Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 23 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; kulîlkên ezêb
peyamên çepikkirî

29887. navê helbesteke (vbn: kamîran elî bedirxan) e. temo ji xwe re kiriye beste...

ez bes te maç dikim; bi lêvên xewnê

evîna te kûr e, hêviya dinê



birûskên çavên te; wek gewherên ecêb

çavên te yên zelal; kulîlkên ezêb



maça şêrîn; ko lêva te bi min da

ez birîndar kirim û bi min ve da



çira dişewite; zimanekî zêr

her pê ronî dibe, nimêjgah û dêr



bo tihniya dilî; lêva te kanî

ji xewna çavê re; te sorgul anî



dilê min mizgefta bêdengî ye; sar

havîna min bê sih, rêlên min bê dar



mehfûra mirinê min bi ken raçand

jînê ez xapandim, min kes ne xapand



15.06.2013 00:28 | azadixwaz

91148. ez bes te maç dikim; bi lêvên xewnê



08.06.2013 18:10 | endazer