Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 50 peyam
arjen arî - tirşik
arjen arî
(20) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. şairê helbestên kurmanciya gewr.. stûnê peyva kurdî.. hechecîkê gotinên wenda û jibîrçûyî.. hê di xweşlawî û xweşhaliya xwe de wekê gilgamêş bi dû giyayê nemiriyê ket ew jî.. wekê hemû hunermendên çak ên berhemdar ew jî bi lepên penceşêrê ket li hespê xwe yê xweşik siwar bû û lêda çû..



jiyangerî:



arjen arî di sala 1956'an de, li herêma mehsertê, li gundê çalê hatiye dinyayê. di sala 1979'an de enstîtuya perwerdeyî ya amedê beşazimanê tirkî qedand. weke gelek helbestvan û nivîskarên kurd wî jî bi tirkî dest bi helbestê kir. di sala 1976'an de li nisêbînê ji ber belavkirina belavokekê hate girtin. wê demê polîsan dest danîn ser helbestên wî yên bi tirkî û kurdî. qasî hefteyeké di hepsê de ma. ew berdan, lê helbestên wî ta niha di mexzena dadgeha nisêbînê de hepsî ne. di gel ku weke cara pêşîn di kovara tîrêjê de helbestên wî hatin weşandin, ya rast, helbesta wî ya ewil di belavokeke ku li herêma mêrdînê hate belavkirin de weşiya. ew helbest ji sê malikan (beytan) pêk dihat.

malikek jê ev bû:



du mirin kirin mahne,

rakirin ling nisêbînê

xewa sibê bela kirin,

avêtin nav tirs û xwînê.



her wisa, beriya 12'ê îlonê helbestên wî ji hêla paleyên tevrika pembû ve bi stranî dihatin gotin. wek:



tewrik tewrik tewriko, tevriko

ber tayê pembû xweş biko, tevriko

roja me jî hindiko, tevriko

maldar bi qurbana mi ko, tevriko

tevrik tevrik tevriko, tevriko



an jî:



roja pala erzan e

kufletê mal girina

mala te xera bibe maldar

ma qey tu pê nizane!



piştî 12'ê îlonê de ew li welêt ma, helbestên wî di kovarên li derveyî welêt wekî berbang, kurdistan press, nûdem, çira, pelîn û rewşenê de hatin weşandin. di sala 1992'an de li navçeya nisêbînê li ber deriyê mala xwe rastî êrişeke çekî bû û birîndar rakirin nexweşxaneya zanîngeha dîcleyê. ji wê bûyerê de arjen arî li amedê dijî.

helbestvan arjen arî ku demek bû ji ber nexweşiya pençeşêrê (kanserê) li nexweşxaneyê dihate dermankirin di 30'ê kewçêra 2012'an de li amedê çû ser dilovaniya xwe.



nivîsarên edebî û helbestên wî yên cuda:



• 1980 îro dîsa, ev leşkerê rom û wer, bi navê o. dara, tîrêj, 2.

• 1992 çîroka sêzdeh şev û sêzdeh rojan, nûdem, 2.

• 1992 sibeha îlonê û çarîn, nûdem, 3.

• 1994 kevokê û masîko, nûdem, 10.

• 1994 kurik û kulîlkên bihara derengmayî, nûdem, 11.

• 1995 ne axperest im, çira, 3.

• 1995 tovreşîn im, nûdem, 16.

• 1996 wargeh, çira, 5.

• 1997 dilodîn, nûdem, 21.

• 1997 ji bîr nebûbê, çarîn û heta ferwerdîneke din, nûdem, 24.

• 1998 name, nûdem, 28.

• 2000 berê min ketiye xozatê, nûdem, 34.

• 2007 min rahiştiye serê xwe, nûbûn, 94.

• 2008 piçek zaroktî, nûbûn, 98.

• 2008 nûçeyek xwezî û kezî, nûbûn, 102.

• 2008 ji klasîkiyê ber bi futurîstiyê ve reşîdê kurd, nûbûn, 104.

• 2008 birîna reş, nûbûn, 105.

• 2008 qismet, nûbûn, 106.

• 2008 ji kişweran payiz e niha!, nûbûn, 107.



berhemên wî:



• 1999 ramûsan min veşartin li geliyekî, weşanên avesta, helbest.

• 2002 ev çiya rûspî ne, weşanên avesta, helbest.

• 2003 destana kawa, weşanên elma, helbest.

• 2006 eroûtîka, weşanên lîs, helbest.

• 2008 bakûrê helbestê / antolojiya helbesta bakûr, weşanên yekîtiya nivîskarên kurd-duhok, antolojî.

• 2008 şêrgele, weşanên avesta, helbest.

• 2009 çil çarîn, weşanên enstîtuya kurdî ya amedê, helbest.

• 2010 bîhoka li pişt sînor, avesta, çîrok.

• 2011 payîza peyvê, weşanên belkî, amed, helbest.

• 2012 kulîlkên be'îvan, weşanên ronahî, amed, helbest.

• 2012 gorî û bindest, weşanên ronahî, amed, helbest.



05.07.2013 17:10 | endazer

2. mehek berî ku biçe ser dilovaniya xwe min ew dît. ji bo tedawiya pençeşêra pişikê hatibû Edeneyê. Qansî awirên wî yên ciddî dilê wî nerm bû. Digot navê min navekî qelp e !



06.07.2013 17:10 | fuad hemedxan

3. arjen ari li imc tv yê.... http://www.dailymotion.com/video/xswofs_imc-tv-arjen-ari_tv



24.07.2013 17:54 | arami

4. (bnr: şêrgele)



24.07.2013 18:02 | seydayê_peyvan

5. "Azadî her kê xwestibe

Xwîn rakirîye di ber re,

Di şer de bûm doh jî loma

Îro şer e, sibe şer e. "



Arjen Arî



24.07.2013 23:10 | gule_depe

6. Tu Bihata



Himbêzek ramûsan man li keviya çêm

Te gotibû îşev ez têm,

Îşev, beriya hîv dagere kevan...

Ma gund raneza, ma sa ranezan

Xayînê, tê bihata...

Dilê min sed carî di sînor werbû!



Tu bihata, kaniyek din li Xanikan zêde d'bû

Tu bihata, Nêrgizlokê j'êvar de rêber bû

Tu bihata, xewlecî bû binê pirê;

Kîjan xofê nehişt ku tu bidî rê

Xayînê, tu bihata

Ev dil li dû te Binxet nedibû! .



Arjen Arî



24.07.2013 23:14 | kurdmisê

7. şairê rehmetî ku hevaleka min a tirk ew dişiband arîstokratên frensî.. yanî ne bi tenê şêrgele û ramûsanên xwe yên ku li geliyekî veşartîn û eroûtîkaya xwe lê bi bejn û bala xwe ya çeleng û lihevhatî û bi cil û bergên xwe yên mode yên lihevkirî û bi rî û simbêl û pora xwe ya çêkirî ve jî wekê şi'rekî bû.. û çû..



25.07.2013 00:06 | endazer

8. êvar esmer

temmuz esmer

tu esmer

dilê min go bide dû û veneger



25.07.2013 14:49 | arami

9. şairê kurd tengezar marînî li ser koç û wexerkirina arjen dibêje:



''Arjen,te helbesta xwe ya dawî nenivîsî..



Arjen, ma kî wê li ser Estilîlê û deshta Omeriyan ji me re çîrokan verêse..? Zalim hey mirin, ma çaxê te bû, tu seredana helbestvanê me bikî?

dê lorîk û diloyan li ser te nebêjim Arjenê me..,



dê çi behînameyan nenivîsim helbestvano

dê çi xemgînnameyan venehûnim Omeriyo...

Ma êdî dê dengê kê bikim, ku ji min re bibêje Toriyo

Dê Kî ji me re behsa laqirdiyên Xidirê Omerî, gorbuhusht Mûsa Anter û Dr. Ibrahîm bike...

zindiyê me, helbestvanê me,

li bîra min, ku te baqek gul li ser Gora Rizoyê Osê yê nemir danî

li ser Gora seydayê Cegerxwîn, te henasa xwe bi hisretan avis kir...



Zalim hey mirim, ma ez ê çi bibêjim ... û çi nebêjim



19.08.2013 04:35 | endazer

10. Nivîskarê pirtûka eroûtika. Ma ez hê çi bêjim. bixwînin bawer bikin hûnê jî min mafdar bibînin.



19.08.2013 05:06 | rojan

11. Roja ku koça xwe ji nav me bar kir, wê $evê min wiha nivîsî:
"Siwarçako ho, bînahiya çavan
Î$ev derabeyên dilê min bo te li ser pi$tê ne"
Herê, wê rojê derabeyên bajêr hatibûn dadan, lê ne ji bo wî.



19.08.2013 20:32 ~2021.05.20 18:08 | înano lo

12. http://www.antoloji.com/arjen-ari/



20.08.2013 17:17 | terkexem

13. hin tişt hene bi poşmaniya wan meriv nikare weke serê sîrekî tiştekî biguhurine. xwezî heft car xwezî ku min di saxtiya wî de hema carekî bitaybetî biçûye serek lê bida, min bigota şêrgala vaya te bi helbestê xwe min şad û şadî kiriye,keçikên xweşik û xortên çeleng tevde xulama mê te bin.ez bawerim ewî iî wek hunermendekî ji van yekan kêf xweşbûya .lewre her tim li olana dengê xwe digeriya.lê ez bawerim bi bejn û bala xwe bi camêrî û helbesta xwe ye zîrek ê her tim yê bibe serfiraziya me kurdihezan.



30.08.2013 20:48 | tivirloismail

14. şairê ku salek di ser wefata wî re derbas bûye lê hê qene kêlek jî ji merqeda wî re nehatiye çêkirin.. hê li ser xwe û sax û silamet û berhemdar û afirîner camêr û saziyên ku bi serê arjen arî sond dixwarin piştî ku emrê xwudê kirî ji xeynî merasîmeke sembolîk xwudê zane lê rêya xwe pê nexistine û fatheyek jî lê nexwendine.. berî du hefteyan ez û du heval ji bo serdana merqeda wî em çûn lê me kir Û nekir em bi ser gora wî ve nebûn.. me ji zarokên li wir pirsî em anîn bi ser tirbeke kerr û lal û ku qene kêlek li ser nav hatî danîn jî lê tune û li ser gorê tijî giya û deviyên biyanî.. me ji xwe re got na ne mumkin e ku ev der merqeda arjen be.. axirê em çûn cem rêvebiriya goristanê û me cihê tirba arjen arÎ ji wan jî pirsî ewan jî em anîn heman cihî û hetta melayê ku cinazê arjen arî şûştî jî hat cihê tirba wî sediqand.. em cardin şaş û metel man.. me ji xwe re got temam şaredariyê bajêr xemsarî kiriye lê ka keç û kurrê wî çi dikin çima nehatine ser tirba bavê xwe, ka jina wî, diya wî, xizm û xweyiyên wî..

gerçî rehmetî di dÎwana xwe ya bi navê şêrgele de di helbesteka xwe ya bi navê tembî de wek wesiyet digot min li li ber palê zirbajarekî veşêrin.. şerm e ku şairekî çiyayî dahêjin gornê.. lê dîsa jî min nedizanî û texmîn nedikir ku kurd ev çend bê nan û xwê ne..



08.09.2013 16:28 | endazer

15. 1956 de dewa Çalê ya Omerîya de ameyo dinya. Uca ra bar kerdo şîyê nisêbîn. Labelê demeyêko derg Dîyarbekir de ciwîya. nêweşîya pişike ra nêweşxane de tedawî dîyêne, la roja 30.10.2012 de dîyarbekir de şi rehmet. Cenazaya Arjen Arî roja 31.10.2012 de badê nimajê perojî goristanê Yenîkoyê Dîyarbekir de ame definkerdiş. Merasîmê definkerdişê cenaza de qasê di sey roşinvîr û nuştoxê kurdan beşdar bîyî.



Şîîra ey a tewr verêne kovara Tîrêj de weşanîyabî. Hetanî nika gelek kitabê eyê şîîran bi lehçeya kurmanckî weşanîyayê.



08.09.2013 23:13 | kurdane

16. herê delalîkê dilêmino tu dereng hatî hatî lê tu çima ev qas zû çûyî?



15.09.2013 06:15 | eînsthemeelî

17. koma teq û reqdi albûma keft û left de helbestek ya vî helbestvanî bi navê şiroveya serjimêriyekî heye ...



15.09.2013 20:02 | botan

19. fatma savci di pirtûka xwe ya "ber bi binxetê ve " de behsa wan rojên dawî yê arjen arî dike, û dema li rojava ye fatma savci li ser înternetê mailên dawî ji hevre dişinîn...



07.10.2013 20:10 | arami

20. Helbestvanê ku kuceya hunerê şên dikir... dema bi mirov re diaxivî, mirov li Ofîsa amedê xwe li Omeriyan hîs dikir. Felek bi wî re jî xayin derket û di bihara helbestvaniya xwe de me terk kir û cû.



07.10.2013 21:05 | dîno

21. mirad gundikî di derbarê arjen arî de nivîsek xweş lêkiriye îro..



Ji beriya ko rehmetîyê Arjen Arî biçe bin ax û berên cemidî, heke mirovek du caran li "Kolaneya Hunerê" bigeriya û ew nedîtibûya esehî wî dê cara sêyê ew bidîtiya...



Heke we kesek bidîtiya ko komek ciwan wek sofîyên li dora şêxê xwe rûniştî, rûniştî ne, ihtimalek mezin ew "şêx" dê Arjen bûya...



An jî heke ji nifşkê ve dema hon li dengekê bilind yê kenê komekê babiketiyan, we dê bidîtiya ko simbêlên ""Mamê Arjenî"" bi herdu aliyan ve li ser lêva wî vekişiyane, rengê sor xwe avêtiye hinarokên wî û ew û hinek kes bi henekekê dikenin...



Heke kesek "ji derdora me nivîskaran" bihatiyan Diyarbekirê, mesela nivîskarekê ciwan, mesela Omer Farûkek bihatiya bêguman dê bigotiya ""ka em Arjen Baba"yî bibînin.



Peydakirina wî jî ji ber nefsbiçûkiya wî hêsanî bû, we dikarî hon bibêjin "hoo Arjen baba!!! em li kafeyekê rûniştine ka tu jî nayê?" ihtimalek pir mezin bersiva wî dê ""ez têm"" bûya...



Arjen Arî, sitara eyba Diyarbekirê ya tirkîaxiftinê bû ko me ew didît û em bi kurdî li kolaneyan dikenîn...



Arjen Arî simbêl û pora dirêj a kurdî bû ko kolaneyên Diyarbekirê dadigirt...



Ez ne dixwazim wî li 30ê vê mehê bi roja mirina wî bînim bîra we, ne jî dixwazim mirina wî bînim bîra xwe ji ber wê ez ê îro behsa wî bikim lê ne mirina wî, ez dixwazim behsa roja hevnasîna me ji we re bikim ko di wê rojê de hûn ê şexsiyeta wî bibînin...



dûmahîka nivîsê hÛn dikarin ji lînkê bixwînin: http://www.kurdigeh.com/details.aspx?an=453



07.10.2013 22:07 | endazer

22. DÎWANA WÎ YA HELBESTAN ramÛsan min veşartin li geliyekÎ li Londonê, ji aliyê weşanxaneya azad ve hatiye çapkirin û belavkirin. Edîtora weşanxaneyê nivêskara Kurd eslîxan yildirim pêşgotinek bedew û bi nirx jêre daniye û her wiha di serê pirtûkê de kurtiyek ji jinenîgariya wî aniya ziman..



10.10.2013 17:27 | endazer

23. Di helbestê de “magnum opus”a (karê herî mezin) Arjen Arî, "rîtim" e. Di helbestên Arî de, “guh”, “sewt” û “peyv” pev re jiyanek hestewar ava dikin û dijîn. Arjen Arî, carina bi zimanekî mîtolojik diaxive lê ev ziman wek ê Cegerxwîn xwe dirêjî mîrektiya zemanekî nake. Dilbijandina wî ya li ser “duh“î û dojehiya wî ya li ser “îroyîn” li ser zemanekî din şîn dibe. Ew zeman jî rewşa welatekî ye ku ew welat “niha” ketiye di bin hukmê şerekî de. Bi vî şerî re hem jiyana tekane û hem jî ya civakî serûbin bûye. Ev jî dide nîşan ku ji bo “hebûn”ê şer tişteke bivê-nevê ye û serûbinbûyîn qedera şer e.



15.10.2013 05:25 | zero

24. nivîkarekî navdar eku piştî min pê re wêne kişand min hîn nas kir ku nivîskar e û helbestên wî meraq kir xwend.



16.10.2013 17:17 | gernasnenas

25. di vê koma facebookê de serê her çend rojekî ji dîwaneka arjen arî helbesteka wî tê weşandin anku belavkirin.. https://www.facebook.com/helbestkari



26.10.2013 21:30 | endazer

26. xêr û guneh ne distûyê min de, her çiqasî emel tune bû jî, pir bi doxînsistî qala wî dihat kirin, tê kirin...

ji kê re digot merheba, li dû wê, ji derdora xwe re digot, min kir wê jî...



26.10.2013 21:37 | çeqilmast

27. Şa'ir im; qeraçiyê pesnê çavên te

(Arjen Arî)



03.11.2013 15:59 | diljan

28. wek kurê wî gotî:

''Ew ne têne helbestvanek bû ew bi xwe jî helbestek bû.''



03.11.2013 16:01 | diljan

29. li ber dilê min helbesta wî ya herî bedew ji dengê wî bi xwe

(youtube:

)

-şirê şêr di eyarê şêr de-

Şêrgele hebûn şêrgele

-çi mer çi nêr-

li berpalê agirî kite-kit dînemêr

li zaxrojan kur î kurroj

û

sig kele!



ristek xerîbî ne di stranekê de

...

..



03.11.2013 16:06 | diljan

30. ez ve çarîne jî nenivîsim ez ê bifetisim



Hesen

nanê şikeva kir sedqe

bi çengan şekir,teşt teşt helawî

dieyan neanî hêsran venegerand

pîra şemsê mir bi kula wî lawî

(arjen arî)



03.11.2013 16:08 | diljan

31. Şêrgeleyek ji yên helbesta kurdî û ew bi xwe jî, bi qeşengiya xwe, bi axaftina xwe û zanebûna xwe helbestek bû. Ji gundê Çalê yê bi ser nisêbinê ve ye. Di salên 1980an de helbestên wî bi awayekî devkî di nav emeleyên pembo de hatine gotin û belavbûne. Kitêba wî ya ewil jî vê taliyê ji nav weşanên Avestayê der çûne. helbestên wî li gor min kurdistan bi xwe ne. ew pireke di navbera helbesta modern û ya klasik de. helbesta wî ya bi navê ramusan min veşartin li geliyekî ku heman demê navê kitêbeke wî ye jî bi ya min gelekî xweş û serkeftîye. ev helbest û hin gelek helbestên wî yên din ji hêla Mehmet Atlı û Mirady ve wek stran hatine gotin.



03.11.2013 22:30 | rojan

32. Hêvî



Hêleke min diqutife ji sermê

Çiya keleheke asê, rê asê,dem asê

Hêviya min kulîlka binê berfê

Ha bel bû ha bel bibê

Û berf tê



Tê..!



Bibare berfê

Li ber xwe bide kulîlkê,

Tu ji vê axê yî, ez ji vê axê..!



Wê vebe rengo rengo

Piştî taveke xwêjinkî keskesor

Sihareke rûbihar e hêviya min

Tîrêj-bişirîn rojeke gulî-sor

Ha hilat ha hiltê

Û berf tê



Tê..!



Bibare berfê

Li ber xwe bide kulîlkê

Berf li hêlekê, tu li hêlekê

Hêviya min jî bihar e



mamoste Arjen Arî .....



04.11.2013 11:12 | nîgarvan

33. helbastvanê helbesta bûnisra ye ku, mirady kiriye stran.



21.12.2013 11:30 | simurg56

34. "şêrgele hene şêrgele."

ARJEN ARî

şÊrgeleyê MEZIN EW E.!



07.01.2014 16:22 | xendekî

35. ''çi qas bêjim zimanê min kêm e...''



20.01.2014 18:12 | berf

37. (bnr: ferhengoka arjen arî)



09.02.2014 17:52 | endazer

38. çenga por bibin bibin

bibin ser gorên dil kuştibin

bibin bin konên şîn girtibin

negrî çav deryayê negrî



mijankê te ji kil dibin

negrî por roavayê negrî

negrî û neke limin limin



hijê bike rê û bimeşe

xwe li çiya bigre û bimeşe

emrê te hê çend û şeş e

negrî neke limin limin

negrî bikene li dû min



beşişînê bike rû min

şehîdê dilê te ez bim

nekenîne bime dujmin





Arjen Arî



09.02.2014 21:51 | deqlok

39. şairê çiyê û berfê ye û bi xwe jî çiyayî ye ji xwe..



''bin konê mûyî de zivistan

egal xwar kiriye Qerejdaxê.

binpî jî be sipehî ye

li çiyayên welatê min çi tê

egîdî

û spî spî bûkanî…''



16.02.2014 22:31 | endazer

40. "Ez çiyayî me. Bi qasî dara berûyê çiyayî. Û di demsala havînê de stêrên ku xilmaş xilmaş di zikê ezman de diteyisin. Ji lew, min ji çiya, ji hewaya çiyê, newaya çiyê, sihar û êvarên çiyê hez kir. Dema ku dinivîsim, bêhemdê min çiya û dîmenên çiyayî têne ber çavên min. ... Her çiya welatek e. Ji ber çiyayîbûna xwe û çiyayên pir li ser vê axê, ez navekî din li vî welatî dikim: Kohistan! Yanî welatê çiyê."



(Arjen Arî - Ji hevpeyvîna Çiya Mazî)



temamê hevpeyvînê: http://goo.gl/ub7RJK

an; http://goo.gl/2tSP6U



20.02.2014 05:43 | endazer

41. ''rawestgeha min î her roj e ev kanî:

pung, birdî, dara biyê...

siya b’ baweşînk e porê te

çavên te şîn,

şîrkî,

beîvî...

bihar dibişire tu dibî hêvî

her ku çavên min dikeve berîka Binxetê!''



23.02.2014 03:16 | endazer

42. HELBESTEKE ARJEN ARÎ



KOL î poşman



bi parsê ketibim

li kolana te evdal

li devderiyê te qereçî

têr bike vî dilê birçî

keçê, ka maçakê!



TÊ bidî ji gerdenê bide.

ji keviya hinarkê

ji kaniya lêvê

te bivê bibim mêvan

te bivê şevê dikim deman

te nevê, vedigerim ji devê derî dest-vala

û

kal î poşman!



29.03.2014 23:07 | avên_sar

43. Şîrê şi'îran şêrê şa'îran..



30.03.2014 01:34 | mam selam

44. xweştIrîn dû rIstÊN wî:



Jiyan xezaleke bezok e.

jÎN XWEŞ E EVDALO.



12.04.2014 02:41 | seydayê_peyvan

46. nivîskarê hêmayan e. Di serê pirtûka xwe de

"Dîyarî;

Ji bo kulîlka ji dara dê û bavê min;

xwişka min Necla"

nivîsiye. Min hêmayek wek wê têsir li min kir nedît...



16.05.2014 02:01 | cîhana pirtûkên kurdî

47. Hewlêr im Ez



Kerbê li xwe bipêçe... û were

Bi balefirên bask-fere

Bi debabeyên rûxîner re

Were bi firokên menzîl-dirêj

Were bi sikorskiyan,

Bi mîgan,

Bi bilek-hawkan

Bi hemû alavan, bi hemû çekan

Bibe dojeh... û were!

Mêrxas be dujmin

Bi mêrxasî were!

Bext be ji te re

Rextê te vala bûbe, dagire

Tivinga te qelp kiribe, xwe biajo dev

Ez û rev dujmin, ez û rev?

Hewlêr im ez Hewlêr im

Bila çekên te tev tenete be!



Arjen Arî



17.09.2014 20:26 | xendekî

48. 'te gotibû îşev ez têm'

lê ne tu hatî ne jî arjen cardî behsa îhtîmala hatine te kir, kêm caran li ser hevokekê radiwestim, jiber dikim lê jibîr nakim, bi zimanekî efsunî û bêhn-romantîzm-pêketî bi kar tîne, ya rast bi kar nayne, bi kêreke bêwijdan êrîşî hestan dike bi peyvên xemilî û kemilî... dema tu ji evînê sar bî û ji her nivîs û aforîzma û metaforan verişibî, piçek berê xwe bada arjenîko bêhna vede û piştre dîsa dest bi hezkirinê bike..

helbestên arjenî hêjayî jiberkirinê ne, xitimkirinê ne û pratîzekirinê ne, bi zimanekî sar, rût, ziwa û hişk û qalikgirtî nenivîsandiye, hemû xemek ji çavkaniya jiyanê rastîn tahmijandine.

herçî arjen bû, ji kîsê me hemûyan çû.. heyf bû, çi xweşmêr bû gidî



17.09.2014 20:37 | ferhenga şikestî

49. di vê hevpeyvîna li jêr de ligel kawa nemirî sohbeteke xweş kirine

nescafeyekê amede bikin û guh bidêrin û bo min spas bikin*



( bnr: http://www.dailymotion.com/video/xx3kyd_hevpeyvina-arjen-ari-u-kawa-nemir_creation?start=732 )



20.11.2014 20:21 | ferhenga şikestî

50. mirî mirî



Min hij te kir

Pirr pirr pirr

Dibû pirpira çivîkan li ber qefesê

Û te, li ber firê çavên xwe kil dikir.



Reş bûn ji xwe

Zivr zivr, kevanî

Reştir dibûn bi kilê siphanî

Her çiya bi evînekê bi nav dibû

Û te di çavên xwe de azadî xwedî dikir.



Min hij te kir

Li dû her koçberiyê pirrtir

Û gelektir ji xwe, ji gelekî gelektir

Her ku mirina kevokan dihat tu jî dimir

Baz xayîn diketin Sarya min

Min hij mirina te kir!



Arjen Arî



30.11.2014 01:55 | xendekî

53. (bnr: helbestên arjen arî)



28.02.2015 15:49 | ferhenga şikestî

54. Helbesta "mihemedo" beranberi hemu helbest ê dina ye.



28.02.2015 23:35 | hesen bira

55. Helbesta arjen arî ye herî heja û xweş li ber dilê min;

Efendîno

rahijin teşkên xwe

rahijin kincên xwe postalên xwe û şivqeyên xwe

çiyê we hebe li ser vê axê û we çi anîbe bi xwe re:

tenq, top, tiveng, teyare…

û we çi ava kiribe: dibistan, qereqol, dadgeh

û hepsên bêdergeh, zîndan û asaqgehên têrguneh

û jinên xwe jî esseh efendîno, zaruyên xwe jî :

hebe pîç û bêjiyên ji xwe jî

û kuçikên xwe jî bibin, pisîk û çivîkên xwe jî

û ala xwe jî ji bîr mekin efendîno, ala xwe jî

tiştekî, tiştekî nehêlin ji kerema xwe…

hûn ê biçin

hûn ê pişta stûyê xwe bixurînin û biçin

hûn ê biniçniçin û hûn ê biçin!

biçin: berî kuç û kevir di we werbin

biçin: berî ku dayikên kitansipî tû bikin ser çavên we

û hêj ku agir vêneketiye j” agir:

hima niha, vê kêlîkê, ji vir

rahijin teşkên xwe

û biqeşitin ji vir, efendîno!

hûnê biçin efendîno, hûnê biçin

berî ku hûn bisekitin se se

hima rahijin teşkên xwe

û

biqeşitin!



31.03.2015 13:35 ~13:35 | quşxaneli

56. şêrgeleyê ku ji bo "niha" wiha dibêje:



'Niha' tune di nivîsê de!

Yê ku bidin dû 'niha'yê, dê 'mehkûmê niha' bin!

Her 'niha' divê bibin 'kilîla dergehên' 'niha'yên zemanên din!

Ez, niha, di niha de niha û kêlîkên nihayan bi her bêjeyê dispêrêm 'niha'yên sibê!

Û zanim, zanim bi qasî ku niha karibim 'niha' bisprim sibê, ez ê jî hebim û sibê bim!



Arjen Arî



04.05.2015 18:13 | xendekî

58. Ji bo bîranîna Arjen Arî



10.05.2015 14:38 ~2015.06.03 13:14 | evdilageweri

59. salvegera mirina wî ye..

di lînka jêr de hevpeyvîneke rehmetî he ye, jê nemînin







30.10.2015 02:07 | ferhenga şikestî

60. helbestkarê mezin yê ku sê sal berê weke îro, bi awayê fizîkî ji nav me koç kiriye û çûye darulbekayê lê bi berhemên xwe her zindî ye û dê her zindî be jî. niha, vê kêlikê, ez ê bo xwe qenciyekê bikim û kitêbekê wî carjî bixwinim. hûn jî qencîyekê bo xwe bikin û wî tekrar be tekrar bixwînin..



30.10.2015 02:23 | diclefirat

61. îro rojbûna nemir e.



ji bo hem hevpeyvîna omer faruq baran a bi xwuha arjen arî nejla akay re parve bikim:

Here lînkê



hem jî desteyek helbestên wî bi we re parve bikim:

Here lînkê



01.04.2016 12:30 | xendekî

62. Îro rojbûyîna mîrê helbesta kurdî a modern e. Li gor ku dizanim kesî ti çalakî ji bo wî lidarnexist. Ev jî qedirnezaniya me ye. Hema herin çend helbestên wî bixwînin. Wê dilê we li helbestê rehet bibe.

Çawa digo arjenê nemir :



Kol î Poşman

bi parsê ketibim li kolana te evdal

li devderiyê te qereçî

têr bike vî dilê birçî

keçê, ka maçekê!



tê bidî ji gerdenê bide.

ji keviya hinarkê

ji kaniya lêvê

te bivê dibim mêvan

te bivê şevê dikim deman

te nevê, vedigerim ji devê derî dest-vala

û

kol î poşman !









01.04.2016 18:36 | hêvî

64. ji ber salvegera mirina nemir arjen arî dara porxelek bi heval û hogirê wî: firat cewerî, rêdûr dîjle, mihemed ronahî, kawa nemir, omer faruq baran re axiviye, wan jî li ser bîranînên xwe yên bi arjen arî re tiştinin gotine, ji vir tê xwandin:
basnews, Ev pênc sal in helbest sêwî ne… Here lînkê



08.11.2017 12:52 ~12:52 | xendekî

65. (bnr: xame sihurî kaxiz şiyar ma)



01.05.2018 11:09 | bûtîmar

66. helbestvanê ku ciwantiya min a pêşîn tîne bîra min. carna pir bêriya helbestên wî û hestên xwe yên wan salan dikim.

"ji êvar de dayê! xezala m'mekeve rê,
ha riya Dêrsimê ha ya Kerbelayê!"



09.08.2020 22:25 | roza

67. Îro salvegera mirina Helbestvan ê hejar Arjen Arî ye.
Bi rêzdarî...

Kê negot, ax! û neçû?
Kî nebû ax... û neçû?
Felek qajikê bicû
Arjen jî dilbidax neçû?



30.10.2020 17:05 | yûsiv

68. Bi rêzdarî bibîr tînin.

kê bibêjim, kê ji bîr bikim:
her nav çiyayekî asê
her nav dastaneke dêrîn
her nav dîrokeke wextbirr...
min navek li kurê xwe kir:
rizo
kalo
berzencî...
min navek li kurê xwe kir:
qadî
simko
barzanî...
min navek li kurê xwe kir:
mazlum
gabar
munzir...
min navek li kurê xwe kir:
yek mir, sedî tol hilanî!

şêrgele hebûn; koçek koçgirî
şêrgele hebûn li hembêza agrî
şêrgele hebûn bi nav ihsan nûrî
şîmal bi şîmal barzan bi xwe bûn!



30.10.2020 18:09 | xelîl

69. Dilê zarokan miriyan jî dikujin divê şerî de



01.07.2021 10:54 | bîyan

70. Dem payîze, xem payîze.



18.04.2023 17:06 | ardlarzî

71. Arjen Arî... zû çû... Arjen helbestek xemgîn e çûyîneke mîna kêrê diçike di sînga mirovan de.



13.03.2024 19:31 | derdxane

72. Ma helbest cîhê helbestvana digirin gelo...



18.03.2024 12:50 | derdxane

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» arjen arî û kuştina ahmed arif
» arîstoteles

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî