Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; mehmed uzun
peyamên çepikkirî

89834. Nayê bîra min, min kêngî gotiye bi saya hevalbendiya yaşar kemal di dinyayê de bûye navdar... Lê ger min gotibe jî min kêm gotiye ezê lê zêde bikim; memed uzun cihê xwe tim li cem nivîskarên tirk ên navdar xweş dikir, kesên wek yaşar kemal, orhan pamuk, zülfü livaneli hwd hevalên wî bûn, ha hûn ê bêjin ma çi qebhet heye di vê yekê de, helbet nîn e, jixwe mesele jî ne ew e, memed uzun wexta romanên xwe dinivîse ji şêwaza tûj a kurdeweriyê her dûr disekine loma di romana wî ya ronî mîna evînê tarî mîna mirinê de mekan nîn e, digel vê yekê jî ji hela dozgêr ve di derheqê wê romanê de doz tê vekirin, memed uzun di kitêba xwe ya nar çiçekleri de behsa vê meselê dike û dibêje hakîm ji min pirsî û got tu behsa welatê çiyayî dikî behsa gerileyan dikî felan lê bes memed uzun di parastina xwe de dibêje ne xêr, ew mekaneke farazî ye, mesela fîlîstîniyek romana min bixwîne dibêje qey mekan fîlîstîn e, çeçenek bixwîne dibêje qey çeçenistan e (binêrin mînakan dide lê ji kurdan û ji kurdistanê ji tirsa mînak nade)

Memed uzun wexta romanên xwe dinivîsî beriya ku bide ber çapê tirkiya wan jî amade dikir, hama bêje çapbûna bi kurdî û bi tirkî di eynî wextê de dibû, loma ji hessasiyeta xwendevanên kurdî bêtir guh dida ya tirkan. Demekî rênas jiyan hatibû girtin û çend nivîskarên kurd jî ji bo çalakiyê xwe amade dikirin bo vê çalakiyê çûn li cem memed uzun daku piştevaniya rênas jiyan bike lê bes memed uzun gotibû karê min bi siyasetê re nîn e, baş e, nexwe çima dema di derheqê berhemên te de doz hat vekirin te hawarê bire nivîskarên tirk û swêdî? Xweş bazar e newsa? De neyse...

Li jor yek gotiye bila yek ji min re romaneke ji hawar dicleyê xweştir mînak bide.. ne yek, dikarim ji te re deh mînak bidim lê ev çend roj in ku têgihîştime ku nivîskarên tirşikê ne di wê astê de ne loma ne hewce ye, herin ji kerema xwe re çend kîtêbên rexneyî bixwînin, li ser teoriya romanê û li ser rola nivîskarên entelektuel çend tişt bixwînin dûre werin emê galegala vê yekê cardî bikin.. wesselam



08.06.2013 14:50 | simurg56