Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 25 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; tiştên ku dema mirov hîn dibe bejn lê dirêj dibe
peyamên çepikkirî

11790. yek ji wan jî tiştekî ne giringe le belê kengî werê bîra min ez bi xwe di kenim.

gava min dest bi lîstina fifa kir sala 1999'an bû, û dema ku lîstik di vebû di got "e-a sports, tini gem", me jî henekê xwe pê dikir u di got "e-a sports, te ne gim" lê piştî deh salan behtir ez pê fêr bûm ku merik bi esil di bêjê "e-a sports, it's in the game".



06.06.2013 10:59 | filitto lawo

49332. berê wexta ku min di bin stranên kurdî re gotin û muzîk gelêrî an jî di bin helbestekê re gelêrî dîtiba min digo hey helal be jî gelêrî û kalikê gelêrî re. ne xwariya û nevexwariye hama helbest nivîsandiye. gotinên stranan û muzîk hemû aîdê wî ne. bişerefa şeref ku helbestkar û muzîsyenekî kurd hebê ew jî gelêrî bixwe ye*

heta ku ez hîn bûm bê gelêrî kî ye û çi ye vêca hengî bejn li min zêdebû ji hingî ve ez li ezmana me.



15.06.2013 00:28 | azadixwaz

66338. tê gotin ku dema pisîngekê ji qata heft'ê bikeve xwarê, ji ketina qata dozdehê xirabtir e ji bo wê..

anku bi gotineke dî heke ji qata 7'ê bikeve îhtimala mirina wê di sedî de 30'ê zêdetir dibe..

ji ber ku: ji bo ku pisîng bikaribe li ber rewşa ketinê, pozîsyona xwe guncavtir bike, jê re 8 qat pêwist e



08.06.2013 14:50 | simurg56

96093. Li gorî profîla simurg56 ew "hê çomez e".
Îda nizanim bejin li min kin bû niza dirêj *



27.10.2013 15:55 | simurg56

98379. adele heyrana ahmet kaya ye.

Wayy bee






27.10.2013 15:55 | simurg56

103389. (bnr: kêzika xalo xalo)

Ev xalo, ji xal'ê tê, yanî nuqte; ne ji birayê diya mirov tê. Hâlbuki zarokitiya min wisa derbas bû *



27.10.2013 15:55 | simurg56

114084. Di îngilîzî de peyva news yanî n-e-w-s ji sertîpên North East West South pêk tê.
News, Yanî agahiyê jî çar aliyan ve tên.



27.10.2013 15:55 | simurg56

143866. ez dixwim bejna cinorekî hineki dî dirêj bikim;
ristên; ''çend xarên min wendabûne li newala waweylê'' ji helbesta rênas jiyan a hebhinarkê ye..


Ji wê şeva bi şewbê
bêhna firîkên şewitî dihat ji çolê
çend xarên min wendabûne li newala waweylê
destmêja te û janê ji hevdû naşkê
hebhinarkê! ..
min ji te re got nexeyide ji wê çîrokê;
wê gewriya te dil bide kêrê
li kerbelayê
belê delalê

li çaraliyê çefiya min,
diçurise şûna şûrê şilfîtazî yê îskenderê mezin
kulora şahmeran e egala li serê min
ev kitana çenda ye te li xwe şikenandiye hebhinarka min
ne sûcê te ye,
ew mîratê kewan li me nehatin

li çiyayê şengalê,
komeke xenzîr teyrê tawiz ji xwe re biraştine
perikên wî digirîn li dewsê
tu hogirî van perîkan bûyî
hebhinarka delalî
bi cizbê ketin hêsirên te yên firyalî
li ser goleke mêşinî

bo bi serê xwe dakim,
ez ê dojeh bi dojeh li xweliya hestiyên te bigerim,
hebhinarkê;
teşiya bê,
destara berfê,
berîvana baranê,,,



08.06.2013 14:50 | simurg56