Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


14 mijar û 26 peyam
cemse - tirşik
cemse
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Cûreyekê erebeyan e û weke jeepa ne. Ez bawerim navê wê ji fîrmayeka emerîkî a bi navê gmc (General Motor Company) ye tê. Ji ber ku bilêvkirina gmc ê bi ingilîzî cî-em-sî ye û weke cemse derbasî kurdî bûye. Marqeya wan jeepa jî gmc bû. Mesela me ne ev e. Mesela me hîma û hestên di hişê kurdan yê di berdarê van erebeyan de ye. Çawa torosên sPî bûbûn nîşaneyên girtîn, kuştin û serwendakirinê di heman demî de ev cemse jî di hişê me DE bû sembola zilma dewletê. Dema li gunda, gundiyan cemsa leşkeran bidîtan dizanîbûn ku wê li gund tiştnê ne baş biqewimin. Li bajar jî dema me ev cemse didîtin ji tirsa qelbê dikir bisekinê. Ji ber ku di wan cemseyan de tîmên taybet yên weke baraza hebûn û me dizanîbû ku bi qasê serê tiliyekê jî rehm di dilê wan de nîne. Simbêlên wa yên kûçikî (ülkücü), çavên wa yên rengo reng, Cilên wa yên Leşkerî, rext û fîşekên wa yên ku bi bedena xwe ve dorpêç kiribûn tirsek dikir dilê me de. Di wî emrê xwe de (salA 1992. Ez hingî 7 salî bûm) min ev baraz dîtin û heta heta ez ji bir nakim. Dîsa rojekî dema em li malê bûn, me hew dît ku bi pehînan deriyê me yê malê vekirin û berê sîlehên xwe yên giran dan me û got ger hûn xwe biqelikênin EMê li we bireşênin.

Dema peyva cemsê tê bîra min ev tişt têne bîra min. Ez bawerim ev peyv tiştên xirabtir tînê bîra hin mirovên dî..



16.02.2014 02:35 | nan û av

2. Ez û diya xwe em pê erebe diçibûn ciyekî, nezîkî me erebeyekî eskeriyê derbas dibû, diya min pirsî "ev ne Cemse ye, min jî nizanibû Cemse çiye, loma wê fahm nekir. Min dilê xwe de got qey peyveke kurdî ye ez jê nizanim. Paşî hînbûm ku cîpên ku markayên wan gmc ye ji wan re Cemse dibêjin.



01.07.2017 14:31 | mîr

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» cemse

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî