Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 12 peyam
gelê başûrê kurdistanê - tirşik
gelê başûrê kurdistanê

Navê mijarê ya ewil ev bû:gelê kurdistana başûr
(29) (3) (6)
di mijarê de bigere

1. xwedê îşê wan rast bîne û serkeftinê bide wan lê belê biqasê dibînim û dibihîsim piraniya wan ne tu gelaş in.

berî her tiştî, ji ibrahim tatlıses guhdar dikin: https://tirsik.net/1574.en

evîndarê tirkiyê ne.

çavên xortên wan li çûna ewrûpa û amerîkayê ye.

hevkariya cemaata fethullah gülen dikin. rêvebirên wan zarokên xwe dişînin mekteben wan û hwd.

îmaja ku serê min de çêkirine qet ne mîna xeyalên min ên derbarê kurdistaneke azad e.

mixabin ji me re (kurdistana bakur) ne mînakeke baş in. heta em bi vî halê xwe ji wan re mînak in.



02.07.2013 12:07 | simurg56

2. nizanim mûzîka baş çêkin.

ji kurdistana surî hunermendên gelekî baş derketine [ciwan haco]

ji kurdistana îranê jî hene [kamkaran, rockurd]

jixwe kurdistana tirkiyê deryaya mûzîka kurdî ye.

lê ji başûra mezin mûzîka kurdî ya biqalîte gelekî hindik derdikeve. piraniya mûzîkên wa teqlîda tirkiyeya berî 20-30 salan e. ya ecêb ew e ku derfetên wan jî ji hemû perçeyên din zêdetir e.



02.07.2013 12:15 | simurg56

3. xelkên vê beşa kurdistanê jî wekê piraniya xelkên din ên parçeyên din ên kurdistanê yeknesak û yekrengî nîn in.. berî her tiştî herêma soran û herêma bahdînan wekê ava behra reş û ava behra sipî ji hev û din cuda ne û xet û sînorek berbiçav di neqeba wan de heye.. piraniya kurdên soran dilkokê wan ji tirkiyeyê bêtir li ser îranê ye û ji xwe dema mirov li çand û edet û folklor û ziman û siyaseta wan dinêre dibîne ku zêde di bin tesîra fars û eceman de mane.. wekê kurdên bahdînî jî du beş û du behr in behrek jî kêm zêde polîtîk e û xêr û qenciya çar parçeyên kurdistanê dixwaze û li gorî vê armancê tevdigerin û dost û dijminên kurdan baş dinasin û tu qîmet û girîngiyên nadin şelaf û şeqleban û kurtêlxwarên li kurdistanê.. lê beş û pişka din a kurd û kurmancên bahdînî an apolîtîk in û xebera wan ji dinyayê nîne an jî polîtikayek lokal ku tenê ji bo xêr û berjewendiyên kurdistana azad tevdigerin dimeşînin û bi piranî ji xeynî konfora qûna xwe û pereyên di berîka xwe û zerî û esmerên di ber û paşilên xwe de tu tişt ne bi xema xirrê wan ve ye..



02.07.2013 12:17 | endazer

4. kurdên soran hinek di bin bandora çanda ereban da mane û hinek jî ji tiraliye hez dikin.



07.10.2013 20:58 | newenda

5. ji şixûlê hez nakin û bi taybetî jinên wan obez in *



07.10.2013 22:05 | brusk56

6. berevajî îdîayan kurdên soran bêtir di bin çanda îraniyan de mane..



07.10.2013 22:09 | endazer

7. Me bakûr azad kir îca tinazên xwe bi başûriyan dikin.

mijar rexne bin?rexneyê min jî hene lê xuya ye ku zêdetir biçûkdîtin heye.

haya me jê tune ku kurdên bakûr ji sedî heştê bûne tirk.



07.10.2013 23:18 | gulan

8. hemberî rexneyên xwe vê rastiyê jî qebûl dikim ku gelê ku bi gelemperî, ji gelemperiya kurdên bakur kurdtir in û bi kurdbûna xwe zêdetir serbilind in. çêbû?



07.10.2013 23:30 | simurg56

9. ez dikarim bi dehan kêmasiyên başûr binivîsim lê nexweşîkî di nav me bakûriyan de heye ku em xwe ji perçeyên din mezintir dibînin û kiryarên me ne wek yekî ji wan e jî.

mînaka herî berbiçav rojava ye.

dilê me bi wan re ye lê em wan layiqê pakêtên miqarna dibînin ev biratiya tirkan e ne a kurdan e.



07.10.2013 23:44 | gulan

10. bi nûçeyeke ku min îro xwend, dîsa erebên nedîtî anîn bîra min.

li gorî nûçeyê tenê 10 mehên dawîn de 96 ton zêr hatine kurdistana başûr. ku di nav wan de pêlavên zêr, xançerên zêr û heta keleşên zêrîn hene. (vê yekê cîda tuvaleta zêrîn ya saddam anî bîra min)

bûhayê van zêran nêzikî 10 milyar dolaran e.

tê gotin ku ji ber ku îslamê de ji bo mêran lixwekirina zêran heram e, ew jî çekên xwe tînin ku zêr li ser wan were bicîkirin.



mixabin bi van tevgerên xwe başûr şûna ku pêşeroja xwe nikare ava bike. şûna kirîna evqas zêr, hinekî li ser kar û barên kêrhatî bixebitiyan niha karsazên tirk yên netewperest ji welatê xwe derxistibûn. lê...

http://ekurd.net/mismas/articles/misc2013/12/state7574.htm



13.12.2013 22:56 | simurg56

11. gelê ku em hîn bûn ku heyranê cemaata gulen in jî.

(bnr: gelo hûn dixwazin xwendingehên cemaeta gulen li herêma kurdistanê bên girtin)

ji bo yên din: (bnr: ibrahim tatlıses), (bnr: ismail yk)



27.02.2014 22:50 | simurg56

12. gelê ku xwediyê hunermendên hêja ne ye. Çopî, zekeriya ebdulla, eyaz yusif, û her çiqwasî kawîs axa li mêrdîn jidayik bûbe jî li başûr dibe stranbêj.

di vir de gotina simurg56 jî rast e, ew gelekî ji ibo hez dikin. lê divê meriv nebêje muzîka wan tune ye. meriv dikare bibêje em nas nakin û ji xwe bipirse çima em wan nas nakin.



05.02.2015 18:43 | berxweda

13. kes jî napirse bê ka ev başûrî çima soraniyê bi elifbêya îngilîzî dinivîsînin? dema ku dibînim wisa nivîsandine, "zor supas dakam dxtoray mazn, natwanm brem naxsha latush bi chunka taza tawaw taxarujt krd." dikim dîn bibim.



29.08.2017 01:32 | tizbîkêş

14. kêyf kêyfa we ye.



29.08.2017 15:53 | elaziz izzetpasa camii

15. Mixabin min heta nihe derheqê wan de tiştek baş ne bîhîstîye. Mesela muavînekê ozdîyarbekîr ê re min axiftibû got mirov wan dibîne ji kurdîtîyê sar dibe wer dikin ku dilê mirovê ji xwe sar dikin.

Mêrsîn ê bûroya pdk bakur heye carna ez dema diçim mêrsînê diçim serdana wan jî.
berpirsê wêrê jî xelkê dihêya sêrtê ye zilamek gelek baş û xîretkêşe dema avabûna kuk(kurdîstan ulusal kurtuluşçulari) ê de cîh digire paşî tevlî pkk dibe dûre dema pkk ji fikra serxwebûnê îstîfa dike ew jî ji wan dûr dikeve paşî hezar tişt tên serî wî ji alîyê pkk wek xaîn tê îlankirin bi mirinê tê tehdît kirin felan . Vêca ev camêr rojek dema em hinek hevala re rûnîştîbun behsa gelê wêrê kir û wiha got "xelkê başûr ne ti mirovin, divê em ji bo kurdîstanê xabata xwe bikin ne ji bo şexsê wan" civata rûnîştî jî xeberê camêr rast derxist û tiştên din jî gotin ku mirov dizanîya ku kurdên başûr guneh, teralî û kirêtîyên ereban girtine ser xwe hetta wan derbas kirîne.

Neyse divê em bo axa kurdîstanê bixebitin ne ji bo çavêt başûtîyan.



29.08.2017 23:19 ~23:20 | azad30

16. Kesên ku evîndarê Tirkiyeyê ne. Dema min bihîst ku hin malbatên başûr di malên xwe de bi tirkî diaxivin bi rastî dîn bûm. Berê heftiyekê jî yekî soranîaxêv re min peyivî. Gotina wî ya pêşî ev bû, digot hevalên te yên keçik ên ku tirk hene. Û ew kêm aqil berdewam dikir û digot kêfa min ji tirka re zehf tê û gelek xweş in. Min jî dilê xwe pê rehet kir pê dijûn û çêran. Bi Rastî pêşî min sê çar cara jê re qala hovên tirka kirim lê ka ev kêm aqil çi fêhm bikin. Û mixabin piranî jî wiha ne. Xwedêyo ev çi bela ye. Ev çi ceribandin e.



21.09.2020 20:41 | yûsiv

17. gelê ku ji bakur bêhtir bûne heyranê tirka û çanda wan. li başûr bi hêsanî mirov kare xwe bigihêne badiniya. lewra hem bi kurmancî diaxivin û hem bi tîpên latînî dinivîsin. bi qasî ku wan dişopînim tev bûne heyranê tirkiye û çanda zengînê tirkiyê. di dawetên xwe de ' çifte telli, misket' filan dilîzin. hemû tv yê wan rêzefîlmên tirkan wergerandine badinî û soranî û gel lê darî dike. li marketan %80-85 tiştên wan marqayên tirka ne. di erbeyên xwe de stranên ibrahim tatlıses lêdixin.

ev rêzefîlma 'akasya durağı' ye;






ev jî rêzefîlma 'geniş aile' ye;





03.12.2020 12:17 | tîrêj zana 21

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» gelê min rabe
» başûrê kurdistanê

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî