Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
deştî vs çiyayî - tirşik
deştî vs çiyayî
(3) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. ev ferq li cizîrê jî heye.. di her warÎ de reqabeteke nedîtî di nav van herdu aliyan de heye..



21.02.2014 23:56 | endazer

2. (bnr: lêfî)



22.02.2014 01:16 | giyanstêr

3. li cizîrê şûna deştiya bajarî hene û ji bo kesên çiyayî dibejin pîvaz.

herwiha navê koçeran jî sîrik e.

lê mixabin hing serê neynûka çiyayî û koçeran dinya nedîtine



22.02.2014 03:04 | kevçiyê dil

4. çiyayî serhişk in, berîvanî nanê sêlê *



22.02.2014 03:23 | berxweda

5. dişibe weka têkikiya zaza û kurdan



22.02.2014 03:27 | ferhenga şikestî

6. (bnr: torî vs botî)



22.02.2014 03:30 | kevçiyê dil

7. li cizîrê deştî û bajarî ne eynî kom û komelgeh in..

bajarî ji bo cizîriyên esîl yanî ji berê de li cizîrê niştecih in û li cizîrê dimînin tê gotin û deştî jî ji bo ehlê gundên deştê yên li derdora cizîrê, ku piştî gundên wan ji aliyê dewleta tirk ve hatiye şewitandin û valakirin, bar kirine hatine li cizîrê êwirîne tê gotin.. û çiyayî jî ji bo ehlê gundên çiyayî yên li derdora cizîrê tê gotin..



cizîr bi rastî jî bajareke kozmopolît e, tê de çîn û tebeqeyên civakî yên wekê gundiyên deştî, gundiyên çiyayî, bajarî, mitirb û koçer hene -tabî koçer jî di nav xwe de li gorî êl û eşîran dibin gelek behr û beş- berê fileh û aşûrî û cihû û ermen jî hebûne, lê bedirxan paşa bi teşwîq û teehrîkên dewleta osmanî qelana wan aniye..



çend ferqên bel û berbiçav di nav deştî û çiyayîyên cizîrê de hene..



ji ber ku ehlê gundên çiyê ji berê de neketine di bin nîr û fermanê tu beg û axayekî de, anku hikumdariya tu kesî di ser xwe re qebûl nekirine zirz û şerûd û serhişk in, zêde mexrûr in, wekê coxrafiyaya xwe asê û girtî ne, zû bi zû kesî nayêxin dinav xwe de, û bi xwe jî naçin di nav tu kesî de..

lê ehlê gundên deştê ku li deverinan jê re berrî-vanî jî dibêjin tu carî nekarîne xwe bi temamî ji bin û ber destê hikumdaran xilas bikin, ji ber vê bextreşî û bêqederiyê, exlaq û tebîetê bîat û îtaetê li reh û demarên wan geriyaye, zêde sernerm in û biçekî eyarfireh in.. wan jî daye bi ser erdê xwe yê rip û rast ve..



22.02.2014 03:54 | endazer

8. li wÊ versusÊ gere koçera jÎ hebuna. çimkÎ koçer ne çiyayÎ yÊ ra dahÎlin ne jÎ deştÎ. mesela çiyayÎ li gundÊ xweye koçertÎ moçertÎ nake deştÎ dÎsa wusa. lÊ koçera gundÊ wa tuneye, hemberÊ mulkÎyetin *



(bnr: deştÎ vs çiyayÎ vs koçer)



12.03.2014 18:23 | hun çawane heval:)))))))

9. ev cudakirin li bismilê jî heye. jixwe nîvê bismilê pasûrî ne (heçî ew ji xwe ra dibên qulpî). ên bi eslê xwe farqînî ne jî gelek hene. mesela alî dê a diya min ji farqînê ye. ji xeynî wan ji gundên derdora mêrdînê û stewrê jî însan li bismil bi cih bûne. lewma di gotûbêjên kurmancî de carina yekî ji nişkê ve dipirse "hûn çiyayî ne" û mijar carkî da diguhere.



lê bi qasî min dît çiyayî ji alî deştiyan ve biçûk tên dîtin. ma kurd hemû çiyayî ne. gava fermana me radibe em xwe dispêrin çiyan. ev aded ji kur derketiye nizanim. *



06.04.2016 14:19 ~14:20 | kurê xelkê

10. çiyayî dine û derbas nabe disekine daku cardin bine * henek henek firka deştî û çiyayî pir tune lê jiminre bibêjin deştan çiya ezê bibêjim;



(bnr: çiya)





06.04.2016 14:24 ~14:29 | shorbevan

11. ji kesên di navbera herêma di her du sînoran de jî (bnr: lêfî) tê gotin *



06.04.2016 23:41 | berxweda

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» deştî vs çiyayî

Kategoriyên mijarê:: anket cand zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî