Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
sloganên ji bo danasîna tirşikê di twîtterê de - tirşik
sloganên ji bo danasîna tirşikê di twîtterê de
(9) (0) (12)
di mijarê de bigere

1. çend sloganan li vir binivîsin. tu hevalên min tune ne lê belkî têkeve nav deh mijarên pêşî *



(bnr: ez gellekî firiyam)



01.03.2014 19:46 | berxweda



4. çend sloganên min ên ji kampanyaya borî:



dev ji tiwîtandin û gogilandinê berdin, fermo bitirşikînin..

bila êdî ekşisözlük û itüsözlük û uludagsözlük bêjin xwezî b tirşikê, xwezî bi kurdî û xwezî bi kurdistanê..

xwarin û ferhenga millî ya kurd û kurdistaniyan

zimanê xwe di qewlikan de, di kewaran de û di mûzexaneyan de hilneyînin, veneşêrin bidin ber, bikar bînin, bitirşikînin..

Kurdno malxerabno! an nebêjin em Kurd in, an jî di http://tirsik.net ê de binivîsin û bixwînin.. *

we http://bijwensozlukspot.com kir malê tirkî, we http://ferhengamed.com bêxweyî hişt, lê em nahêlin hûn tirşikê bikujin an bikin malê tirkî..



01.03.2014 19:55 | endazer

5. min du slogan avêtin jî *



(bnr: hun jî werin tirşikê bixwin #tirsiknet)

(bnr: tirşikxwarin di tirşikê de xweş e! #tirsiknet)



01.03.2014 19:57 | berxweda

6. - ji bo ku înternet bibe kurdî gavek bavêje û were tirşikê!

- tirşik gelek xweş e hûn jî werin...

- kaşkaşoka paşpaşoka pêşpêşoka ser hesin a bin erd: https://www.tirsik.net/p/6342/kaskasoka-paspasoka-p-sp-soka-ser-hesin-a-bin-erd

- hûn ê bibin nexweşê tirşikê, lê xem nekin: bnr: di tirşikê de pirbûna bijîşkan: https://www.tirsik.net/p/916/di-tirsik-de-pirb-na-bij-skan



01.03.2014 19:59 | simurg56

7. - bila tirşik nebe çol

- tirşikê bênan bixwin. xem nekin têra we hemûyan heye

- devlet bahçeli: bi saya tirşikê hînî kurdiya akademîk bûm

- li tirşikê her tişt nivîsandiye, ger nehatibe nivîsandin jî sûcê te ye!

- tir jî das jî li tirşikê ye



01.03.2014 20:01 | simurg56

8. - obama gotiye dema hejmara nivîskarên kurdînivîs yên tirşikê bûn 100.000 ew ê piştgiriyê bide kurdistana azad...

- eger dinya hemû malperên tirk be, tirşik tenê besî me ye!!

- li tirşikê sansûr tune. ne girêdayî tu partiyan e. apocî, barzanîcî ferq nake. tenê mehmeet metîner nikare têkevê



01.03.2014 20:02 | simurg56

9. - bavo çima ferhengek kurdî yê înteraktîf tune? ma dema hûn ciwan bûn we çi gû xwar? + error!!!! (werin tirşikê, poşman nebin)



- twitter derbasdar e, tirşik mayîn de ye. weke hobiyê dîsa bikevin twitterê lê mala we tirşik e. we go erê?



- em ê ji zarokên xwe re ansîklopediyek kurdî bihêlin: http://www.tirsik.net



- ew çi Sumerî ye ku bi Sumerî nizane bixwîne û binîvisîne: https://www.tirsik.net/p/4165/ew-ci-sumer-ye-ku-bi-sumer-nizane-bixw-ne-bin-vis-ne nebin weke sumeriyan!!!



- jin jiyan azadî û tirşik



- tedawiya hemoroîdê li tirşikê ye: https://www.tirsik.net/p/1088/hemoroid



- li tirşikê ji bo hemû fikr û baweriyan cî heye. ku ji fikrên xwe bawer bî, were cengê...



- kurd li tirşikê, jiyana xwe û hemû fezayê bi kurdî rave dikin



01.03.2014 20:06 | simurg56

10. Rahijin kevçî û têkevin #tirsiknet ê.

jan arslan nivîsandiye .



01.03.2014 20:06 | brusk56

11. ji endazer hat;

ne ji Tirşikê bûya niha navê me hemûya Berkecan û Sudenaz bû.. *



01.03.2014 20:38 | simurg56

12. çawa heta niha nehatiye bîra min:



"#tirsiknet

tirşikvanî an jî tirşikçîtî. aha hemû mesele ev e!"



01.03.2014 21:05 | simurg56

13. @imadbernas ;

#tirsiknet

Tîp; dolme

Peyv; pîvaz

Hevok; firingî(bacan)

Peyam; goşt

Agir; zimanê kurdî

Hertişt amadeye

De tu jî were tirşika xwe çêke, zû.



01.03.2014 21:30 | brusk56

14. #tirshik.net qata duduyan ji bo malbatan e.

tirşikvaniyên firotaniyê (ji bo demanî peyamên taybet bişînin)



01.03.2014 21:45 | biruya hayao miyazaki

15. - miranda kerr, jessica alba, megan fox, scarlett johansson, hemû bi tirşikê forma xwe diparêzin..

- erê dilo yeman yeman, twitterê girtiye mij û dûman, ji me re bînin tirşika mîran, ew dermanê hemû derdan!

- kita goreya we, şîfreya facebookê ya dergistiyên we yên berê, formûla perçekirina dendika atomê, hema we çi bivê tê de heye..

- lêxin hevalno lêxin, ma ev tirşikê çi dihesîbin?!

- meqlûbe out tirşik in!

- berî tirşikê ''anliyem ama konişamiyem'' piştî tirşikê ''okiyam ama yazamiyem''

- tirşika me hêj neçûyî dîyaran rehme'l dêûbavên retweetkaran..

- marqeya Kurdî ya navnetweyî..

- ne ji Tirşikê bûya niha navê me hemûya Berkecan û Sudenaz bû..

- eger dina hemî ferheng bin, ferhengek tenê besî min e, guh nadime ferhengêt xelkê madem tirşik bi dilê min e..

- ay lê tirşik tirşika minê, tirşika li ber dilê minê, tirşikê nadim bi ferhengên dinê, ez ser tirşikê bêm kuştinê..

- montaj şantaj û dublaj bi KurdÎ û bi ostahiya sedsala bîstan, di tirşikê de..

- di tirşikê de her tişt serbest e, bifikirin ku camêrinin tên û tê de dibêjin bijî serok teyyîb, rêberê gelên tikiyeyê teyyîb..

- mamikê mino mamanî, tê xwarin û tê xwendin, çi ye?

- an tirşik an tirşik!!!

- berê Kurdiya min jî di asta Kurdiya P. Buldanê de bû saya serê xwendinên xwe yên li ser Tirşikê min C.Bedrixan jî aşmîş kir..

- tirşik wekê tîryakê ye, heçiyê şamîşamî nekirî nikare jê fêhm bike..

- tirşik Kurdistan û Kurdî-stana sanal ya li ser nexşeya cÎhanê..

- anlyamazsınız vs. beni anlamıyorsunuz.. bijî biratiya rojeva gelan!

- ev tirşika xweş û ala, jê têr dixwin mîr û mella!!

- dilê min îşev di quçxaneya tirşikê dikele, dikele ax dikele..



01.03.2014 21:50 | endazer

16. "#tirsiknet

ger bacanek bûma, min ê hebûna xwe ji bo hebûna tirşikê bikira diyarî *"



01.03.2014 21:52 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» sloganên ji bo danasîna tirşikê di twîtterê de
» danasîna fîlma ersîn çelîk li ser malpera tirkî ya sinemalar.com de
» tirşikê de îhtimala xwandina peyamên taybet

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî