Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
hasan cemal - tirşik
hasan cemal
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. nivîskarekî li ser delila pirtûkek derxistiye ye. lê ez wekî navê xwe dizanim ji bo pere ev pirtûk nivîsandiye. lê dîsa jî ji tunebûnê çêtir e.



23.02.2014 21:46 | mergehez

2. nivîskarek û rojnamevanekî li gor rewşê diguhere ye. dema 90an pesnê ordiya tirkan vedida aniha jî li hemberî wê disekine.



23.02.2014 21:49 | mergehez

3. rojnamevanê ku gotiye "ezê di 30yê adarê de herim sindoqê û dengê xwe bidim chp û mustafa sarigul.



hasan cemal, ez kîrê kerê têxim gilika diya te.



24.03.2014 10:02 | mergehez

4. rojnamegerê ku vegeriyaye malbava xwe..

doğu perinçek û yalçın küçük û tabî taşeronê mezin çi mal be ev hesen abêyê sempatîzanokan jî eynî mal e.. gerçî ha dengê xwe daye hdp ha daye chp cem min bi xwe ferq nake asoxîn herdu partî jî partiyên sîstemê ne û herdu jî dixwazin kurdan bi komara koremar ve girê bidin..



24.03.2014 13:55 | endazer

5. nivîskarÊ heja yÊ zazakÎ-nivÎs ÎlhamÎ sertkaya derbarÊ popÛlerÎtaya pirtÛka hesen cemalÊ bi navÊ delila wusa sÎtem kiriye:



Ez ke Hasan Cemal bîyêne, ez ke tirk bîyêne û mi bi tirkî Delîla binuştêne, şima qedr û qîymet zanitêne, dawet-dawetî ser o, roportaj- roportajî ser o mi ra kerdêne.



14.04.2014 17:15 | cinorek

6. di wî hilbijartinê de xwe da rît



14.04.2014 21:04 | newenda

7. piştÎ ku dît di hilbijartinan de mustafa sarigül nekarî tu gûyî belav bike cardî berê xwe daye ber bereya kurd.. li gorî nÛçeyeka rûdawê îro ligel hunermendê kurd, ferhat tunç, çûye rojavayê kurdistanê.. kurdên ku berê li gundan salê carekî pezek ji bo zarokên xwe nedigurandin lê dema mêvaneke xerîb nemaze jî esker, memûr an mamosteyekê dewleta tirk dihat qadir hebîn jina xwe jî têxin di berê mêvanî de, hê jî her eynî gÛ ne, ji yên wekê hasan cemal re masîgir û ji xwe Û ji birayên xwe yên kurd re kîsogir in..



16.04.2014 22:34 | endazer

8. bi pertûke li ser kurda nivîsandiye pere kar dike.



16.04.2014 22:37 | mazlum

9. kesê ku beriya hilbijartinên heremî got ez ê reya xwe bidim chpê.

ez bi xwe zêde tişt ji van kesan hêvî nakim. dema min bihîst ku wê reya xwe bide chpê û vê yekê eşkere kiriye, qet aciz jî nebûm. ji bo min ji xwe ne tiştek ew qas hêja bû ku min aicz bike an jî xemgîn bike.



lê ez şîroveyên weke "saxiya serê kurdan pere kar dike" jî zêde zêde serveyî dibînim. yanê ev mantiqek zêde sivik e.

weke min gotî ji xwe ne mirovek ew qas hêja ye. lê ev jî heye. ev zilam bi kurdan re mijûl e. şîroveyên xwe yên wecdanî bi tirkan re, bi riya rojname û bernameyên televîzyonê parve dike.



îşte kurd dema yekî ne ji wan be zêde qiymetê didin nizanim çi. me çi qiymet daye yaw. yanê çûye qendîlê hevpeyvîn kiriye bi gerilayan re, çûye rojava û bi şervanên ypgê re hevpeyvîn kiriye yanê çi bûye ? ne mirovek ew qas xerab e, di derbarê kurdan de viran nake, agahiyên rast radigihîne medyaya tirkan. eslê xwe de ji bo me xebatek baş jî dike. rey nedabe bila nedê ne ew qas pirsgirêk e. ji xwe ji ber ku ne mirovek pkkî ye lewma di medyaya tirkan de xwediyê cihek e. ger pkkî bûya wê wek amed dicle, cahid mervan bûya û wê tu kesî(di medyaya tirkan de) guhê xwe neda wî ..



17.04.2014 00:01 | brusk56


11. ev nivîskarên ji pişta kurdan pera dixwin ev jî yek ji wan e. lê mixabin dema em kurd behsa xwe bikin ew ê zêde ne balkêş be lê dema yekê perexwur ê ne kurd were behsa me bike em hemûyê rabin herin wî bixwînin. sosret. ji ser pişta kurdan li ser navê delîlaya leheng nivîsand û jê pere xwar û hemû kurdên tirkî dizanin çûn pirtûka wî kirîn û pere danê lê dema hilbijartin çû dîsa ser îmana xwe û got ez nadim we kurdno. ez pê we tenê pere qezenc dikim.



17.04.2014 01:35 | xendekî

12. nivîskarekî qulbigû ye. dema ku min wî nû nas kir, min pir ji wÎ hezdikir lê piştî ku min bênamûstiyên wî dîtin, min fêhm kir bê çiqasî mirovek Bênamûs e. vêga pirtÛkek li ser delîla nivîsand û weke xendekî jî gotiye hemû kurdên me Yên ku haya wan ji tu tiştî tune ye, çûn ew pirtÛk kirî. min sûnd xwariye, heya ez wê pirtÛkê bêpere nexwînim ez wê naxwînim.



17.04.2014 01:40 | mergehez

13. mirovê ku diyar kiriye ku yê di hilbijartina serokkamariya tirkiyê de raya xwe selahattin demirtaş



04.07.2014 14:42 | nazim tolhildan

14. tirkek baş e. rexneyên weke "nanê kurdan dixwe" him mafdar in him jî bêwate ne.

erê nanê xwe ji meseleya kurd û kurdistanê dixwe lê ma ev yek ne normal e. mêrik diçe heta qendîlê û hevdîtin û reportajan çêdike, li ser pirsgirêkan kurdan dixwîne, lê dikole û pirtûkan dinivîse; ê wê helbet nanê wê jî bixwe. karê mirov çi be, nanê wî jî ji wir derdikeve.



04.07.2014 18:33 | simurg56

15. tirkeke biwijdan e û bi wijdana xwe karê xwe dike.



04.07.2014 18:47 | azadixwaz

16. Vê carê jî gotiye ez ê 7'ê pûşperê dengê xwe bidim hdpê.:



Beşek ji nivîsa Hesen Cemal

Di hilbijartinên 7'ê hezîranê de dema ku HDP'ê benda hilbijartinan a ji sedî 10 derbas bike , ew tê wateya ku Erdogan dê di halekî nebaş de di wan 1150 odeyên saraya xwe de bitenê bimîne.

HDP kabûsa sultanê wê sarayê ye, lewre jî xezeb û zikreşiya dilê Erdogan û tetikçiyên wî zêdetir bûye û dibe ku gelek xefk û planan li pêşiya Selahettin Demirtaş û pariya HDP daynin.

Dîsa dibêjim; HDP di 7 hezîranê de kabûsê sultanê wê sarayê ye. Ji ber ku ew ditirse HDP benda hilbijartinan derbas bike û bibe destpêka ketina wê seltenatê.

Ji hilbijartinan re 3 meh mane. Ez naxwazim gotina xwe zêde dirêj bikim, li ser vê erdê. li ser navê demokrasî û aştiyê ezê dengê xwe bidim HDP'ê



05.03.2015 14:11 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» hasan karakaya
» cemal dengbêjê kurd

Kategoriyên mijarê:: niviskarsiyasi rojname
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî