Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
oblomov - tirşik
oblomov
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. pirtûka dexesiyê hatiye nivîsandin *



07.03.2014 20:51 | kevçiyê dil

2. ez jî dixwazim bixwînim lê ji ber hejmara rûpelên wê pir û pir in, ez xwer nabînim bixwînim. *



07.03.2014 20:57 | mergehez

3. Hevalên ku ji Oblomov re dibêjin tembel/teral piranî an pirtûk nexwendine an jî pirtûk bi nêrîneke teral xwendine. Jiyana Oblomov cureyeke serhildana li hemberî sîstemê ye. Erê piçkî bêxîret e lê wek wî gotî xwezî emrê mirov ji sed salan zêdetir bûya û wî jî bikarîba plan û projeyê xwe yên ku her tim difikirî li dar bixista. Lê tabî belkî dîsa jî tenê ji nav cîhên xwe xeyal kirin xweştir bihata :/ who knows.



19.03.2016 22:04 | gulêê

4. gelo bêxîretî çi ye *



20.03.2016 01:07 | mervan rêzan

5. Karakterê ku kîngê ez jiyana xwe dinirxînim tê bîra min.
Ez dibêjim law welle hema (bnr: oblomovtî) xaş e û oblomov mafdar e.
piştî betlaneya vê eydê, qe dilêm naxaze ez herime kar. Bûye nîvro hê ez nava ciya da me. Oblomov bûya yê heta êvarê jî nav cî nivîna da xwe bigevizanda.

(bnr: oblomovka)



28.06.2017 12:29 ~12:30 | bûtîmar

6. Bêxîret = mirovê bi xweri nebîne ku rabê Kar bike an jî tembel bê



28.06.2017 16:01 | euphrates

7. oblomovîzm ne teralî ye! oblomov felsefeyek e, helwestek e li dijî bêmanebûn û bêarmançbûna heyatê! û oblomov bixwe ispat kiriye ku tu li kû bizivirrî jî qûna te li pêy te ye.

''kulîlkên heyatê weşîyan, bi tenê strîyên wê man''

'însan, di dema ciwaniyê de her kesî wek dost dihesibîne, dil dikeve li her jina ku liqayî wê tê û demildest daw'a zewacê pê re dike. carinan jî dizewice û hemî emrê xwe di poşmaniyê de dihêrîne'



01.05.2021 23:25 ~23:48 | ferhenga şikestî

8. Meriv heta oblomov ji nivînê derdixe qezebreşî dibe * her çiqas romeneke dirêj jî be, wek avê diherike.

Kesayeta ku navê xwe daye yek ji têgehên çepgir herî zêde bi kar tînin: oblomovbûn (oblomovluk-oblomovism). Yên her tim diaxivin lê ti car wêrektiya gavavêtinê û pêşengiyê nakin re tê gotin.



01.05.2021 23:47 | xelîl

9. Di vê sibeha yekşemê de ji min nayê ji nav nivînê derkevim û ev bêxîretî ilya ilyiç anî bîra min. Min di sala 2005 de xwendibû. Min dîsa ser hevûdin roman xelas dikirin û gelek kêfa min ji vê çalakiya xwendinê dihat. Di wê kampê de min the monk who sold his ferrari, the da vinci code, the picture of dorian gray, istanbul a orhan pamuk û confusion of feelings a stefan zweig jî xwendibûn (ku heke ne şaş bim ev roman pêşîn bû, min pê çîrokekê ferdên lgbt xwendibû) Di dawiyê de dor hatibû oblomovê. Kêmzêde 200 250 rûpelên pêşîn ilya ilyiç di nav xwe de nîqaşekê dimeşand, gelo ji nivînê derkeve ya na. Heke ne şaş bim sê rojan jî ji nivînê yan jî odeya xwe ya razanê derneketibû. di vê navberê de gelek tişt difikirî, xeyal dikir û carek bo destmala ki di nav nivînê de winda bûye, bang zahar dikir ku bila bibîne û bide wî. Tembelî û bêxîretiyekê bêserûbin. Bi heyranî min ev roman xelas kiribû û piştî wê demekê dirêj min romanekê din nexwend û di wê emrê ceheltiyê de bi rastî ez ketibûm bin têsîra oblomovê tembel. Min nedixwest tiştek bikim, dev ji xwendinê berda û ji kar direviyam û hwd. Di esasê de di romanê de bûyerek tune ye. Ji serî heta dawî tembelî û bêxîretiya ilya ilyiç tê sêwirandin.

hejmara rûpelan zêde ye lê divê were xwendin, mirov pê poşman nabe.

Ps. Helbet min romanên jor bi tirkî xwendibûn. Min got, navên îngilîzî çêtir e lê pir ne pêbawer im.



20.02.2022 10:48 ~11:17 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» oblomovka

Kategoriyên mijarê:: pirtukweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî