Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
daristan - tirşik
daristan | 2012
Nivîskar: mihemed ronahî | kurdî | çîrok | 68 rûpel

pirtûk ji 8 çîrokan pêk tê. di her çîrokekî de darek/nebatek heye ku şahîdên bûyerên li kurdistanê ne ku li gorî vê şahîdîya xwe, ji me re behsa me di...
daristan
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. welatê daran anku cihê ku dar bi komikê lê dimînin.. wekê dî di kurdî de ji bo cihên ku dar bi komikî lê dimîn gelek peyv û bêjeyên din yên wekê; kelem, gem, mêşe, darûbar, darûber, darên, talan, birr, dehl, dehil, devî, bêşe, cengel, rêl, ırman, orman, ça, çiya, darisan, bax, lêrr, lêrrewar, jingil, cenêl, qorî, aqar, bîşî, hemî jî têne bikar anîn..



06.03.2014 03:40 | endazer

2. çi eleqa wê heye nizanim, lê, mijara ku, kilama koma denge azadî ya bi navê "ez te baş nasdikim" tîne bîra min e. dibe ku, di kilamê de hevokeke wek "tu darî ez daristanim" heye, ji ber vê yekê hatîye bîra min*



07.03.2014 10:15 | nazim tolhildan

3. pirtûka mihemed ronahî ye ku ji hêşt çîrokên sembolîk pêk tê.

hêşt cure dar hene û dikevin di bin qirasa kesayetên heft kesan û dipeyivin min 2 sal berê xwendibû niha digerin nagerim nabînim wek pirtûkên min ên dî ew jî wenda bû lewma nikarim bi awayekî berfirehtir qal bikim... ji wan kesan yek jî şêx seîdê kal e û ocalan jî heye û ez ne xelat bim ocalan bi dara bêhîvê hatibû fesilandin ango sembolkirin

pirtûkeke gelek sivik e kesên ku nû dest bi xwendinê dikin, dikarin bi hêsanî bixwînin kêrhatî ye



11.03.2014 01:45 | ferhenga şikestî

4. carina di şûna dibistanê de jî tê bkaranîn..

hevalek rojekî diçe maleka cemaetê, dibîne ku mehdiyê ku di dunya tvyê de bernameyekî pêşkêş dike jî li wir e, diçe cem, pê re bi kurmancî diştexile, mesele tê ser xwendinê, heval şûna ku bêje dêûbavê me em bi hezar zorî û zehmetî dane xwendin û rêkirine dibistanê dibêje rêkirine daristanê.. dûmahîka meselê nizanim, nizani ka gelo pirqînî bi civatê ketiye, an kesî xwe Lê nedaniye..



13.09.2014 14:28 | endazer

5. "... Rûkenê hê peyva xwe neqedandîbû êşeke ecêb xwe ji kezeba wê berra qirika wê da. Êşeka bê pênas bû ev. Te digot qey kezeba wê dê niha biqelişe. Rûniştibû dema diaxivî bi dara behîvê re. Lê nikarîbû li ser xwe bisekine. Bi devûrû ket erdê û deng jê nehat.

-Keçika birîndar bibore... Min ji bîr kir ku ji te re bêjim... Îro leşker hatin nav vî rezî tiştek di destê wan de bû li ser mêwan direşandin. Keçika birîndar... Keçika birîndar...

Lê deng ji Rûkenê nedihat..."



*ji çîroka Behîvê.



mihemed ronahî, Daristan, 2012, weşanên ronahî, amed, r.49.



28.03.2015 12:25 | xendekî

6. pirtûka mihemed ronahî ye ku tem û çêjek bê hampa daye min. beriya ku ez bixwînim antîpatiyek min li hember mihemed ronahî hebû lê piştî xwenndina vê pirtûka serkeftî min nêrîna xwe guherand. hele çîroka li ser jinek pêşmerge ya di dema mele mistefa berzanî de ez giriyam. yekem car bû ku ez bi xwendina pirtûkek digiriyam.



28.03.2015 14:30 | xewnname

7. bêdengî û bêyom. bi tena serê xwe - her çiqas "kom" be jî- gerdûneke ye ku ne li esmana mirov lê li ser axan ava bûye. her li ku be kesayeta daristanê ev e. him giran û qelebalix e û him jî valahiyek e ku mirov li horta wê tenê ye mîna pitikê ji dê nû za bûye. zor e.



13.04.2017 21:41 | biruya hayao miyazaki

8. ya ku pirtûka mihemed ronahî ye, ji 8 çîrokan pêk tê: spîndar, mişmiş, sinc, çinar, behîv, darhejîrok, guldar, darmasî.

her darek di serdemeke kurdistanê de bûye şahîdê bûyerên wê demê. ji xeynî 2-3 heban, bûyerên civakî bingehîn. dar carina di ber xwe de diaxivin carina jî bi mirovan re. şêweyek cûda ye û xweş e jî. lê şûna ku mesele di çîrokekî 3-4 rûpelî de rasterast bikeve nava bûyerên bobelat de, li dora wê bigeriya wê xweştir bûya. hinek çîrok wisa ne lê ne hemû.
di vîdeoyê de behsa zêde polîtîkbûna çîrokan tê kirin. wer xuya ye ömer faruk baran gilî kiriye û nivîskar jî xwe diparêze. lê omer rast dibêje:



weke li jor jî hatiye gotin, zimanê nivîskar sivik e, loma xwendina wê gelek rihet e. lê nayê wê wateyê ku basît e, na, têra xwe dewlemend e jî. min çend peyvan not girtin ku di ferhengan de peyda nedibûn.

min vê pirtûkê li malê dît. nizanim kê ji bîr kiriye li mala me. hema min jî xwend. ya ecêb e ew e ku li jor jî ferhenga şikestî gotiye ku ya wî jî li malê wenda bûye. ecêba xwedê!



05.01.2019 23:11 ~23:13 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» daristan û parqa bajêr a mezopatamyayê

Kategoriyên mijarê:: pirtuk yendin kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî