Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    11 mijar û 12 peyam
    kulîlkên ezêb - tirşik
    kulîlkên ezêb
    (2) (0) (8)
    di mijarê de bigere

    1. navê pirtûka helbestan e. nivîskarê wê kamiran alî bedirxan e. weşanên avesta wê ji nuh ve çap kiriye.



    2014.10.25-15:17 | berxweda

    2. jI BILÎ HELBESTA NAVÊ XWE DAYÊ kITÊBÊ HELBESTÊN RESEN NÎN IN, LÊ JI BER KU PÊŞÊNG IN BIQÎMET IN.



    2014.10.25-22:27 | seydayê_peyvan

    3. pirtuka ku ji danegeha tirsikê dikare were daxistin: http://www.tirsik.net/danegeh/pirtuk/KAMIRAN%20ALI%20BEDIRXAN/



    2014.10.26-07:35 | simurg56

    4. Helbestek gelek xwes e ku peyva herî çak ya kurmancî di hundirîne.

    (bnr: kulîlk)



    2016.06.25-22:37 | xewnname

    5. helbesteke kamuran alî bedirxan e.
    herwiha navê pirtûka wî a helbestan e..

    temo nasir bedirxan zehv xweş şirove kiriye. dilê meriv dişewitîne leww.
    jînê ez xapandim, min kes ne xapand












    ez bes te maç dikim; bi lêvên xewnê
    evîna te kûr e, hêviya dinê

    birûskên çavên te; wek gewherên ecêb
    çavên te yên zelal; kulîlkên ezêb

    maça şêrîn; ko lêva te bi min da
    ez birîndar kirim û bi min ve da

    çira dişewite; zimanekî zêr
    her pê ronî dibe, nimêjgah û dêr

    bo tihniya dilî; lêva te kanî
    ji xewna çavê re; te sorgul anî

    dilê min mizgefta bêdengî ye; sar
    havîna min bê sih, rêlên min bê dar

    mehfûra mirinê min bi ken raçand
    jînê ez xapandim, min kes ne xapand

    jînê ez xapandim, min kes ne xapand



    2018.10.01-14:34 | bûtîmar

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    raelîn [1]
    lerizîn. lêkerekî ku ez dibêm qey ji erebî ketiye kurmancî....
    etîmolog alî kardoxus [1]
    Zimannasek Kurd e lê nizanim çima naverokê xwe bi zimanê Kurdî çênake....
    doxînsistîzm [1]
    di vê ol û bawerîyê de şer tune, pevçûn tune, gelacî û fesadî tune, xw...
    doxînsistîzm [4]
    ol û bawerîyeke nuh e ku bêyî hatina wehîy min xwe kirîye pêxemberê wê...
    tirsik.net [1]
    Dive Ji her navçeyekê kurdistanê herî kêm tirşikvanek hebe....
    belki ev jî bala te bikişînin
    » kulîlkên li kurdîstanê
    » ezeb

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi wejehlbst
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî