Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 10 peyam
mehmed uzun - tirşik
mehmed uzun
(19) (2) (2)
di mijarê de bigere

2. yek ji nîvîskarên herî navdar ên kurd e .



1'ê rêbendanê 1953 li li Siwêrekê -Riha'ê hat dinê û 11'ê kewçêrê 2007an li Amedê jiyana xwe ji dest da.



Heft roman û gelek ceribandin, lêkolîn û helbest nivîsîne û weşandine. Helbesteka wî ya dirêj bi navê Destana Egîdekî ji layê hunermend Ciwan Hacoyî ve hatiye strandin. Mehmet Uzun tenê bi kurdî nanivîse, gelek berhemên bi zimanên tirkî û swêdî jî nivîsîne.



Îro hinek kes wî wekî serkêşê romana kurdî ya modern dipejirînin, her çiqas ev cihê nîqaşê be jî, lê rastî ew e ko ew ji wan kesan e ko berhemên wî herî zêde dihên xwendin û hezkirin. Bi taybetî hêjayiya romana Siya evînê û Ronî mîna evînê tarî mîna mirinê gelek berçavtir e. Ji xwe ev herdû berhem bo zimanên bîyanî jî hatine wergerandin.



berhemên wî wisa ne ;





Tu, Dengê Komal (roman, 1984)

Rojek ji rojên Evdalê Zeynikê, Orfeus (roman, 1987)

Mirina kalekî rind, Orfeus (roman, 1989)

Siya evînê, Orfeus, (roman, 1989)

Destpêka edebiyata kurdî, Beybûne, Ankara (lêkolîn, 1992)

Hêz û bedewiya pênûsê, Weşanên Nûdem, (pexşan, 1993)

Antolojiya edebiyata kurdî, 2 cild, Tüm zamanlar yayıncılık, Istanbul (antolojî, 1995)

Bîra qederê, Sara, Stockholm / Avesta, Istanbul (roman, 1995) [ISBN 975-7112-67-4]

Världen i Sverige (tevî Madeleine Grive), En bok för alla, Stockholm (antolojiya helbestan, 1995) [ISBN 91-7448-830-9]

Nar çiçekleri (Kulîlkên Hinarê), (pexşan, bi tirkî, 1996)

Ziman û roman, Weşanên Nûjen (hevpeyvîn, 1996)

Ronî mîna evînê tarî mîna mirinê, Weşanên Avesta (roman, 1998) [ISBN 975-7112-38-0]

Dengbêjlerim (Dengbêjên Mi), Pexşan, Tirkî, 1998

Hawara Dîcleyê 1, Avesta, Istanbul (roman, 2001)

I skuggan av en förlorad kärlek (werg. Ingmar Björkstén), Ordfront förlag, Stokholm (antolojî, 2001) [ISBN 91-7324-716-2]

Zincirlenmiş zamanlar zincirlenmiş sözcükler (Demên zincirkirî peyvên zincirkirî), (pexşan, bi tirkî, 2002)

Dengbêjlerim (Dengbêjên min), Pexşan, Tirkî, 1998

Hawara Dîcleyê 2, Avesta, Istanbul (roman, 2003)

Ruhun gökkuşağı (qozaqara tînê) (bi tirkî)



01.07.2013 19:52 | brusk56

3. "aaa mehmed uzun ben de kitaplarını okudum çok güzel yazıyor !"min gelek çaran ev pirsa ji aliyê keç û xortên tirka bîhîst. hinek çaran ji belqitiye me yên kurd jî wisa di bêjin.Ez bawerim ew kesan jî pirtûk bi wergera tirkî xwendinin.......



02.08.2013 01:06 | newenda

4. Zerya, keça min ,

Alan, kurê min ..

Çaxa umrê min di we de bû, dengbêjên mîna Biro hebûn ko di dengê xwe ruhê me terbîye dikirin. Ew Edî neman .... hûn ê hew bikaribin li kêleka wan rûnin û li dengê wan guhdarî bikin.bi hêvîya ko hûn bikarabin dengê wan tê de seh bikin,

ez Hawara Dîcleyê yadîgarî we dikim...(mehmed uzun)

di pirtûka "hewara dîcle" de ser rüpelên ewlê nivisandîye..



02.08.2013 04:27 | singundiki

5. Niviskarekî Kurd ku di nav romanên wî de 2-3 jê başin. Lê bes li Tirkiyê, di nav tirkan de wek afirînerê zimanê kurdî tê dîtin. Di nav kurdan de jî pirtûkên wî yên bi tirkî bêtir tên xwendin. Ax li mala otoasîmîlasyonê be ax...



19.08.2013 05:14 | rojan

7. nivîskarekî kurd e. di sala 1953'an li girê sor de (sêwereg) hatiye dinê. Nêzî 20 berhemê wî heye. di sala 2007'an de jî li amedê jiyana xwe ji dest da.



14.09.2013 15:02 | ramanwer

8. nivîskarê ku xwe wek bavê romana kurdî didît û dida nasîn.. nivîskarê ku dewla serê wergera tirkî ya pirtûkên xwe ku pirraniya wan nivîskar û wergêrê kurd muhsin kızılkaya ê ku xwe di nav nivînan de wek mêrên îtalî hîs dike wergerandiye di nav xwendevanên xwe yên kurd û tirk de meşhûr bûye.. li gorî îdîaya malbata celadete elî bedirxan camêr pirraniya pirtûka xwe ya bi navê bîra qederê ji not Û ewraqên celadet diziye bêyî ku iznê ji malbatê bistîne an di pirtûkê de destnîşan bike..



14.09.2013 15:12 | endazer

9. '' Di zimanê kurdî de dilsoziya peyvan heye.''



08.10.2013 16:10 | ferhatizm

10. sexmereta wî tirk wer dizanin ku kurdî esperanto ye, bi daneriya mehmed uzun durist bûye..



09.10.2013 01:24 | gordereş

12. mîrov kî nemire mehmed uzun. li ol da dibejin kû muceddîd hene li sed salî car kî tên.muceddîd qireja ser ol radike dibejin. mehmedn uzun jî muceddîdê zimanê kurdî ye. spas keke mehmed kû te zimanek paqij ji mera hişt.



11.10.2013 15:41 | jirêmama

13. êdî navê parkeke amedê ye ku ji bo bîranîna wî, roja salvergera mirina wî li amedê hat vekirin.



"Parka Mehmed Uzun ku dawiya Otogara navçeyê, li ser 20 hezar metrekare hate çêkirin. Di parkê de ji bo zarok û zarokên kêmendam, sahaya basketbolê, masayên pîknîkê ên biçatî, bankên rûniştinê, kamelya, lawaboyên kêmendaman, cihê meşê, amêrên fitnessporê, her wiha ji bo bîranîna Mehmed Uzun bîrdariya pirtûkan hate çêkirin."



11.10.2013 23:52 | simurg56

14. li sumerparkê ya li diyarbekir pirtûkxaneyek bi navê mehmet uzun heye.. ev pirtûkxane berê pirtûkxaneya dsmê bû û di qeta zemînê ya navenda danûstandinê ya galeriayê de bû.. piştî bar kir çû sumperparkê navê wê jî hate guhertin û bû pirtûkxaneya mehmet uzun.. heta di zemÎna galeriayê de bû çi qas pirtûkên kurdî û kurmancî hebin min hemû bi qasê salekî de xwendin û xitim kirin Û niha jî carina cariyan lê tînim.. ji ber ku du pirtûkên vê pirtûkxaneyê li cem min winda bûn ketime lîsteya reş ya pirtûkxaneyê û êdî nikarim pirtûkan deyn bistînim.. hetta ji tirsa newêrim di ber re jî bibihorim..



12.10.2013 00:17 | endazer

15. Ez bawer im Mîr celadet di van rêzên xwar de qala Mehmed Uzun dike......



Ere,rast e,wekî bavê Kurmancîya modern Mîr Celadet gotî :

''Zilamek dikare zimanekî jihevdeketî saz bike û carina zimanekî mîrî vejîne.

(Herekol Azîzan, zilamek û zimanek,hawar,hejmar:40,28 şibat 1942)



03.11.2013 01:57 | diljan

16. le seva mın 2.homerosa kurda mıhemmede direje



18.12.2013 21:37 | floyzof

17. ji pirtûka Mehmed Uzun ya bi navê ''Ölüm meleği ile Randevu'' li ser iddiaya ku digotin navê Mehmed Uzun di nav lista kuştîne ya PKK'de ya...du rûpel in...rûpêl 204-205



https://www.facebook.com/diljan.bijan/media_set?set=a.252939014870656.1073741825.100004636780843&type=3



13.01.2014 20:39 | diljan

18. gava ku vî camÊrî dixwînim dibêm qey dengbÊjekî bi dengÊ xwe yÊ zîz ji min re kilamekê kevnar distre. jixwe kes nikare bibêje ku zimanÊ kurdiyÊ ew afirandiye lÊ ya girîng ew e ku kes jî mîna wî xizmetekÊ wisa baş hÊ nekiriye



14.01.2014 12:42 | ferhenga şikestî

19. gelek kurd hene dibe belkî ji mehmed uzun pê de nivîskarê kurd nînin. yaw were û dîn nebe!



06.03.2014 12:57 | mamostanısebin

20. li gorî hinêkan ji keçêkek kurd re ku bi gelemperî yên ku kurdî dizanin lê nizanin binivîsin re diyarkirina pirtûka "nar çîçeklerî" qena di demeke, gelek caran reya bihevşabûnê vêdikir.. alava xapandinê bû..



06.03.2014 18:53 | havka

21. - satalayta dinyayê; heyv

- elementa ku sembola wê "fe" ye; hêsin

- nivîskarê kurd; mehmet uzun



hunermendê ku li hişê gelek kesan weke "nivîskarê kurd" hatiye kolan.

aliyên wî yên ku dikarin werin rexnekirin hene lê dîsa jî xwedê jê razî be, berhemên xweş jî nivîsandiye.



06.03.2014 21:02 | simurg56

22. semede ziwanê kurdî xizmetÊ ke zaf gird kerd o. la ma k'itaban ey turkî wanenê. zaf eyb o. ma ganî kîtabanê ey kurdî biwanê.



18.06.2014 21:29 | merg o bêkes

24. Bi kurmanciyek xwerû di pirtûkên xwe yê romanên dirokî de kesayetên di dîroka kurdan de cîh girtinin dide naskirin. Karkerê zimanekî qedexekirî.



26.12.2014 01:33 | gûndîyav

25. bi aliyê kurdên romantîk ve bûye benîştê devê.



19.03.2015 00:39 | remlavêj

26. wek xuyaye di bin bandora yaşar kemal de maye



24.03.2015 20:22 | mîr bedirxan

27. li gorî min nivîskarê herî serkeftî yê kurmancî ye.. bê guman û bê şik jî.



24.03.2016 23:33 | xulamê mîr

28. Nuştoxo ke demo ke ez lîse de bîya mi di kitabê ey ê bi açarnayîşê tirkî wendîbîy. Dima mi kelava xo girewt vernîya xo û ez fikirîyaya. Mi xo ra vat: " mêro ti kurd î, kalikê to kurd ê, mehmed uzun kurd o, kitabê ey bi kurdkî yo, la ti kitabanê ey bi açarnayîşê tirkî wanenê. Eyb o şerm o fedî yo. "



Tabîî, mi fek kitabê tirkî ra veradayî. Mi dest bi nuştiş û wendişê kurdkî(verîn kirmanckî, peyên kurmancî) kerd. No hamnano peyên de mi kitabê mehmed uzunî yê bi nameyê mirina kalekî rind wend. Gama ke mi kitab qedna û mi reyna kelava xo girewt vernîya xo û xo ra vat: " mêro ti kurd î, kalikê to kurd ê, kitabê mehmed uzunî kurdkî yê, û ti bi kurdkî wanenê. Aferîm to rê".



Hîkayeya min a serkewtişî zî wina ya. Goşdarîkerdox û wendoxan rê spas. *



25.03.2016 02:32 ~02:35 | endazyar

29. divê piştî mehmed uzun nivîsandina romanên kurdî bihata qedexekirin. Çunkî piştî wî romaneke bi qalîte nehata nivîsandin.



15.05.2016 02:17 | xulamê mîr

30. nivîskarê ku serkeftî ye û xwedîyê gelek romanên kurmancî ye. û hetta heta nika min yekane û tekane romaneke kurmancî xwendiye û ew jî ya mehmed uzun e.



lêêê. lê lê lê.



serkeftîbûn an jî navdarbûna wî nayê wê wateyê ku romannivîsê kurmancî yê herî serkeftî ev e. navdarbûna wî jî ji ber pirtukên wî yên ku hatine wergerandin e. navdarbûn baştirînbûn nîn e.



15.05.2016 02:41 | endazyar

31. ji ber hişê min hîmê tirkî bûyê gava min romanên wî bı kurmancÎ xwand ewgas jî ji min re xweş nehat weke wergerên tirkÎ yên pirtûkên wî. hedÎ hêdi gava kurmancÎ ji mêjî de rûnişt min pirtûka wî ye sÎya evînê dixwend ku pir lezzetek hilda min .



lê jorê jÎ endazyar rind gotiye navdarbûn baştirbûn nîn e.



15.05.2016 02:59 | xeteraqirêj

32. Nivîskarê kurd ê gelek serkeftî. Min piraniya pirtûkên wî xwendine, bi taybetî romanên wî, lê guman tune ye ku nivîskarên din ên gelek serkeftî hene û zêdegaviya vê mijarêde li wêjeya kurdî heqaret e.



15.05.2016 12:03 | azadixwaz

33. Nîvîskarê heqê nîvîskarîyê daye zêde jî daye bawerim em dikarin bibêjin nîvîskarekî hêjaye, em nikaribin bibêjin nîvîskarê herî başe jî em dikarin bibêjin nîvîskarê di dema xwede êdî ji tinebûna nîvîskara be ez nizanim yê herînavdar(navdarbûn jî ne tiştek hindike..)û baş tê dîtin ji nîvîskarên dû xwera bûye rênas û xwe navdar kiriye êdî baş êdî nebaş reqîb jêre tinebûne.. yê herî başe , jibû wî nîvîskarên berê dikarim vî bibêjim dibe şaşbim fikra xwe dibêjim nîvîskarên niha ez nizanim çewanin helbet yên jê hîn bûne an tiştek jê girtine û baştir dinivîsînin hene.....



15.05.2016 23:38 | shorbevan

34. Nivîskarê ku li gorî ferhenga şikestî yê di beşa romanê de jê gelekî baştir hene . Sedema navdengbûna wî , hevaltîya wî û yaşar kemal e. Yaşar kemal , şahekî edebîyata tirkî bû bi destê mehmet uzun girt, reklema wî kir, navê wî belav kir. Bi saya yaşar kemal, mehmet uzun di dinyayê de hate nasîn.



mehmed uzun/89784 ev camêr rast dibêje.



16.05.2016 01:13 | gumgumok

35. romaneke ji hawara dîcleyê serkeftîtir hebe ji kerema xwe mînakekê bidin.



16.05.2016 01:51 | xulamê mîr

37. Nayê bîra min, min kêngî gotiye bi saya hevalbendiya yaşar kemal di dinyayê de bûye navdar... Lê ger min gotibe jî min kêm gotiye ezê lê zêde bikim; memed uzun cihê xwe tim li cem nivîskarên tirk ên navdar xweş dikir, kesên wek yaşar kemal, orhan pamuk, zülfü livaneli hwd hevalên wî bûn, ha hûn ê bêjin ma çi qebhet heye di vê yekê de, helbet nîn e, jixwe mesele jî ne ew e, memed uzun wexta romanên xwe dinivîse ji şêwaza tûj a kurdeweriyê her dûr disekine loma di romana wî ya ronî mîna evînê tarî mîna mirinê de mekan nîn e, digel vê yekê jî ji hela dozgêr ve di derheqê wê romanê de doz tê vekirin, memed uzun di kitêba xwe ya nar çiçekleri de behsa vê meselê dike û dibêje hakîm ji min pirsî û got tu behsa welatê çiyayî dikî behsa gerileyan dikî felan lê bes memed uzun di parastina xwe de dibêje ne xêr, ew mekaneke farazî ye, mesela fîlîstîniyek romana min bixwîne dibêje qey mekan fîlîstîn e, çeçenek bixwîne dibêje qey çeçenistan e (binêrin mînakan dide lê ji kurdan û ji kurdistanê ji tirsa mînak nade)

Memed uzun wexta romanên xwe dinivîsî beriya ku bide ber çapê tirkiya wan jî amade dikir, hama bêje çapbûna bi kurdî û bi tirkî di eynî wextê de dibû, loma ji hessasiyeta xwendevanên kurdî bêtir guh dida ya tirkan. Demekî rênas jiyan hatibû girtin û çend nivîskarên kurd jî ji bo çalakiyê xwe amade dikirin bo vê çalakiyê çûn li cem memed uzun daku piştevaniya rênas jiyan bike lê bes memed uzun gotibû karê min bi siyasetê re nîn e, baş e, nexwe çima dema di derheqê berhemên te de doz hat vekirin te hawarê bire nivîskarên tirk û swêdî? Xweş bazar e newsa? De neyse...

Li jor yek gotiye bila yek ji min re romaneke ji hawar dicleyê xweştir mînak bide.. ne yek, dikarim ji te re deh mînak bidim lê ev çend roj in ku têgihîştime ku nivîskarên tirşikê ne di wê astê de ne loma ne hewce ye, herin ji kerema xwe re çend kîtêbên rexneyî bixwînin, li ser teoriya romanê û li ser rola nivîskarên entelektuel çend tişt bixwînin dûre werin emê galegala vê yekê cardî bikin.. wesselam



16.05.2016 09:26 ~09:28 | ferhenga şikestî

38. jibo destpêkirina kurdî pirtûkên wî herî xweş û asan in.



16.05.2016 11:40 ~11:41 | cinorek

39. ferhanga şikestî hem bersiva pirsa ku dikim nedaye hem jî tiştên dibêje bi giştî ne rast in. tenê rastî hinekî çirandiye û ev analîz kiriye. hem jî di dawiye de egoya xwe tatmîn kiriye. êdî ne hÊja ye ku bersivê bidim.



17.05.2016 20:08 | xulamê mîr

40. Rehmeliyê ku di pirtûkike xwe de mealen gotî " çavkaniya fikr û ramanên min, pirtûk û xeyalên min zarokatiya min e.. Kengî lazim be, tê hewara min".

Birastî jî wilo ye. Piștî mirov ji zarokatiyê tê derxistin ev wate tam tê fêhm kirin. Zarokatî xezîneyeke kûr û fireh e.

Belê, çawa ku "afata zanînê jibîrkirin e" , afata mirov jî jibîrkirin e.



19.03.2017 12:43 ~12:45 | gumgumok

41. Min qedera din pirtuka mehmed uzun bi navê "rojek ji rojan evdalê zeynikê " xwend gelekî xemgîn bûm. Bi rastî pirtûkeke pir baş bû. Piştre çûm youtube strana ciwan haco ax û eman guhdarî kir. Têr nebûm û albuma destana êgîdekî guhdarî kir û çetir xemgîn bûm.



25.11.2019 00:40 | kurêtirîdeus

42. Nivîskarekî ku pirtûkên wî ji kurdî zêdetir Tirkî dihê zanîn.
Rojekê min pirtûka Mehmed Uzunî dixwend yekê kurd hat ji min re pirsî "Gelo pirtûkên Mehmed Uzunî yên kurdî hene ?"



25.11.2019 17:26 | hesinkar

43. Siya evînê bi min modern hat ango bi şêweya dewra xwe ve nivîsye



25.11.2019 17:38 | seryasêdilşûşe

44. li amedê hama bêje herkes ewî camêrî nas dike. di nava romanûsên kurdan de ez dibêjim qey bi tenê memed uzun ji hêla hemî kesan ve tê naskirin lê ez îddîa dikim nivî hejêkerên memed uzun nizanin ku memed ya rastî romanên xwe bi kurdî nivîsîne. kî bawer neke bila here li sûkê û ankêt çêke



25.11.2019 18:27 | ferhenga şikestî

45. Niviskarê kurd ê ku kurdî dinivîse lê bi tirkî tê xwendin e.

Romana tu is the best.



25.11.2019 21:05 | xelîl

46. Xwendina min ya Kurdî bi vî nivîskarê hêja çê bû. Û ji bo xatirê wê li Siwêregê "Şeytan Kuçesî (zetir di pirtûka xwe ya 'Ruhun Gökkuşağı' de qala vê cihê tevlihev dike)" gerîyam. Û li Wêranşarê jî merivê wê heye. Bi xwe ji "eşîra kûra" ye û ji "bera dirêjan" e. Û belegfîlmek (lînk:

) wê ji alîyê lîstikvan/derhêner Aydin Orak hatîye kişandin (bi rastî muzîka fonê gelek bi hest bû ji bo min). Û gotinek di wir de dilê min sot. Di ambûlansê de destê xwe dihejîne û dibêje "ez bi qurbana we bim" û gotina "em bi qurbana te bin ruhême" tevî hesra ji devê min derket. Û di "Hewara Dîcleyê" de çiqwas qala rojê reş dike ewqas jî qala rojên ronî dike. Ya behtir meraqa nivîsandina vê zimanê hêja jî bi vê nivîskarê çêbû. Û dawîya dawî Mehmed Ûzûn zimanekî aîdê xwe afirandîye. Bi tehme û ez seh dikim ve zimanî. Mehmed Ûzûn xeyaleke min e...



25.11.2019 21:20 ~21:20 | rizgarm

47. Nivîskarê ku bi saya wî, min wêjeye kurdî nas kir. Wan çaxan ez çardeh panzdeh salî bûm. Min serî de " nar çiçekleri" xwend paşê jî " bîra qederê" cara ewil bû ku bi şêranî û xweşiya nivîsa kurdî hisiyam. Bû mamosteyê min û ez hînî tîpên kurdî kirim. Her wiha gelek peyvên kurdî ku min heta niha qet nebihistîbû! Hînê hemûyan bûm. Bû bingeha hezkirina min a wêjeya Kurdî! Hê jî gelekî jê hez dikim im, deyndarê wî me.
Sed heyf ku zû çû emrê xwedê, lê ew him di rûpelên kurdî de him jî di dilê me kurdan de her nemir e.



25.11.2019 21:39 | fatoş xanim

48. romannûsekî sêwregî ye.
Pir zû çûye rexma xwedê. Xwezî qasê yaşar Kemal dirêj bijiya.
Gelek kes xwendina kurdî sifteh bi kitêbên wî destpê dikin.
Jixwe ji bo sifteh xwendina kurdî pir baş e. Zimanê xwe giran ninû. Hevokên wî dirêj ninûn. Hikayetên xwe bal dikişinin. Bes daha çi dixwazin.
Lowma ez ji bo kesên dixwazin hinî xwendina kurdî bibin her tim pesna mehmed uzun dikim.



22.01.2020 09:53 ~2020.01.23 08:15 | cinorek

49. Ji alîyê helîm yûsiv re li ser mehmed uzun rexneyên tûj;

''Mehmed uzun romanivîsê kurd, yan siwarê hespa boz ya dewlata tirk?''
''Çend gotinên giştî di derbarê romanên mehmed uzun de''
''Zelalkirina mijarê''
''Çima mehmed uzun?''
''Derewên yaşar kemal yên li ser mehmed uzun û li ser romana kurdî''
''Roman û dagirkerî''
''Encam''

Helîm yûsiv/romana kurdî/weşanxaneya ronahî/2011



22.01.2020 19:23 ~19:52 | dijwarwanî

50. Here lînkê
tu ya mehmed uzun bi îtalî weşiya. cara ewil romaneke kurmancî ji bo îtalî hate wergerandin û bû hêvîyeke din ku zimanê kurdî di literatura cîhanê de şopa xwe deyne. wergêrê romanê francesco marilungo ye.

Here lînkê



26.03.2020 17:26 ~18:27 | tizbîkêş

51. Di lêvê min de helbesta te ya "destana egîdekî" û di gohê min de "mihemedo" ya mehmet atli. Û di hişê min de qewmek ku hatiye xezebê. Bêguman bejna te hîn nîşana serê çiyane lê mixabin agir nakeve mala wan romiyan. Û li gundê welatê me yên bêçare hîn şerê man û nemanê berdewam e. Lê hîn jî me wext neaniye ser xurtî, mêrxasî, jîrî û hunerê. Tirsa mina mezin ewe ku dê em heta û heta weha bimînin. Bêyî te , bêyî ku te bibîr bînin salvegerek din jî derbas bû. Tu ji me kêm nebe, tu her bi me re be.



12.10.2020 01:40 | rizgarm

52. 2 sal berê, piştî hişê xwe hêdî hêdî didim ser kurdî û kurdbûnê. kekê min jî dibîne van tiştan dikim. rojek tê li bal min û dibêje tu Mehmed uzun nas dikî? Min Yekem car navê wî wê demê bihîst. Min got na. Ji min re got, vêga ji xwe re dibêjî ez kurd im... Difikirim Ma mehmed uzun kî ye, ji bo Kurd û Kurdistanê çi kiriye ku kekê min ji min re van gotina dibêje? Min piştî derheqê wî de çend gotinan xwend ferq kir ku kekê min hindik jî gotiye. Me hevdu wisa nas kir.

Mehmed uzun di jiyana min de cihekî pirr girîng digire. Min Bi saya wî gelek kurdên taybet nas kir. Lê min ew bi tirkî nas kir. Min Wekî kunekan pirtûkên wî bi tirkî xwend. Xwelî serê Muhsino be. Yekem car min pirtûka wî ya nar çiçekleriyê xwendibû. Qala rewşa kurda û asîmîle bûna kurda dikir. Çavên min ên jixwe hatibûn vekirin hêdî hêdî zêdetir vedibûn.

Paşî min bîra Qederê xwend û ew pirtûk li ser min tesîrek mezin kir. Mixabin min celadet alî bedirxan wê demê nas kir. :/ tiştên ku mîrê mezin kiribû min matmayî hiştibû. Ha piştî wê demê min hewl da kurmancîyê û min biryar da ku ez ê dev tiştên virt û vala berdim, ji bo neteweyê xwe tiştan bikim. me êdî bi kurdî ji hev fêm kir.

Ji ber ku piçek hestîyar difikirim pirtûkên wî gelek xweşa min diçe û nikarim dev jê pirtûkên wî berdim.



26.11.2020 15:30 | yûsiv

53. Mehmed Uzun di sala 1953ê li Swêregê hatiye dinyayê, xwendina xwe ya destpêkê li Sêwregê temam kiriye. Ew di xortaniya xwe de bûye welatparêz û şoreşgerekî kurd. mehmed Uzun dema darbeya eskerî ya 12ê adara 1971ê li Amedê bi gelek welatperwer û şoreşgêrên kurd re hat binçav kirin. Piştî derketina efuya giştî ya sala 1974ê Mehmed Uzun li Tirkiyê bû berpirsyarê kovara Rizgariyê.

Mehmed uzun Di sala 1977ê de ji welat derket û koçî Swêdê bû. Li Swêdê demekê bi navê rizgariya kurdistan kovarek derxist. Ji sala 1985ê ve dest bi nivîsên edebî kir û romana xwe ya pêşîn a bi navê tu di 1985ê de li Swêdê weşand. Ji wê demê bi vir de wî gelek roman û xe-batên edebî yên din weşandin. Pirranî Berhemên wî bi kurdî ne. Lê berhemên wî yên fransî, norwejî, almanî, îngilîzî, tirkî, swêdî, û hin zimanên din jî hene.

Mehmed uzun ji ber nexweşiya giran a şêrpenceyê(kanserê), di 11/10/2007 an de li Diyarbekirê li nexweşxaneya Fakulteya zankoya Dîcleyê jiyana xwe ji dest da. Wê demê 54 salî bû.

berhemên wî
• TU, roman, 1985
• Mirina Kalekî Rind, roman, 1987
• Siya Evînê, roman, 1989
• Rojek ji rojên Evdalê Zeynikê,
roman, 1991
• Destpêka Edebiyata Kurdî, 1992
• Hêz û bedewiya pênûsê, 1993
• Mirina Egîdekî, Destan,1993
• Världen i Sverige, Antolojiya Edebi,
bi M. Grive re, 1995, bi swêdî
• Antolojiya Edebiyata Kurdî Antoloji,
du cilt, 1995
• Bîra Qederê, roman, 1995
• Nar Çiçekleri, ese, 1996
• Ziman û roman, hevpeyivîn, 1997
• Bir Dil Yaratmak, söyleşiler, 1997
• Dengbêjlerim, deneme, 1998
• Ronî mîna evînê – tarî mîna mirinê,
roman, 1998
• Zincirlenmiş Zamanlar Zincirlenmiş
Sözcükler, deneme, 2002
• Hawara Dîcleyê –I, roman, 2002
• Hawara Dîcleyê–II, roman, 2003
• Ruhun Gökkuşağı, roman, 2005



04.02.2021 14:34 | yûsiv

54. kurdên xewnan. 1992 apê mûsa, mehmed uzun, abdullah keskin, dengê Ciwan haco û hwd.



05.02.2021 01:25 ~01:29 | asîmanê sêwî

55. Nivîskar û rewşenbîrê ku 15 sal berî niha duh pênûsa xwe sêwî hiştî ye. Û dîsa heman salî axaftinekî bi rojnamevan Hasan cemal re kirî de wiha gotiye:

"Navê min Mehmed e. paşnavê min Uzun e. Dîroka rojbûna min 01.01.1953 ye. bi vî awayî her kes min nas dike... lê yek ji van jî ne rast e; Navê min ne Mehmed e, paşnavê min ne uzun e, dîroka rojbûna min ne ev hejmar in.
Mixabin Mehmed Uzun ne navekî ku di edebiyata cîhanê de gelek caran tê dîtin e û nivîskar û rewşenbîr bê îrade serî lê didin, nemaze ji bo ku xwe ji bindestî, qedexe û sansûra rejîmên totalîter biparêzin.
Demek dirêj e ez bi navên weha re hînbûyî me, li herêmên ku ez lê ji dayik bûm û mezin bûm, jiyana her kesî ji yekî zêhftir bû û gelek ji van jiyan veşartî bûn. jiyana veşartî jî kod û navên xwe hebûn; hema bêje hemû navên nivîskarên kurd bernavk bûn... lê Mehmed Uzun ne navekî wisa ye. Mehmed Uzun ez im jî, lê ezê ku min esîr girtî.
Ji ber ku navê min yê rastî qedexe ye ez bûm Mehmed. ji ber ku paşnavê min ê rastîn qedexe ye ez bûm uzun. Ji ber ku tu qîmeta min a mirov tune ye û ez tenê wekî endamek keriyek ku divê were teşhîr kirin têm dîtin, 1.1.1953 li ser nasnameya min bi awayek herî rehet hate nivîsandin. ...navê min Mehmed e, navê bapîrê min ji hemê tê... hemê, memê yek ji navên ku herî zêde di jiyana rojane de li herêmên ku ez lê ji dayik bûme tê bikaranîn. lê ev nav di jiyana fermî de qedexe ye; Tu nikarî vî navî hildî, tu nikarî bi vî navî xwe qeyd bikî, tu nikarî bi vî navî serî li saziyeke fermî bidî. Paşnavê min uzun, ev jî ji kalê min tê. Navê kalê kalê min biroye direj, yanî uzun biro. lê dîsan li gor zagonên navan, biro ji bo çand û adetên Tirkan ne guncaw e û ji ber ku bi Kurdî ye qedexe ye. Ji bo vê jî biro ji aliyê saziyên fermî ve bi temamî tê avêtin û direj bi tirkî tê çêkirin dibe uzun. Wendabûna bîr'ekî gelek caran bi guhertinên wiha biçûk pêk tê."



11.10.2022 22:15 ~22:24 | pêşewa

56. "wendabûna bîrekî gelek caran bi guhertinên wiha piçûk pêk tê" ev hevok pênaseya asîmîlebûna me ya îro ye, bi çi awayî em asîmîle bûne pênase dike, mesela navê kalikê min "koro" bûye, bûye gero, ev jî mînakek e.



11.10.2022 22:50 ~22:51 | cezmîkurd

57. Yekem kesê ku di romanê de evqas israr kiriye.
Romana ewil, tu (1985)
Mirina kalekî rind (1987) otobîyografîk.
Siya evînê (1989) bîyografîk.
Rojek ji rojên evdalê zeynikê (1991) bîyografîk.
Bîra qederê (1995) bîyografîk.
Ronî mîna evînê, tarî mîna mirinê (1998) dîrokî.
Hawara dîcleyê (2001) dîrokî.

Di hemû lehengên de îdealîzekirinek heye.
Ji bo ku dîrok nayê jîbirkirin van lehengan bijartiye.
Ji aliyê teknîkî ya herî pêş “bîra qederê” ye.
Romaneke bîyografîk û dîrokî ye.
Metneke prolog e, berî metne îzahekê heye
Dixwaze mîzansenekê çêke.
Bi awayekî dîyalojîk hatiye nîvisandin. (Vegotineke dînamîk)

Vegêr (vebêj) 1: yê ku romana celadet dinîvîsî, yanî nîvîskarê veşartî.
Ev vegêr daxwaza leheng bicîh tîne.

Vegêr 2: celadet, heger binîvîsa dê çawa binivîsa.
Ev her du perspektif hevdû temam dikin.

Fotograf derfetekê dide ku bi saetan li ser bê axaftin.
Teswîr dûr û dirêj dibin, ne fonksiyonel e.
Wesfên girîng û negirîng divê ji hev bên cudakirin.
Bîr, rageşîyekê di xwe de dihewîne.

Bi min “bîra qederê”, 28 sal bûye hatiye çapkirin, hê di lûtkeya edebîyata kurdî de ye.



08.04.2023 01:43 ~01:53 | çomo

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» mehmedî

Kategoriyên mijarê:: niviskarweje kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî