Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


34 mijar û 51 peyam
dêrika çiyayê mazî - tirşik
dêrika çiyayê mazî
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. berî her tiştî memleketê mazlumozdogan e. di fermîtî de aniha di hundirê tixûbên tirkiyê de ye û navçeyek mêrdîn'ê ye lê bi rastî navendeke kurdîstana bakur e. navenda dêrik'ê ewçend piçûk e kî di navendê de herkes hevudû nasdikin dizanin kî zarokê kê ye, mala kê li ku derê ye. ev jî xweşiyek dêrik'ê ye ku ew di bin bandora kapîtalîzmê de nemane û ji hevudû dûr neketine.



ji çend cihên ku cegerxwîn lê çûye medresê, yek jî dêrika çiyayê mazî ye. heta cegerxwîn li ser dêrikê helbestin nivîsandiye. lê axayên * dêrik'ê ji wî heznekirine û wî sirgûn kirine.



xeynî vanan : (bnr: carbekir), (bnr: li dêrika çiyayê mazî'yê gotina 'û'yê) û (bnr: ca min)



16.02.2014 18:55 | mergehez

2. ji bo navê Dêrik'ê çend tez hatine avêtin holÊ:

1- Navê wê ji peyva DIRRÎK'ê tê: dirrîk tê wateya şewlê gur. li gor vê tezê dema dêrik yekemcar wek cihê jiyangehekê hat bikaranîn li wê derê zehf dirrîk hebû û peyva 'dirrîk' hêdî hêdî guheriye û bÛye 'dêrik'

2- Navê wê ji peyva dêr'ê tê: li gor vê peyvê, dema ku nûh dêrik bibû jiyangehek ermenî û suryanî li vir jiyanin. lê dêra herî kevn ya dêrikê piştî avabûna dêrikê hatiye lêkirin. yanê ev tez ne pirî gengaz e.

3- Navê wê ji têrkî tê: têrkî yek ji malbatên/eşîrên ku ewil hatine dêrikê, ye. li gor vê tezê jî têrkî guheriye û bûye dêrik.



08.04.2014 00:08 | mergehez

3. navçeya şêr û şepalan e ku gelek kedên wan li ser kurdeyatiyê heye. hama bêje nîvê nivîskar û çalakvanên kurdan ji dêrikê ne û dîsa hama bêje nîvê amedê jî ji dêrikê ye û cardin hama bêje nîvê hevalên min ji dêrikê ne. li dêrikê ji dayik dibin, li amedê jî dipêjin û di tevahiya kurdistanê de jî dibêjin:-)



08.04.2014 00:43 | ferhenga şikestî

4. qASÊ EZ DIZANIM JI BER KU HER DÛ DÊRIKAN JI HEV DÛ FERQ BIKIN Û TeVLÎHEV NEKIN GOTIN E DÊRIKA ÇÎYAYÊ MAZÎ. jI BER KU DÊRIKA DÎ JÎ DÊRIKA HEMKO YE KÛ DIKEVÊ BINXETÊ YANÎ ROJAVAYÊ KURDISTANÊ.. yANÎ DÊRIKA ÇÎYAYÊ MAZÎ SERXETÊ YE. dÊRIKA HEMKO JÎ BINXETÊ Ye.. bELÊ EV TESNÎf KIRIN JÎ NÎŞAN DIDÊ KU KURDISTAN YEK E..



08.04.2014 00:47 | nan û av

5. dibêjin ev 3 roj in li navendê av tune ye û şaredarî tu tiştan di derheqê vê nabêje. erê em dengên xwe didin wê û erka xwe bi cih tîne lê divê hûn jî bi cih bîne.



14.04.2014 19:40 | mergehez

6. dema ku navê dêrika çiyayê mazî tê gotin di hişê min de kurdî, kurdîtî û kurdisatanî derdikeve holê



14.04.2014 21:16 | renas

7. welatê kitana spî û dismalê ye. kitanê jinan li panîya wan dikeve. kitan çiqes spî be bedew bûn hivqes zêdeye. mîrovê wan ji xwe hez dikin wek min *



14.04.2014 21:24 | azê

8. navê stranekê ye ku ez stranbêjê wê nas nakim. bi şêweyeke cûda strîye. şêweya gotina wî muzîka çînîyan tîne bîra min.



guhdarî bikin:



15.01.2015 21:56 | berxweda

9. Bajarokê di navbera Mêrdîn û Amedê ye. Şevê din ez bi wê rêyê re hatim Amedê. Li wî çiyayî çi berfek dibariya. Wêêê.



16.01.2015 10:23 | xendekî

10. ev sê roj e qedexeya derketina derve heye li ev bajarê xweş. bi qasî ku min ji rûpelên facebookê yên li ser dêrikê şopand:

1. bûyera ewil teqandina pirekê bû, li hêla taxa tilbisimê. (beriya vê bûyerê tiştekî din çêbûbe nizanim.) kê pir teqand filan nizanim.

2. Piştî teqandina pirê li navendê qedexeya derketina derve hat îlankirin. ewil ji saet 12ê şev heta pêncê êvara roja din bû. paşê heta rojeke din jî dirêj kirin(heta 12ê nîvro). paşê dîsa bi biryara qeyimqamî heta emreke duyemîn hat qedeexekirin yanî bê wext.

3. Tabî gelê dêrika berxwedana xwe di serî de da dest pê kirin. Hê jî didome. Li gorî gotinan erebeyeke leşkerî hatye teqandin û 5 polîs tê de hatine kuştin.

4. Niha navend bi polîsan tije bûye. Gule direşînin li her derê. Sekvan xwe bicih dikin. Amadehiya qetliameke din dikin..

5. Dîmenên xaniyên gullebûyî hêdî hêdî tên.

6. Ji bo şopandina bûyeran, rûpelên facebookê: (rûpel bi tirkî ne)

6.1. Dêrika Rengîn: Here lînkê

6.2. Dêrîka Çiyayê Mazî: Here lînkê



Agahiyên din di nuçeyan de ne:

Here lînkê(Gelê Dêrikê 'qedexeya derketina derve' nas nakin)

Here lînkê(Derik’te saldırılar yoğunlaşırken direniş yükseliyor)



Teqîna mayinekê: Here lînkê



27.11.2015 22:26 ~22:32 | mergehez

11. navçeya ez ê ji salekê bêhtir li wir bim. her çiqwasî nêzîkî navçeya min be jî min digo qey ji pêncî hezar kesî bêhtir li navendê dijîn lê ez hîn bûm dora bîst hezaran e. du qatê gundekî navçeya min e *
dêrikîno ka behsa şwîn û warê xwe bikin. meriv dikare li wir çi bike û çi neke.
li gorî gotegotan divê meriv li hin gundan bi şev deriyê xwe ne ji zilaman ne jî ji jinikan re veneke. ev tişt rast e? *

ê ji min re ev tişt got dêrikî bû an go ez derewçiyê dêrikîya me*



10.01.2016 00:14 ~2016.12.11 21:09 | berxweda

12. bajarê dorpêçkiriye. bi dorpêçek nefermî..

dorpêç berî hefteyakê destpê kir û ji nêvî bêhtir miletê dêrikê koç kir. hinek ji wan ji bajar reviyan hinek jî ji cihê şerr reviyan cihê şerê wê kêm. li gorî gotinan çend sivîl hatine kuştin. lê tu agahî di derbarê mirin û birîndariya ypsê û leşkeran tune ye.



25.02.2016 21:27 | berxweda

13. Bajarê ku xwiya ye piştî Nisêbînê dora xirabkirin û talankirin wê werê wê ye.



25.02.2016 22:17 | nan û av

14. Welatê keçikên çavreş û çav bi kil . Wekî min *



21.04.2016 23:47 | biaqila malê

15. "Welatê min, welatê min

Dîtina te hêz da li min

Hesreta te tev birîna min

Tu sitran û tembûra min"



Welatê min, cihê ku 14 salan min jiyana xwe lê bihurand. Ca min, ca te, ca wan..

Welatê min ku gelek bîranînên min ên xweş lê çêbûn û niha riya min pê nakeve. Ne ji ber ku naxwazim, ji ber ku êdî sedem nemane ku biçim û tabî jehra modernîzmê nebûna wext..



Ji xwe re li vê stranê guhdarî dikim, hinekî rihet dibim:



21.04.2016 23:57 | mergehez

16. Ax dêrik dêrik dêrik

Ava kanyê te hênik..

Straneke wisa hebu.



22.04.2016 00:02 | bûtîmar

17. ahan ew strana : Necmedin'e Deriki Ax Derik

dêrika çîyayê mazî .. şehîd û gazÎ

naxwazim zilm û zorê dixwazim serfirazî...







22.04.2016 00:14 | bûtîmar

18. bajarê niha 5 bijîşkên wê ên acîlê hene lê her rojê du bijîşk li nexweşxaneya bajarê çadirî û li nexweşxaneya bajêr nobedan digirin. li gorî vî hesabî 2,5 bijîşk acîla dêrikê li ser niga dihêle :/



30.04.2016 23:25 | berxweda

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» dêrika çiyayê mazî
» çiyayên kurdistanê
» mazî

Kategoriyên mijarê:: cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî