew ê têra xwe henekên xwe bikin, mîna ku kelmêşên hatine ser gû û li dorê bicivin û bikenin heta di xwe berdin. di vê demê de mîna ku "lavuk" - "tırsmak" ê ji peyvên kurdî ji xwe re argo îcad bikin û piştre dê di rojên xwe yên pîroz de rabin rengê xwe dînin hortê.



25.11.2019 23:56 ~23:59 | biruya hayao miyazaki

4. Heta pênc deh sal berê jî ciwanên Amedê ji nîvê zêdetir pirr polîtîk bûn. Di nava ew ên devbelaş de jî xwîna welatparêziyê hebû. Tê bîra min wan çaxan tu biçûya kîja qehwexaneyê û guh bidêra ciwanan di sedî de 90 ji wan siyasetê diaxifiya lê nizanim ji ber çi ye belkî tirs belkî hêvîşikestiyê belkî westîyayîbûyîn belkî têkçûn belkî ji bela sosyal medyayê piştî hilbijartina 2015an Amed di sedî de sed guherî her ku çû rewşa wî ber bi kaviliyê de çû. Êdî xema ciwanan cuda ye. Ez pirseke dî bikim kî bû sebeb? Çima di nava pênc salan de wek ku ji erdekî dî hatibin fikr û raman û tevgera Ciwanan veguherî.
Du tişt hene yek şerê PKK'yê ya xendekan ya duyê siyaseta dewletê. Piştî xendekan xelk çavtirsandî bû. Got nexwe li hesabê dewletê nêy dikare me hemûyan bombebaran dike. Piştî xendekan dilê însanan ji PKK'yê ma. Çi ku şerî xistin nava bajêr anîn heta nava mala wan. Ciwan êdî ji dewletê ditirse ji PKK'yê direve. HDP jî piştî Demîrtaş bi temamî ketiye destê çepgirên qûnbigû her roj bi daxuyaniyên berredayî derdikevin li ber xelkê.
Bandora sosyal medya jî gelek heye. Ev tişt ne bi tenê di nava kurdan de heye îro ew kesên ku li Stenbolê dijîn ca berê xwe bidin Konya Trabzon tokat hwd... Tu ferqa wan nemaye. Çimkî ev sosyal medya û bandora li ser medyayê bi zelalî pêşkêşkirina têkiliyên mafyawarî di çavê ciwanan de wek tiştekî pîroz tête dîtin. Ciwanê ku di jiyana xwe de ji hêla xelkê bi rêzdarî û hezkirin nayê nasîn, ji gûyekî re nebûya çare ji ber vitrina sosyal medyayê xwe vediguherîne qalibekî dîtir. Hevalekî min î samîmî heye ev 13 sal in em hevûdu nas dikin. Rewşa me ya aborî wek hev e. Ez çûm min zanko xwend, bi kitêb û tiştan min xwe têr kir lê ew nexwend di dikanekê de xebitî aniha jî karê inşaatê dike lê ne karker e em bêjin nîvpatron e. Ew jî gelek hêj ji sîlah û çekan dike sîleha wî jî heye û carinan diçe deştê ji xwe re diteqîne û deşarj dibe. Di vir de ya girîng çi ye? Yan mirov bi xwe dikare xwe perwerde bike Yan jî pergala perwerdehiyê ya dewletê xelkê perwerde dike. Li Kurdistanê dewletekî vî rengî tune ye loma her kes bi serê xwe ye. Eger malbata te, derûdora xwe xwedan fikr û raman nebin ne mimkûn e ku zarok jî bibin xwedan fikr û raman û prensîban. Ew hemî gedeyên Amedê nifşeke winda ne. Sî sal berê ji gundan bar kirine ji ber neçariyê hatine metropolan. Bajarvanî û gundîtî tu konseptên cihê ne. Îroj gava tu yekî ji nişka ve ji gund bênî bêî perwerde û pêvajoya adaptasyon li bajêr bi cih bikî ew ciwan an zilam nikare adapte bibe. Bîst sal jî derbas bibe nikare zihnîyeta xwe biguherîne. Sibê zarokên wî zilamî çêbin ew jî nikarin. Îroj tirk bi Sê tiştan henekên xwe pê kurdan dikin ; ya ewil tevgerên wan ya duyê devok yanî zimanê wan û ya sêyem jî nezaniya wan. Kîja tirk mêr e bila were em nîqaşa vê yekê bikin. Li Stembolê min kesî nehêlişt ku bi serbestî devdirêjî bike. Her kî çi gotibe divê bersiveke mirov hebe. Ya ewil tevgerên kurdan ku dikevin vê kategoriyê anormal e û tevgereke ji rêzê nîn e. Lê ji bîr mekin di çanda kurdan de ev yek tune ye. Berê di civata kurdan de ji ber hurmetan ciwan nikaribûn biaxifiya. Dev ji tevgerên vî rengî berdin nikaribin ling biavêtana li ser lingekî dî. Nexwe çima wisa bû? Kî sê çar hezar gund şewitandin? Kî guyê xwe kir reng û edetên vê civatê? Herhal ne ez im Newsa? Ger ez zarokê xwe neşînim dibistanê bîst sal paşê dikarim jê re bêjim tu çima nebûyî doktor? Ya duyê ziman. Ev milet ne tirk e û ne mecbûr e wek a tirkan biaxife. Ez parastina vê devoka qirêj nakim şaş fêm nekin. Lê ez nikarim rexne jî bikim. Çi ku dema hemî kurd ku ji tirkan çêtir fêrî tirkî bûn wêga em karin bêjin tirk bi temamî bi ser ketin. Derdê tirkan ew e ku kurd hê nikarin xweş bi tirkî biaxifin. Ma ne ew bû wezîrekî tirkan digo em li malezyayê jî fêrî tirkî li xelkê kir lê me fêrî tê tirkî li kurdan nekir. Hem dema tu herî Trabzonê tirkîya wan wek ya Stembolê ye? Yan tirkîya Egeyê? Ya Yozgatê? Ya Edirneyê? Giş ji hev cuda diaxifin lê ji bela ku fonetîka kurdî cuda ye zêdetir beloq dibe. Ya sêyem nezanî. Ma tirk pirr zana ne? Yan ez wisa bêjin di rojhilata navîn de hetta di erdnîgarîya misilman de bi tenê em in ew ên nezan? Em ne xwedan dewlet in ji loma ger misilman deh gav li paş a Mesîhiyan bin em bîst gav li paş in. Ev qebaheta kê ye?
Kurdistan wêran bûye mixabin. Ciwanên Kurdistanê jî nîşaneya trajedîk a vê wêraniyê ye.
Ez hîç rewşa ciwanên kurdan nexasim amediyan naecibînim lê psîkoloji, sosyolojî ji min re wek zanistîyê dibêje ku ew rewş gelek normal e. Çi ku tu gava zarokekî di nav malbata findandîyayî de mezin bikî ew zarok dê bibe wek Fînlandiyayî.



26.11.2019 00:32 | ferhenga şikestî

5. Niha rewşa axaftina zimanê wan ketiye vî halî



26.11.2019 19:24 ~19:26 | kajav

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» amedî

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî