Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
22.03.2014 civîna nivîskarên tirşikê ya li amedê - tirşik
22.03.2014 civîna nivîskarên tirşikê ya li amedê
(13) (0) (4)
di mijarê de bigere

1. civîna ku wê piştî newrozê pêk were ye.. yanî wextê wê manîdar e.. * civîn wê ji aliyê petron û ceoyê tirşikê, simurg56* ve bête fînansekirin.. yanî ça û çerezên civînê ji kîsî tirşik companyyê ne.. 22ê adarê yanî roja piştî newrozê rojek mûsaît û mûnasîbê ez dibêjim çimkî her sal gelek kes ji derve ji bo newroza amedê têne amedê, di 22ê adarê de kesên ji derve ji bo newrozê hatine jî wê bikaribin beşdarî civînê bibin û ji xwe roja sebt(şemî)ê ye jî roja betlaneyê ye..

min hêj cihê civînê diyar nekiriye, min go em bi hev re diyar bikin wê çêtir be..

derî û dergeh ji bo teklîf û rexneyan vekiriye, yên dixwazin bên bila kerem kin bêjin an binivîsin..



05.03.2014 22:06 | endazer

2. hmm.. bi rastî jî rojek manîdar e. ez jî di wê tarîxê de li amedê me. ezê bimisogerî werim. ku nivîskarekî xwedan kafe hebe em dikarin li cem wî bicivin.



05.03.2014 22:18 | mergehez

3. ger pêk were, wê bibe yekemîn civîna nivîskarên tirşikê.

piştî ku cih û şert û mercên wê hati diyarkirin, ger ne buhayek ji butçeya me zêdetir be, tirşik dikare mesrefên wê bigire ser xwe.

mixabin ez ê nekarim werim lê bawer dikim wê xweş be.



05.03.2014 22:41 | simurg56

4. dem guncav e û bi ya min cih ne pirr girîng e hama şînahiyên parqormanê têra xwe baş e, ku wisa bibe masraf jî naçe:-) lê hûn ji min bipirsin roj cafê ango bi navê wê yê nû kent terası bibe wê baştir bibe ji ber ku hem cihekî vekiriye bêhna mariv vedibe hem jî di binê suran de ye hêşê mariv vedibe em bêhtir dikarin bipeyivin gerçî ez ji axaftinê zêdetir ji godarîkirinê hez dikim:-)



05.03.2014 23:49 | ferhenga şikestî

5. roj cafe, yanî terasa bajêr, fikreka xweş e..

eger heta hingî tu teklîfeke baştir neyê em ê civîna xwe li terasa bajêr, li raserî fîskaya û baxçeyên hewselê û kampûsa zanîngeha dicleyê û li bin siha bircên amedê çêkin..



06.03.2014 00:20 | endazer

6. wê demê em ê bêjin cih teras e lê we dît ku baran dibare xwe biavêjin cafeya dijleyê:-) bi qasî sed metre li hemberê terasê ye



06.03.2014 01:22 | ferhenga şikestî

7. kevçî jî dixwest were lê meha adarê nikare tev bilepite, belkî peyamek ji bo newroza arî binivîse û dixwaze li civînê ser navê kevçî ev peyam were xwendin*



07.03.2014 00:27 | kevçiyê dil

8. civîna ku xwudê hez ke 15 roj dî re wê çêbe..

heta niha bi qasê ku dixweye 3 kesî hatina xwe essehî kiriye..



07.03.2014 00:32 | endazer

9. gelo dê tirşik mesrefa rê jî bide ku ez beşdar bibim *



ezê nikarîbim beşdar bibim dê ruhê min li cem we be *



07.03.2014 00:46 | berxweda

10. ez bawer im haya brusk56 ji vê mijarê tune ye yan na wî jî erê bikira..

bi ya min heta roja civînê ev mijar rojane bibe da ku hemû nivîskarên ku çalak in bikaribin bixwînin hay ji dema civînê hebin



07.03.2014 01:10 | ferhenga şikestî

11. wer dixuye civîna me dê bibe civîna mêran. tu jinan xwe diyar nekiriye, lê ez dixwazim surprîzek pêk bê. *



07.03.2014 10:58 | mergehez

12. xwesika ez jÎ beşdar bibuma lakin Êyb dikim u ÎmtÎhana min jÎ heye.



jixu 50 entry şandime, jimintirÊ(li gor min) 50 entry mi tirşikvanÊ esas çÊ nake.



07.03.2014 12:20 | hun çawane heval:)))))))

13. civîna ku musaîd bim beşdar bibim e. lê divê yekî wexta civÎn ji tirşikvanan re wekî peyama taybet bişîne.



07.03.2014 19:39 | kurê xelkê

14. em ê ji moderator ve tika bikin ku bila beriya civînê peyam jî bişîne

ji nivîskarên me yên hêja tikayek min heye ku bila di newrozê de pirr zîtik û lotikan mavêjin enerjiya xwe ji bo civînê bihêlin:-)



07.03.2014 23:23 | ferhenga şikestî

15. Li gor bernameya newrozê a tê îddia kirin eşkere bûye ye lazim e civîn rojekê pêŞde werê dayîn..

Ji ber kU li gor bernameya newrozê Wê li amedê 21ê adarê newroz werê pîrozkirin. ÇAvkanî ev in..:

http://www.cizrepostasi.com/2014-newroz-programi-aciklandi-18186h.htm

http://www.meydanhaber.com/newroz-starti-17-martta-veriliyor.html



08.03.2014 00:13 | nan û av

16. civîna ku ez ê teqez beşdar bibim e .

bi qasê ez dibînim em ê ne zêde kes bin, min ji bajarê herî tirşikvan zêdetir kes hêvî dikir.

dîsa jî baş e. em bên ba hev, hevûdû nas bikin bes e .



08.03.2014 09:04 | brusk56

17. civîna ku emê ji zarokÊn xwe re bi saetan qalê bikin, e. ewê ji hevalên xwe re bêjin ku bavên wan beşdarî civîna tirşikê ya ewil bûne. lê ku em hew sê-çar heb tenêbin evê ne mumkun be. belkÎ jî dê mimkn bibe, nizanim..



08.03.2014 16:14 | mergehez

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» 22.03.2014 civîna nivîskarên tirşikê ya li amedê
» civîna tirşikvanan ya li amedê
» nivîskarên ku bi navên xwe yên nûfosê di tirşikê de dinivîsin
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye

Kategoriyên mijarê:: tirsik calaki
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî