Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
nutella - tirşik
nutella
(7) (1) (2)
di mijarê de bigere

1. markayek kremaya bindeqan e.



24.02.2014 17:50 | mergehez

2. di eksisozlukê de yekî/ê gotiye; min di tirşikê de mijara 'nutella' geriyaye lê tu tişt derneketiye. qey em kes ji nutella heznakin gelo?



24.02.2014 17:52 | mergehez

3. (bnr: nutella vs tirşik)

xwarina sereke ya nivîskarên ekşi'yê ye. dema diçin û ferhengekê vedinêrin cara ewil li mijara nutella digerin: https://eksisozluk.com/entry/40650389



24.02.2014 19:38 | simurg56

4. bîjiyên ekşîsözlükê rojê se dan nutella dixwin

wextê dikenin ji kursî de dikevin *



25.02.2014 00:04 | kevçiyê dil

5. samuraiê ekşîcî ber xwe ketiye, ka çima di tirşikê de mijara nutella tuneye. berê ezê guh ne dama lê piştî nicka wê/wî dîtim xwîna min lê keliya. êh em di vê civatê de çend qaşo-japon in ma? *. qejmerî aliyekî ji ber vê yekê ez xwestim qala nutella bikim lê ma yabo kêfa min jî pir jê nayê. hema xwarinekî xurîniyê ye bes. erê min çend cara dema hesiyam ku ezê têkevim rewşa melankolîk li oda xwe stoka çîkolata avakirim lê carde jî vê çalakiya demî, taybetekî naxe li ser nutellayê nutella. hew. *



08.03.2014 22:55 | biruya hayao miyazaki

6. ne pir erzan e. ji ber vê hindê herkes nikare birehetî vê bikire. aniha li ba min heba dê çiqas xweş ba yaw. minê bi kevçiyan têketa ser û minÊ bixwara.



08.03.2014 23:00 | mergehez

7. pêxwarina ku piştî min zanî pêxwarina milî ya nivîskarên ekşiyê ye, min li xwe heram kiriye.



08.03.2014 23:02 ~2020.04.21 01:49 | endazer

8. pÊXWaRINA KU EV E NÊZIKÎ HEYVEKE ME HÊ JÎ XILAS NEKIRIYE YE. eWQAS ZIRT Û PESNÊ WÊ DIDIN LÊ DEMA EM DI DEYNIN SER SIFREYA TAŞTÊ CARNA PARÎKÊ LÊ DIDIM CARNA JÎ BÊYÎ KU EM PARÎKÎ JÎ JÊ BIXWIN JI SER sifreyê dirakin..



08.03.2014 23:15 | nan û av

9. (bnr: ji bo kurdan nutella; isot)



09.03.2014 07:44 | cinorek

10. sernivîsa, piştî ku di ekşisozlukê de ji aliyê samurai ve hatiyê qal kirin bi rojeke mazlumozdogan vekiriye.



samurai 23.02.2014: (wergirtin: https://eksisozluk.com/entry/40650389)

mazlumozdogan, 24.02.2014: nutella/27617



07.05.2014 23:52 | giyanstêr

11. maye sêwî. xwedî û çêkerê wê jiyana xwe ji dest daye.



15.02.2015 10:37 | simurg56

12. a ku şeva borî berberê ez çuyîmê digot kurê wî ne ew be tu tiştî naxwe û saet 24ande mal û mal nan geriyaye ku nutella bide kurê xwe.



15.02.2015 11:32 | azadixwaz

13. çaya qaçax/60764



25.03.2015 23:39 | mîr

14. çuqlateya ku amatorên çuqlateyê zikê xwe pê diperçivînin. lêzanên çuqlateyê paxav pê nakin, wan marqên xwe yên xas hene, wek (bnr: de ritter).



25.03.2015 23:57 | gordereş

15. marqeyeka îtalyayê ye. ji kakao û bindeqan tê çêkirin. ji peyamên jor û berteka ekşicîya dinêre, eşkere ye ne pêxwarineka civaka kurdan e, bi tu şiklî cih nedîtiye nav taştêyên kurda. tê bîra min em zarok gelek dilê me diçûyê lê piştî me carekî tam dikir cara duyê bi zorê cara sêyê nediçû xwar. nanê avbacanî sed qetê wê bêhtir dihat xwarin.



19.12.2017 18:01 | xendekî

16. xwarina ku di malên hemû xwendevanên kurd de heye lê mixabin nayê xwarin * nizanim çima dikirin ? mala me hebû hebkî. me payîzê wextê destpêka zanigehê kirîbû heta dawîya fînalan jî ew di sarincê de bû. paşî ez ji mal derketim. nizam belkû ew nutella hê jî li vê derê ye. *



12.07.2019 15:56 | xelîl

17. xelîl law ma mirov nutellayê dixe dolaba bûzê(?!) law law?

xwarineke ecêb xweş e, pir jê hez dikim. bi taybetî jî bi krep û meyveyan re pir xweş e. lê mirov nikare bixwe bigre, pir dixwe, ji ber wê neyarê tendurustiya mirov e. mirov pê xurt dibe :/



13.07.2019 15:11 | roza

18. çîkolatayeke navdar e. ji sibê de wekî jinên nebiraniyê dikin dilê min diçê, dixwazim bi kevçiyan bikevim serê lê kambaxê nîne. li ber destê sibê, bes ji bo wê ez ê berê xwe bidim marketê.



21.04.2020 01:40 | xeyda

19. sembola dûjminên tirsik.netê



05.02.2021 16:35 | heval.js

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» nutella

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî