1. xwedê îşê wan rast bîne û serkeftinê bide wan lê belê biqasê dibînim û dibihîsim piraniya wan ne tu gelaş in. |
|
2013.07.02-12:07 |
simurg56
![]() |
2. nizanim mûzîka baş çêkin. |
|
2013.07.02-12:15 |
simurg56
![]() |
3. xelkên vê beşa kurdistanê jî wekê piraniya xelkên din ên parçeyên din ên kurdistanê yeknesak û yekrengî nîn in.. berî her tiştî herêma soran û herêma bahdînan wekê ava behra reş û ava behra sipî ji hev û din cuda ne û xet û sînorek berbiçav di neqeba wan de heye.. piraniya kurdên soran dilkokê wan ji tirkiyeyê bêtir li ser îranê ye û ji xwe dema mirov li çand û edet û folklor û ziman û siyaseta wan dinêre dibîne ku zêde di bin tesîra fars û eceman de mane.. wekê kurdên bahdînî jî du beş û du behr in behrek jî kêm zêde polîtîk e û xêr û qenciya çar parçeyên kurdistanê dixwaze û li gorî vê armancê tevdigerin û dost û dijminên kurdan baş dinasin û tu qîmet û girîngiyên nadin şelaf û şeqleban û kurtêlxwarên li kurdistanê.. lê beş û pişka din a kurd û kurmancên bahdînî an apolîtîk in û xebera wan ji dinyayê nîne an jî polîtikayek lokal ku tenê ji bo xêr û berjewendiyên kurdistana azad tevdigerin dimeşînin û bi piranî ji xeynî konfora qûna xwe û pereyên di berîka xwe û zerî û esmerên di ber û paşilên xwe de tu tişt ne bi xema xirrê wan ve ye.. |
|
2013.07.02-12:17 |
endazer
![]() |
5. kurdên soran hinek di bin bandora çanda ereban da mane û hinek jî ji tiraliye hez dikin. |
|
2013.10.07-20:58 |
newenda
![]() |
7. berevajî îdîayan kurdên soran bêtir di bin çanda îraniyan de mane.. |
|
2013.10.07-22:09 |
endazer
![]() |
8. Me bakûr azad kir îca tinazên xwe bi başûriyan dikin. |
|
2013.10.07-23:18 |
gulan
![]() |
9. hemberî rexneyên xwe vê rastiyê jî qebûl dikim ku gelê ku bi gelemperî, ji gelemperiya kurdên bakur kurdtir in û bi kurdbûna xwe zêdetir serbilind in. çêbû? |
|
2013.10.07-23:30 |
simurg56
![]() |
10. ez dikarim bi dehan kêmasiyên başûr binivîsim lê nexweşîkî di nav me bakûriyan de heye ku em xwe ji perçeyên din mezintir dibînin û kiryarên me ne wek yekî ji wan e jî. |
|
2013.10.07-23:44 |
gulan
![]() |
11. bi nûçeyeke ku min îro xwend, dîsa erebên nedîtî anîn bîra min. |
|
2013.12.13-22:56 |
simurg56
![]() |
12. gelê ku em hîn bûn ku heyranê cemaata gulen in jî. |
|
2014.02.27-22:50 |
simurg56
![]() |
14. gelê ku xwediyê hunermendên hêja ne ye. Çopî, zekeriya ebdulla, eyaz yusif, û her çiqwasî kawîs axa li mêrdîn jidayik bûbe jî li başûr dibe stranbêj. |
|
2015.02.05-18:43 |
berxweda
![]() |
15. kes jî napirse bê ka ev başûrî çima soraniyê bi elifbêya îngilîzî dinivîsînin? dema ku dibînim wisa nivîsandine, "zor supas dakam dxtoray mazn, natwanm brem naxsha latush bi chunka taza tawaw taxarujt krd." dikim dîn bibim. |
|
2017.08.29-01:32 |
tizbîkêş
![]() |
16. kêyf kêyfa we ye. |
|
2017.08.29-15:53 |
elaziz izzetpasa camii
![]() |
17. Mixabin min heta nihe derheqê wan de tiştek baş ne bîhîstîye. Mesela muavînekê ozdîyarbekîr ê re min axiftibû got mirov wan dibîne ji kurdîtîyê sar dibe wer dikin ku dilê mirovê ji xwe sar dikin. |
|
2017.08.29-23:19 ~23:20]|
azad30
![]() |
19. Kesên ku evîndarê Tirkiyeyê ne. Dema min bihîst ku hin malbatên başûr di malên xwe de bi tirkî diaxivin bi rastî dîn bûm. Berê heftiyekê jî yekî soranîaxêv re min peyivî. Gotina wî ya pêşî ev bû, digot hevalên te yên keçik ên ku tirk hene. Û ew kêm aqil berdewam dikir û digot kêfa min ji tirka re zehf tê û gelek xweş in. Min jî dilê xwe pê rehet kir pê dijûn û çêran. Bi Rastî pêşî min sê çar cara jê re qala hovên tirka kirim lê ka ev kêm aqil çi fêhm bikin. Û mixabin piranî jî wiha ne. Xwedêyo ev çi bela ye. Ev çi ceribandin e. |
|
2020.09.21-20:41 |
yûsiv
![]() |
20. gelê ku ji bakur bêhtir bûne heyranê tirka û çanda wan. li başûr bi hêsanî mirov kare xwe bigihêne badiniya. lewra hem bi kurmancî diaxivin û hem bi tîpên latînî dinivîsin. bi qasî ku wan dişopînim tev bûne heyranê tirkiye û çanda zengînê tirkiyê. di dawetên xwe de ' çifte telli, misket' filan dilîzin. hemû tv yê wan rêzefîlmên tirkan wergerandine badinî û soranî û gel lê darî dike. li marketan %80-85 tiştên wan marqayên tirka ne. di erbeyên xwe de stranên ibrahim tatlıses lêdixin. ev jî rêzefîlma 'geniş aile' ye; vîdyoyê veke |
|
2020.12.03-12:17 |
tîrêj zana 21
![]() |
21. Insanên go bi her şiklî li bin bandora çanda tirka dimênin in. Ji ber statuya sîyasî û fîzîkî bixwazin jî nexwazin jî têsîra dewleta tirk li ser wan mezin e. Heke ev rewş neguhere, başûrê kurdistanê nikare xwe ji bûyîna pêlistoka tirkiye bifilitêne. |
|
2020.12.03-20:24 |
hueyn
![]() |
22. Giştkî memûr in. |
|
2020.12.14-20:26 |
cinorek
![]() |
23. jixwe ez wan dişibînim gelê éreb bi saxiya petrolê hebek perê wan heye lê ku petrol ji qiymet de dikeve pê digrin . |
|
2020.12.14-20:38 |
shwinsherm
![]() |
24. di warê aborî û siyasî de gelek xeletiyan dikin. belku ez ê werim recmkirin lê sîstema heyî ya başûr dişibe sîstema akpê ya ku bi îhaleyan û rûşwetan cihê xwe qewî dikin. lê ya başûr hinek jî seretayîtir (eşîr) ye. |
|
2020.12.14-20:53 |
xelîl
![]() |
25. xanîyên xwe jî li tirkiyê an jî li kurdên tirkiyê didin çêkirin. tabî karker kurd bin jî patron dibe ku mhpyî bin jî. jixwe akpyî ser seran û ser çavan in. |
|
2020.12.14-22:56 |
simurg56
![]() |
26. Sê çar roj berê min çerxa tirktelekomê gerand û 10 gb înternet tenê bo şevê wek diyarî derket bextê min. Ji ber ku înternetê min zû bi dawî nebê min video jî zehf temaşe nedikir. Ev diyarî ji bo min bû bihane û dawî min dest bi temaşekirina videoyan kir. Ku diyarî vala neçê. |
|
2021.01.10-06:25 |
bilbilê dilkul
![]() |
27. dema mirov li lêgerîna play storeê "fêrbûnî" dinivîse tiştên derdikevin (gorî rêzê): |
|
2021.01.10-21:56 |
keyomerd
![]() |
28. zimanê duyemîn ya gelê başûrê kurdistanê/128985 |
|
2021.01.10-21:59 |
tizbîkêş
![]() |
29. (bnr: gelê bakurê iraqê) |
|
2021.01.25-11:51 |
lewendî
![]() |
30. Tirkoyek çûye başûr bi awayekî objektîf qala çavdêriyên xwe dike. Çaxê çûbûm wir mîna gundekî mezin dixuya, di ser çûyîna min re çend sal derbas bûne mixabin hîn jî mîna gundekî mezin dixuye. |
|
2021.02.09-22:23 |
ezcan
|
31. Gelê kurdistana başûr, |
|
2021.02.11-19:22 |
elaziz izzetpasa camii
![]() |
32. li başûr nêzî saleke nedana mûçeyên memûran/130989 |
|
2021.02.11-19:28 |
asîmanê sêwî
![]() |
33. Mijara ku divê ji bo vê entryê: gelê başûrê kurdistanê/130377 bersiv bidim. |
|
2021.02.11-19:45 ~23:49]|
xabûrî
![]() |
![]() |
xelatên tirşikê 2020 [2] |
![]() |
xelatên tirşikê 2020 [13] |
![]() |
yekemîn balafira bi destê kurdan çêbûyî [1] |
![]() |
dilxoşim meke [1] |
![]() |
hero & frya [1] |