Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


21 mijar û 40 peyam
projeyên afirîner ji bo kurd û kurdistan - tirşik
projeyên afirîner ji bo kurd û kurdistan
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. projeyÊn ku ger ew çebin kurdistan serbixwe nebe jî hemÛ dÎne alemÊ kurdistanÊ bizanibe.

mina ku potansiyeleka sÎnemaya kurdî heye, em çima wê nakin marka minabolywood.

yan jî metbaxa kurdistan (ku-cuisine). musÎka kurdan (ku-pop).



23.02.2014 15:07 | cinorek

2. tişta ku pêşnîyarîya min ewe ku, em bi cinorek ve bi avakirina (bnr: ku-architecture)ê ve dest pê bikin. an jî marilyn monroeyeke kurd pêşkeşî piyasayê bikin. wey mala mine!!

(bnr: kurdên ku bi çavê oryantalîstekî li kurdistanê dinêrin)



23.02.2014 16:11 | nazim tolhildan

3. bêguman projeya herî mezin standardîzekirin û serdestkirina zimanê kurdî li çarnikarê kurdistanê ye.. ji ber ku hemû dagîrker û mêtingerên kurdistanê ji dînê îslamê ne, tekane tişta ku kurdan ji miletên din ên cîranan vediqetÎne û cuda dike zimanê wan e.. eger ziman bişike û ji nav here wê mûzîk û sînema û foklor û çand û edet û toreyê jî bi xwe re bibe.. hingî her kurdek wê bibe kürt asıllı türk anku tirkê ku bi eslê xwe kurd e..



23.02.2014 17:22 | endazer

4. ma porejeyên normal pêk hatin ku vêca yên afirîner??

çend projeyên min jî hene ku ne afirîner in gelek ji gelektirîn normal in lê ji ber ku em neteweyekê anormal in dibe ku wek afirîner yan jî fantastîk bên dîtin..

a yekem, divê di her taxeke de qursa zimanê kurdî bên vekirin û hemû şaredariyên ku di bin destê bdp de ne dev ji hemû kar û barên xwe berdin li ser van qursan bisekinin da ku bala hemû hemwelatiyên kurdistanê bi awayekî xurt bikşîne

a duyem divê her taxeke de pirtûkxaneyên mezin bên vekirin û têde bi tenê pirtûkên bi kurdî peyda bibin û bi polîtikayeke rêkûpêk hemû siyasetmedarên kurd têde bi cih bigirin dîsa da ku bala xelkê bikşîne

a sêyem bila şaredariyên me yên ku di destê bdp de ne helmeteke mezin li dar bixin ji bêrîka her kurdekî/ê ve bi qasî debar û dewlemendiya wî/ê pere kom bikin û bi vê pereyê xwendekarên jîr û jêhatî hilbijêrin û bi wan kesên bijarte ji bo xwendin û hînbûna zimanên cur bi cur bişînin awropayê, piştî ku xwendekarên me yên bijarte ji awropayê hatin, bila hama tiştekî din nekin bi tenê wergerê bikin. hemû kîtebên girîng, pêwîst û elzem bila wergerînin ji bo ku pêwîstiya me bi tirkî, erebî û farisî nemîne..

a çarem bi heman rê û rêbazê, xwendaker bên şandin û ji wan her yek ji xwe re beşek ji hunerê hilbijêre (sînema, şano.. hewd) û li ser vê beşê xebat û berhemên ku li dinê hatinekirin bila bi awayekî kurdî li ser bisekinin ku em ji bo têgihîştina cîhana nûjen û kompleks muhtacê tirkî, erebî û farisî nebin

a pêncem (gazinç )şaredariya amede ji dewsa eywana dawetê bila avahiya kurdî der'ê ji nû ve çêbikira baştir dibûn (çûne çend tîrilyon xerç kirine û eywana dawetê çêkirine ma xwedê aqil bide we li amedê her cih qada govend, dîlan, zîtik û lotikan e..)



bi kurtasî proje yan jî xeyalên min ev in dibe ku çend kêmasî hebin hûn tije bikin. lê ez bawer in ger ku tiştên wisa di kurdistanê de pêk werin, di nava 20 salan de di kurdistanê de şoreşa ronesansê dê pêk were. bi rastî jî Tiştên ne pêkan û ne gengez nîn in..



23.02.2014 20:35 | ferhenga şikestî

5. projeyÊn ku piştgirîya serok neçÎrwan barzanÎ bigirin in.

ji ber ku serok bi gotineka wusa ji rewşa kurdistanÊ nekeyfxweş bÛ:

herçî Ême hemane le derewe boman dêt

bale dive kurdistan ne mina welatÊn arab her tişt dikirÎ bibe. dive em hemÛ tiştÊn xwe, bi xwe çÊkin. ger em bibin welatek productÎf ew Ê me li qeda rojhÎlata navÎn bi erk bike.



07.03.2014 16:32 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
xabi alonso [1]
Di nav lîstikvanên fûtbolê yên efsanewî yên Spanya û (vbnr: Real Madri...
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
belki ev jî bala te bikişînin
» projeyên tirşik.netê
» afirîner
» kurdistan dibe xwedî domaineke fermî li internetê
» kurdistanica.com

Kategoriyên mijarê:: jiyan anket cand
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî