Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
hesen bira - tirşik
hesen bira
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. .... heylo biraaaaaaaaaa şûrê destê te sincirî....



straneke koma wetan e. ilkay akkaya jî gotiye ev stran lê herimandiye. ka ew nişka gotina 'hey lo bira' Û 'heseno lawo' ya xweş Û geş. *



hesen bira - koma wetan : https://www.youtube.com/watch?v=xK5yEALHtH0

heseno bira - ilkay akkaya : https://www.youtube.com/watch?v=u7E51-sR4i4



23.02.2014 03:12 ~2015.06.18 16:18 | mergehez

2. strana ez nivîskarê helbest/gotinê wê pirr meraq dikim e.



dema peyva şûrê destê te sincirî, dike ku têkevim şerrekî...



19.05.2014 01:17 | berxweda

3. strana ku ji aliyê îlkaya por sorik ve hatiye herimandin. dema ku versiyona orijînal dihesînim weke ku mûyên min radibin ser piyan. nizanim gelekî ecêb e û hestên ecêb li mirov peyda dibe.. ji aliyekî mirov xemgîn dike ji aliyekê rûyê mirov dikenîne...



20.05.2014 04:36 | oxir

4. tirşikvanek nû ye. nivîskariya wî niha hat erêkirin.



19.01.2015 19:40 | simurg56

5. @2 heval di youtubê da helbestek wisa heye mixabin gellek kêmaniyê wi heye.





Hesen bira

koma dijmina

dora hesenê biraya me girtîne..

ax lê bira heseno lawo,

hesen bira rabe siyar bum tetê

tû carêkdin te nabînim

merxaso hesen

hey lo biraaaaaa,

şurê destê te sincirî

qebza şûrê te helîyaye

dev û bêvilê te jî tije xwîne

nora nora borê te ye



hey lo bira bira bira

mizgîna porê xwe berdaye

ketîye birîndare bira

ketîye ser erdê sare

hey lo bira bira bira

hey lo heseno lawo

lo rabe bira

şev bê te nabe

bîrayo rabe

ketîye ser erdê sare



19.01.2015 21:08 | hesen bira

6. Hesen bira

tu carek din te nabînim



05.07.2015 00:20 | hesen bira

7. Nivîskareke nav-xweş a tirşikê ye. Baş dinivîse, domdar be. Hevaleke bi navê îlhan bira hebu, ew anî bîra min.



11.07.2015 15:13 | azadixwaz

8. gotinên vê stranê werê ne: (ji bo cihên şaş ji kerema xwe re peyam bişînin da ku sererast bikim)



hey lo biraaa

? dijmina dora konê hesenê birayê me girtine

ax lê bira heseno lawo

hesen bira rabe, şiyarbûm li te tê

em tû carêkî te nabînim

merxaso hesen



hey lo biraa,

şûrê destê te sincirî

(di zendka min de tijî xwîn e)?

nora nora borê te ye

hey lo bira bira bira

nora nora borê te ye

hey lo heseno lawo



mizgîna porê xwe maşa ye

qebza şûrê te helîyaye

nora nora borê te ye...



lo lo lo heseno bira... heseno lawo..



hey lo heseno lawo

mizgîna porê xwe berdaye

ketiye birîndar e bira

ketiye ser erdê sor e

hey lo bira bira bira

ketiye ser erdê sor e

hey lo heseno lawo

lo rabe bira

şev bê te nabe bîrayo rabe

ketiye ser erdê sor e



lo lo lo heseno bira... heseno lawo..



16.07.2015 16:22 | mergehez

9. Strana koma wetan e ku mirov nizane ji bo pesindanê wê çi bibêje. Wexta nabêje " hey lo biraaaa " ... Niç kes xatirê vê stranê nizane. Na.



24.08.2016 01:35 | biaqila malê

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» hesen cizrawî
» birayên karamazov

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî