Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
hetikandin - tirşik
hetikandin
(2) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. ji şerma ketina bin erdê ye.



(bnr: xwedê min tu carî nehetikîne --- amîn *)



21.02.2014 01:24 | berxweda

2. (bnr: hetikçûn)



21.02.2014 01:27 | dastanekkevin

3. rewşa ku cem tirkan tune. gotineke tirkan heye: "li tirkiyê mirov dikare her tiştî bike lê nikare bihetike"



21.02.2014 16:26 | simurg56

4. hetik li kesekî birin, yanî rûresh kirin, avrû birin..



22.02.2014 20:22 | gordereş

5. rezîlkirin e. divê bi hetikîn re neyê tevlîhevkirin!

mînakên bikaranînê:

- em hetikîn

- te em hetikandin



23.02.2014 09:01 | oxir

6. piştÎ xeletiyÊn mezin tÊ gotin.

- te em hetikandin

- te xwelÎ liserÊ me kir

- te pÊ de rÎ

- te gÛ lÊ kir..



15.10.2014 07:54 | malmirato

7. (bnr: te hetik û namûsên me birin)



piranî bavê min ji min re dibêje.



15.10.2014 22:41 | dildar geverî

8. (bnr: te vê hetkê)



15.10.2014 23:27 | simurg56

9. (bnr: tu tişt jêre nehiştin)

herimandin, rezîlkirin, pîskirin



12.08.2015 22:42 | shorbevan

10. (bnr: hetk û helak)



12.08.2015 22:50 | endazer

11. Lêkera ku bikaranîna xwe li ba me hema bêje tew nemaye . Tenê gotinên pêşiyan de xwe nîşan dide wek " bila mirov xesirî be , ne hetikî be "

Têbînî : Xesirîn Anku zirarkirin .



23.01.2023 19:21 ~19:21 | navîgiranmezelîwêran

12. Peyveke zêde giran e. Ger ji bo kê/î were bikaranîn wê/î kesê/î tişteke gellekî rezîl kiriye. Car caran jî wek "pot kırmak" tê bikaranîn.
Mînak:
Cîranek tê cem bavê te û deyn jê dixwaze. Bavê te ji bo deyn nediyê ji cîranê xwe re dibêje kurê min di nav deyna de maye. Cîran ji bo kurê wî( ji bo te) gellekî xemgîn dibe û deyn meyn ji bîr dike. Rojek ji roja tu û bavê te hûn li derekê rûniştîne. Ew cîranê ku bavê te wî xapandibû we dibîne û tê ba we. Piştî li hal û wextê we dipirse dizîvire te û dibêje;
Ka birazî te Deynê xwe çi kir?
Deynê çi apo?
MA deynê çi. Deynê ku bavê te qala wê dikir.
Nizanim welehî...
Û tu dizîvire bavê xwe :
Ma deynê min heye yabo?
Xwedê rûyê te reş neke. Te me hetiqand lawo.

Ev jî bû wek guftûgoyan şanoyan..



24.01.2023 02:10 | amed7221

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» hetikandin

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî