Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
zimanê ewilîn - tirşik
zimanê ewilîn
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Bila kurd bi zêç û zarokên xwe re di salên pêşîn -heya heft an heşt saliya wan- tenê bi kurmancî qise bikin çiku heya ku kurdî nebe zimanê kurdan î ewilîn êdî em nikarin kurdî jî ji ber bayê windabûnê xilas bikin.... loma divê her kes xwe bixe di bin barê vî karê pêwist de



26.02.2014 19:45 | elomelo

2. zimanê ku dê û bav zarokên xwe hîn dike, ye. di nav kurdan de ev ziman divê bibe kurdî. yek: ji ber ku kurdî zimanê me ye. du: ji ber ku dema zarok mezin bibin jixwe ewê zimanên din hîn bibin û kurdî jî zimanekî zortirîn e.



(bnr: zimanê zikmakî)



26.02.2014 19:51 | mergehez

3. li gorî têgehên zimannasiyê zimanê ewilîn û zimanê zikmakî ji hev cûda ne, zimanê ewilîn ew ziman e ku tu herî baş wî dizanî û pê xeber didî



26.02.2014 19:53 | elomelo

4. tê gotin ku zimanê firîgî ye.

heredotê dîroknivîs di berhemeke xwe de behsa 1. psamtîk dike. li gorî nivîsa wî, pasmtîk rojekê du zarokên nûçêbûyî dane ber destê şivanekê û jê xwestiye ku bi wan zarokan re qet neaxive. û dîsa jê xwestiye ku guhên wî lê bin ka dema mezin bibin wê ev zarok cara ewil kijan peyvê bibêjin. piştî salan dema zarok mezin dibin, şivan dibihîse ku yek ji zarokan bi dengê bilind diqîre û dibêje "bekos". şivan lê dikole û dibîne ku wateya vê peyvê di zimanê firîgiyan de "nan" e ((bnr: şivanê lêkolîner)) li ser vê yekê tê îdîakirin û bawerkirin ku koka hemû zimanan ji zimanê firîgiyan e.



26.02.2014 20:04 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» zimanên ku ne xwedî pergala hejmaran a resen in

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî