Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
bastîq - tirşik
bastîq
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. şêrînahiyeke ku ji şîle, arvan û kunciyan çêdibe. wekê nanê sêlê ye û bi kakilên goz, behîv û fisteqan tê xwarin.



03.03.2014 02:00 | endazer

2. bastêq



03.03.2014 02:06 | dara berrûyê

3. li herêma dêrika çiyayê maziyê jê re dibêjin bastêq. bi tirkî jî jê re dibêjin pestil û bastık.



07.03.2014 19:58 | mergehez

4. çêkirîna wî gelek gelek dîjwar e. herî kêm heft heşt kes hewceye kû bastiq derkeve holê.



07.03.2014 21:48 | gelawej

5. bastîq navê şêrabiyek herêma xelfetî ye û ji ava kelandî ya tirîyan tê çêkirin. Çêkirina bastêqê karekî gelek bi zehmet e. Ji komkirina tiriyan heta qeşartina bastêq gelek gav pêwîst in. Berî her tiştî tiriyê ku di bax û baxçeyan de di mehên îlonê de têne qutkirin. Torbeyên ku avê berdidin derve bi ew tiriyên qutkirî tên tijîkirin. Di pişt re meriv pê li wan torbeyan dike da ku ava tiriyan jê derkeve, ew av jî piştî tê fîltrekirin di zarikên mezin de tê komkirin. Binê zarik agir pê dixin da ku av bikele û bitemize. Da ku zûtir bitemize kef tê dayîn. Dema ku av kefdan dibe zarik ji agirê tê rakirin, ji ber ku heger ava tiriyê ne kefdan be wê bastêq şêrîn nabe û dirdirkî dibe.



Here lînkê

Bi vê şerbeta ku bi vî awayî çêdibe re dibêjin şîre. Piştre bi leganên mezin tê rakirin. Şîre dema ku sar dibe carekî din tê kelandin, lê vê gavê kesekî xort gerez hertim şîreyê li hev bixe. Li ser alanekî duz de bezên paqij têne raxistin û şerbet li ser wan de tê rijandin. Dema ku şerbet li ser bezan hat rijandin, şerbet bi tetikekî tê belav kirin da ku qalindabûna şerbetê wekhev be.



Here lînkê

Ew çarên ku şerbet li ser wan hatiye rijandin şevekê wisa dimîne da ku şerbet bi hişkbûna xwe re bibe bastêq. Sibê ew bez têne komkirin û ber bendan têne girêdan. Qasî saetekê bez wisa dimînin û piştre bastêq ji bezan têne qeşartin. Da ku qeşartina bastiqan hêsantir bibe meriv bezan (binê bastêqan) hindik hêmî dike. Dema ku bastêq hat qeşartin meriv perçe perçe dibire û parçeyan datîne ser hev. Piştre ev bastêq di sandoqan de ji bo zivistanê têne veşartin. Di zivistanê de bi fisqek, nûk yan jî bi mast tê xwarin.



Here lînkê



19.03.2015 21:13 | remlavêj

6. Xalîl bastîq

Ji bo bastîqên qalind xalîl dibêjin li êlihê ger ez şaş nebim.



02.06.2017 23:33 | rûbar

7. şîraniyeke ku ji tireh/ tirî tê çêkirin.
min çêkirina wê bi çavan nedîtiyê lê tişta ez dizanim
pîştî ku dikelê û dibe wek şerbetê
li ser çarşefekê diraxin û heya ku hişk dibe
Here lînkê



05.06.2020 14:47 ~2020.11.16 10:53 | merwano

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» bastîq

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî