Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 18 peyam
omid kordestani - tirşik
omid kordestani
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ne kurd e. di wîkîpediayê de hatiye nivîsandin ku ji ber paşnavê wî tê zenkirin ku qey kurd e lê ne wisa ye. ji tehrana îranê ye û îngîlîzî û farisî dizane û nijada wî pers e.

http://en.wikipedia.org/wiki/Omid_Kordestani



24.02.2014 22:18 | simurg56

2. Omîd Kurdistanî di sala 1963'an de li rojhilatê kurdistanê li bajarê pîranşarê xwedê daye. Di 14 saliya wî de bavê wî miriye, wê salê ji Îranê derbasî emerîkayê eyaleya kalîforniyayê bûye. Li eyaleta Kalîforniyayê bajarê san jose'yê çûye zanîngehê û li vir endezyariya elektrîkê xwend û kuta kir û di şirketa hewlett packard'ê de wek endezyar dest bi kar kir. Di vê şirketê de salên dirêj xebitî û dûvre di sala 1991'ê de di Dibistana Fîrmayê ya Stanfordê beşa rêveberiya fîrmayê de lîsansa bilind kuta dike.



Paşî di fîrmaya netscape'ê de peywirên girîng bicih anî û di wê şirketê de wek serokê duyem ê pêşvebirina kar û firotinê cîroya malpera Netscape'ê di 18 mehan de ji 88 mîlyon dolarî kire 200 mîlyon dolar.



Di sala 1999'an de wek avakarê şirketê derbasî google'ê dibe û di demeke kurt de di du-sêqetbûna qezenca şirketê de rolê herî girîng lehîstiye û di sala 2005'an de bi xêra serê wî Google'ê 6 mîlyar dolar kar kiriye.



Di sala 2006'an de di kovara time magazine'ê de ew jî yek ji 100 kesên cîhana me guhertiyî hatiye destnîşankirin. Di lîsteya 400 Emerîkayîyên herî dewlemend de ketiye rêza 189. û di sala 2007'an de mal û mewdanê wî tevde tekrîben 2.2 mîlyar dolar bûye.



Kurdistanî wem avakarên din ên Google'ê sergey brin û larry page neyê naskirin jî, sedema herî girîng a mezinbûn û firehbûna Google'ê de ew e.



Kurdistanî demeke dirêj di şirketa vodafone'ê xebitî û niha di 52 saliya xwe de di 14ê cotmeha 2015'an de ji Google'ê veqetiya û derbasî Twitter'ê bû. Niha di twitter'ê de wek serokê lijneya rêveberiya Twitter'ê dixebite.



08.11.2015 02:58 ~03:02 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
belki ev jî bala te bikişînin
» omid kordestani

Kategoriyên mijarê:: malper ekonomi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî