Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
bidlîs - tirşik
bidlîs
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê straneka koma çar newayê ye.. newa û meqamê stranê eyn wekê ya bitliste biş minare yê ye.. lê stran gelêrî ye an wan bi xwe gotin li ber versiyona wê ya tirkî nivîsandine nizanim.. axirê nilüfer akbalê jî versiyona wê ya bi kurdî di albûma xwe ya vê taliyê ya bi navê klasîkên kurdî de strandiye.. ez vê jî bêjim dema mirov li gotinên stranê dinêre, dilq û dirûvê stranên gelêrî pê dikeve..



Sûka Bidlisê çalee ware lawik tu ware,

Di bin da cut newalee ware cano tu ware. 2x

Tu çuyî her dinalim ware lawik tu waree

Ev çendik û çend sal e ware cano tu waree 2x

Bidlîsê çem û kanî waree lawik tu waree

Kevootkan li ser danî ware cano tu ware 2x

Dixwazim werim ba te ware lawik tu ware

Rê dûr e kul xedar e ware cano tu ware 2x



çar newa - bidlîs :



nilüfer akbal - bidlîs :



02.03.2014 21:40 | endazer

2. xelkê vî welatê, bajarê xwe re nabêje bidlîs, li wir wek bilîs tê gotin.

Piranî, wextê ji mirovên bajarên din ra hev dipirsin, pêşî, yên xerib gotina bilîsê fêm nakin, paşi disa dipirsin.



+Tu ji ku yî?

-Bilîs

+Ku derê?

-bidlîs



29.04.2014 14:48 | mîr

3. bajarê ku kengî navê wê dbihîsim bîranîneke min ya zaroktiyê tê bîra min;



wexta hilbijartinekê bû, nizanim kîjan sal bû lê berî sala 2000 bû. ez ne xelet bim hilbijatinek heremî bû. di wê hilbijartinê de me ji televîzyonê dît ku me li bidlîsê ji partiyên tirkan hemûyan kêmtir standiye. bavê min gelek aciz bûbû.

roja piştî wê di erebê de strana "batman e batman e" lê dida. di stranê de rêzikeke wisa heye "ji wê ve çûma bidlîsê, çi milletek temîz e..."

dema bavê min vê seh kir got "na welleh ne welê ye. çi milletek bênamûs e!"



ez qet neçûme bidlîsê û bidlîsiyan nas nakim û di hilbijartina dawîn de hdpê %49,44 deng stand. lê mixabin dema navê vî bajarî dibihîsim ev tê bîra min, bila li qusurê nenêrin.



28.08.2016 10:42 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» bidlîs

Kategoriyên mijarê:: cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî