Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


34 mijar û 51 peyam
bê him him çênabe - tirşik
bê him him çênabe
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. binyata vê gotinê, dibêjin carekê mirovekê got: "rêncberîyek heye dibêjinê nanûziko yanî karê û zik êkê bikit li ser nanê zikê xwe- çima ez naçim rêncberîyê ji xwudê ra nakim hema bila ew jî nanê zikê min bidit min! tiştek dî min jê navêt, rabî çû paşîya şikeftekê da û dûr avahî û tarî û dest bi nivêjan kir. rojekê duwa ma tiştek jê ra nehat, birsî bi zik ma bi piştê ve, gav lê sist bîn, çav lê tarî bîn, li nîva rojê stêr lê bîn xelek, ket hizir û mitala ka ez çi bikim? ez ji nêza (birsa) mirim! li wa hizra da dengê karwanekê li deryê şikeftê seh kir, hema xwe li paşîya şikeftê mit kir. karwanî hatin li deryê şikeftê danîn. firavîna xwe xwarin, ji bermayê xwe lêk dan, êkê got: " de jê bigere em gihan mal, belê serkarwançî got: "ne. nanê xwe nehêlin, zad xweş heval e." rêncberê me yê bi nanûzik li paşîya şikeftê berê xwe daye wê xwarina xwe bibin. li dilê xwe da got: pa bi xudê ew biçin û ez holê bimînim, ez ê ji nêza bimrin! rabî li paşîya şikeftê pêjin ji xwe anî û got: "ihim ihim!" ekê ji karwanîya got : kuro ew kî ye li paşîya vê şikeftê û to çi dikî li wêdê?! ewî got: ezbenî ez feqîrek im. karwanî got: de bila bi xêra hewe bit wê çend xwarinê bidnê. zadê xwe xwar û da xwe û rabî û ji xwe ra got: "bê him him çênabit." çunkî "nanê nekara nîne.''



04.07.2013 17:02 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» bê ... ... nabe
» him ji derê bû him jî ji mizgeftê
» himbiz

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cand
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî