Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


25 mijar û 42 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; îtîrafên tirşikvanan
peyamên çepikkirî

7693. dema ez deh salî bum yek mêvan kî hatibû mala me.ew û bavê min û birayên min di odekî de rûnîştin bun û qise dikirin.ez jî ketîm odê û ser mînderkî rûnişt.deme ez rûniştim min mêzekir dengkî hat, min xwe hînek da hêli kî yek berçavkkî şkesti.ew berçavkka mêvan bu.ez pirr tirsîm.dura ez fikirîm min got ezê çi bikim.birayê minê biçûk jî nîzikê min bu.min ev berçavk derxist holê û min ji bavê xwera got birayê min ew berçavk şkandî.bave min ji bawer kir û ev suc li ser milê birayê min ma.dura çi bu?tiştek jî ne bu.



03.06.2013 06:31 | endazer

13476. dema dikevim tirşikê ewil lê dinêrim ca çepik dane nedane.



06.06.2013 16:08 | endazer

28058. ez tirkî ji kurdî baştir dizanim. hêj ez nehatîm li vir min digot qey kurmanci zehf sanahiyê lê belê çen rojê ez li virim ez bi kutahî du hevoka diînim cem hev.



15.06.2013 00:35 | azadixwaz

28596. ez gava wê dibînim diterpilim weka ku ji dergûşê ketibim lal dibim spastîk spastîk dipeyivim



08.06.2013 14:50 | simurg56

30567. çay û cixare tune be. ez nikarim bifikirim *



07.06.2013 09:13 | simurg56

30756. mijara ku ji alîyê admîn ve hatîye vekirin û ne li gorî formata tirşikê ye.

(bnr: sen de mi brütüs)



08.06.2013 00:32 | simurg56

31282. ez jî itiraf dikim.. em ji ber kurdên lewçe û zimandirêj em xof bûne. zimanê wa ji kîrê kerê dirêjtir e. lazim e zimanê wa di berve were jêkirin naxwe yeka me nabe dido. ko her tim kurdan û siyaseta kurdan rexne dikin û wan bixwe tu guyê sa belav nekirye.. wekî h yusiv gotî bêhna avdestxane ji bêhna devê wa û ji bêhna gotinên wa yên bi qirêj xweştir e. nizanim ev ji kîrê kujan michael î ne li serê me bûne bela e.q min ne qeherênin.



15.06.2013 00:28 | azadixwaz

31822. ez dixwazim ku navê tirşik.netê biguhere!!

de bipirsin çima?

yaw yabo dema ez ji heval û derûdora xwe re behsa tirşikê dikim ez eyn gêj dibim yaw. dibêjim ferhenga înteraktîf e, dibêjin ew çi ye, 2 saet qala ferhengê û qala înteraktîfê dikim. bi qeda û bela merama xwe li dû hevudu rêz dikim di dawiya ravekirinê de ji min re dibêjin navê wê çi bû? ez dibêjim tirşik.net e paşê heneka xwe bi min dikin dibêjin em tirşikçî nîn in qaşo henek dikin bi qewlê tirkan 'zavallılar' rebenê xwedê ne dizane ferheng çi ye ne dizane înteraktîf çi ye û bi ser de jî henek û tinaza xwe dike.. bes e bila navê tirşikê bê guhertin ez jî rehet bikim hûn jî:-)



08.06.2013 14:50 | simurg56

32137. ez çi dikim çi nakim dîsa jî nikarim fediyokbûna xwe li ser xwe biavêjim... mixabin ku min pirr hewl da dîsa jî bi ser neketim. ji zarotiyê min heta niha ez wisa me min 4 sal zanîngeh xwend di sê bajarên ku çanda wan ji hev cuda de jiyam, ketim gelek civatên cur bi cur, min bi sedan pirtûk xwendin lê feyde nekir hê jî fediyok im hê jî fediyok im... ji min re psîkolog û terapî divê. ..



08.06.2013 14:50 | simurg56

32786. Helbestên ku ez herî zêde hez dikim bi tirkî ne.

(bnr: bir intihar mektubu teşebbüsü 1)

(bnr: bir intihar mektubu teşebbüsü 2)



08.06.2013 00:32 | simurg56

32817. ez kurdî nizan im



09.06.2013 18:41 | xewn

33861. carinan hin hevalên me yên ji tirşikê, hin tiştan bi îngîlîzî dinivîsin yaw bi xwedê gelek zora min diçe ji ber ku ji xeynî çend peyvên jiberkirî tiştekî din bi îngîlîzî nizanim lewma fêm jî nakim. divê hevalên me wisa li min neheqî nekin! ez ê heqê xwe helal nekim haa! mesela navê fîlman bi îngîlîzî dinivîsin ez jî dixwazim tevlî wan mijaran bibim lê fêm nakim behsa kîjan fîlm tên kirin. hay ji vê yekê hebin



08.06.2013 14:50 | simurg56

34529. gelek caran peyamên xwe bê ferheng û mînakên ji googleÊ nikarim bi nivîsim. sax be tirşik, bi xêra te kurmancî di elimim an hîn dibim.



18.06.2013 18:49 | simurg56

36745. şevê dî min jessîca alba di xewna xwe de dît. em li ber tava heyvê direqisîn.

xwedê xêr bike înşela!



15.06.2013 00:28 | azadixwaz

46968. ez van roja dilketime keçikê de lê cêwiya wê jî heye. (ev cêwiya wê nizanim ji kû derket*) sibhanela, va her duya mûyek jî ji hev ne berdane. hengî tişbina hevdu ez wan ji hev dernaxim lawo. ez hew zanim bê ez dilketibû me kîjanê de* ?



15.06.2013 00:28 | azadixwaz

48905. biskek berê xalê min ê mezin telefonî min kir, 52 sal emrê wî ye, ji min re got ez niha derbasî kobanê bûm êdî venagerim, ji min xatir xwast...

ez ji xwe dipirsim, gelo min çi hîs kir û ez çi hîs dikim, nizanim êdî bi rastî nizanim ji her tiştî eciz bûbûm niha jî..



08.06.2013 14:50 | simurg56

54576. li vî bajarî, yanê li stenbolê heft mehên min qediyan, bi gotineke din, heft meh e ku ji amedê dûr im, heft meh e ku di jiyanê de hilnayêm û nahewim, dê nehewin jî.

belkî li hemberê xwedê neheqiyek be jî lê hîn hemû bawerî û îdealên min taluq avêtin, dibe ku biçin sergoyê jî..

jiyan di nava tirkan de, di nava şênî û civatên wan de wek gûyî ye, ji gûyî jî xerabtir, pîstir, genîtir û bêhnpêketîtir e, hê jî hînî wan nebûme, kî tê dibêje, tu yê hînî wan bibî helbet, ya rastî naxwazim hînî wan bibim, emr li min zêde dibin, her ku dihere madeya min tehltir û tirştir dibe, jiyan û pêvrebûna ligel tirkan ez ji jiyanê, ji xweşî û qenciyê, ji bêhngirtinê sar kirim, hew dilê min di asmîna kurdistanê de aso û aliqî maye, dil dikim ku vegerim, lê dibêm tu yê bi çi rûyî vegerî serhedo?

heft meh e ku li stenbolê me, biyanîbûneke beloq ji çavên min dihere, weka ku nêm ji rênasî bihere, li van deran naqosên dêran kerr minare kin nîn in, dilên rût ên bajariyan kerr û kin in, xwezî tirşikvanino mirin hebûya veqetîn tunebûya..

heft meh e pê hesiyame ku tirkiya min jî ne baş e, min berê digot qey tirkiya min li gor rêjeya tirkiya amediyan baştir e lê na bavê min! niha di nava wan de dibînim ku hîç ne baş e, dilê min bo ferqa bilêvkirina 'qaf' û kef'ê nekeliya û çû, hê jî nikarim bêjim kağıt, ew her qaxit e, û çi îşê me pê kağıtê heye? nizanim..

dema ku kurdek tê van deran dil dike ku siwarî keştiyan bibe û ji ser tengava stenbolê ve, ji hêlekê ber bi hêlekê ve here û sîmîtan biavêje bo qaqlîbazan; min carekê jî dil nekir û neavêt, min hej ji wan jî nekir, ji lew ew ajalên axa welatê min nîn im, dibêm qey ew jî neyarên min in, lê xaliqên xwedê ne, de were vê rastiyê bipejirîne... hîç ne pêkan e gidî!

heft meh e ku xwîna min li girava dîrokî ya stenbolê jî netevizî, hama qurteke kelecan jî di nava damarên min de negeriyan û tevz nexistin laşê min, darên parqa gulhaneyê, sûretek ji daristanên şewitandî ên welatê min dianîn bîra min; ku min digo xelk hej ji xwe û kêfa xwe dikin, ma sucê daran çi ne? lê bo ku darên ha bibin populer, darên min bûn qurbanî...

heft meh e ku ji amedê dûr im, xalî me, vala.. ketime di depresyonê re, ku zaroyên doyîn hê nû ji rewşa ha derketine, ma dibêm ne eyb û fedî ye ku tu nikarî ber xwe bidî? ma gidyanoo! jixwe rewş ne ji ber wê bû ku me go ha berxwedan ha berxwedan û mal li xwe şewitand û malik li xwe xerab kir?

mikur têm ku çi qas eciz bim jî ji kurdan hez dikim, hej jê dikim ku bi kul û derdên wan re bijîm, emr kin û elemgirtî be lê bes careke din dernekevim ji xaka xwe yaw, ku rojeke bikaribim vegerim, ez ê êdî hîç jê dernekevim -ji bo ger û geştê jî-

civata tirkan weka ekşîsozlukê ye bi xwedê, heke hevoka wan bi 'amk' dest pê neke nikarin bipeyivin, min bêriya dijmînên 'gedê bajêr' ên amedê kiriye, çêrên ku ji qirikî tê û dilê marivî rehet dike..



08.06.2013 14:50 | simurg56

57640. çayeke wek bextê kurdan reş deynin li ser êgir û cixareya xwe pêbixin û werin li nik kombersê û nivîsa li jêr bixwînin...

ji salan 2009 bû rojeke zivistanê bû, ji mehan sibatoke reş bû. wan deman bo amadehiya zanîngehê diçûm dersxaneyê. ders û waneyan ne xema min bûn, kêf kêfa min bû, bêrîka min xalî lê rûyê min biken bû, hê xama bûm. sala ha hilbijartina şaredariyê hebû ez û çend hevalên min ên wekî min î ji dersxaneyê em diçûn cihê xebata partiyê û em dixebitiyan bo hilbijartinê. dilê me ne ji bo pêşerojê, ji bo welêt sincirandî bû û min xeyal hebû, mi digot qey hemû barê welêt li ser pişta min barkirî ye ango peywirdarekî nezan î dozê bûm. xalê min jî di heman dersxaneyê de mamosteyê edebiyata tirkî bû, dema ditît ku ji dersan direvim û diherim partiyê, mirûza xwe tirş dikir. di navbera min û malbata min de şerekî sar dest pê kiribû lê hîç xema min nedibû tu kes ji lew doza welêt ji her tiştî girîngtir bû..

mi go xama bûm, heta wêga dil jî neketibûm keçikekê, tê bîra min ku di pola qata jêr de keçikek hebû navê wê dîlan bû (heke rojek ji rojan vê mikurhatina min bixwîne, bila bizanibe ku ev dil hê jî bo wê lêdide) em di heman dersxaneyê de bûn lê haya me ji hev tune bû, rojekê ez û hevalekî min em çûn meşekê û polês êrîş di ser me de birin em belawela bûn piştî kêliyekê min hew dît ku du heb keçik ber bi me ve tên, ji wan yek dîlan bû. min ew nas nekiribû lê wê ez nas kirim. çavên wê ji xaza îsotê ya polêsan dişewitî û hêstir ji çavan dibariya (ez bi qurbana hêstirên te bim lêê, xwezî ji dêlava çavên te dilê'm bişewitiya, qenebî bi şikestina dilî çendîn salan nedisotiya) lê rûyê wê yê rûken û xweşik î qemer dibişiriya, hat li rex min destê xwe yê rastê dirêjî min kir û ji nava dilî, bi dilgermî got merhaba (ew kurtekêlî şeş sal e berdewam e, bîr dibim lê ji bîr nakim) ê wê peyvên wê dilerizîn û bi vê silavdayînê re kizinî ket cergê'm, tevz ketin laşê min(min xwe bi xwe gotibû kuro ev çi ye? ev hîseke çawareng e ku li min qewimî) min jî bi rûyê xwe yê şermokîn û bi peyvên nîvcomayî û bi dengekî terpilî got merhaba (min negot merhaba heval, niza çima lê min dil nekir ku fermiyeteke ziwa bikeve navbera me) got te ez nas kirim? em di heman dersxaneyê de ne, carinan dibînim ku tu ji jor dadikevî xwarê. min got erê min tu nas kirî..

bi qasî deh deqeyên bêdawî em axifîn piştre ji ber xeteriya bûyerê em belav bûn û ez jî çûm malê..

vê şevê, vê şeva dirêj î tagirtî nebû sibeh, heta serê sibehê min xwe bi xwe navê wê dubare dikir dîlan dîlan dîlan.. dubare, sêbare, çarbare, hezarbare.....

roja dî çûm dersxaneyê û li ber deriyê sekinîm, ihtîmal hebû ku wê bibînim. roja yekê min ew nedîte, ez li dersê bûm lê hişê min li hêlekê..

roja dî dema ku ji dersxaneyê derketim min li ber deriyê dersxaneyê ew dîte. ber bi wê de çûm, ber bi min de hat. me silav da hevudu û em bi hev re meşiyan. ez şermok ew şermok. me tenê qala xebatan dikir û me digo baydemîr wê dengeke xweş bistîne falan û bewan. em ji çamlicayê heta tesîslerê meşiyan. pirsî got tu li kû rûdinî min adresa xwe jê re got û ew jî ya xwe got û me fêm kir ku em bi heman dolmîşê tên dersxaneyê.

bo çûyîna dersxaneyê du heb rê hebûn yek ji wan diçû rawestgeha wîlayetê yek ji wan jî diçû ya çamlicayê. dema ku mariv siwarî ya çamicayê bûbûya divê bêtir bimeşiya lê ji bela ku sar dibû ez li benda ya çalicayê nedisekiyam. hama kîja pêşî bihata lê diqelibiyam siwar dibûm. lê tu nabêjî, ew bi tenê siwarî ya wîlayetê dibe.(çend mehên dî mikur hat, got ez her serê sibehê nîv saet zû şiyar dibûm û diçûm li ber rawestgeha wîlayetê li benda te disekiniyam lê wê ez qet nedidîtim ji sedî not ez li ya çamlicayê peya dibûm lewma em pêrgî hevudu nedihatin. weka ku bêje de haa tu li kû ma? piştî ku min jê re got qurbana keda te ya fedekar bim, biborîne min dolmîşan cihê nedikir, min tu di sar û seqema zivistana amedê de belasebeb sekinand)

neyse dirêj nekim, bi qasî mehekê bi vî rengî têkiliya me dom kir, dema em biçûyana bûroya partiyê me hev didît, pirri caran jî di navbera dersan de me hev didît. wan deman hêşê min berbelav bibû, ez qet ne li ser xwe bûm. li aliyekî ders û zanîngeh, li aliyekî xebat û siyaset û li aliyekî jî evîn û dîlan.. dilê min ê piçûk di vê xaçerêya bê'îman de asê mabû. rojeke min biryar da û min got dev jê berde kuro tu di riya xwe de bimeşe, ew jî ya xwe de hûnê nikaribin li hev bên. jixwe tu nikarî prensîbên xwe binpê bikî.. rewşeke paradoksal bû, min berê xwe badida li kû, rê asê, biziviriyam li kû, labîrenta min kurtir dibû.

wê têgihîştibû ku ez ê neçim û evina xwe mikur neyêm, rojekê ji dersê derdiketibûm, min dît ku li derve ye û piçek bi kelecan e. wê ez dîtim mîna hercarî bişirî û hat gote min em dikarin bipeyivin? min go tabî, kengî? hevalên min ber bi min ve hatin, ji ber ku ew pê nehesin bi lezûbez got deh deqe paşê were bûroyê min got temam...

wêga min ji germahî û kelecana rih û giyanê wê fêm kir ku tiştekî heye( wan dema ez hê jê ewle nîn bûm, min têdernedixist bê ka gelo ew jî dilketiye yan na?) mi go de ya bi xêr..

bi qasî qederekî bîst deqe çûm bûroyê piştî kêliyekê ew jî hat. cara yekê ewqas nêzî min bû, min ji nêz ve nêrî ku gelek xweşik bû dilê min dihata ber devê min, min şerm dikir, min digot qey wê dengê gulpagulpa dilê min seh bike, ku seh nekiribe jî heke bi vî awayî here ez ê dilê xwe vereşim destên wê. neyse li mi zivirî û go te fêm kir? min xwe bi kerranî danî (jixwe kerekî tam bûm) û min go çi? çavên xwe yên reş î mezin beloq kir (weka ku lavayî bike û bêje şerm dikim kuro bêyî ku ez bibejîm tu fêm bike, min nede ber şerman) cardî pirsî, got tu zanî ez behsa çi dikim. min fêm kiribû êdî û çênedibû ku ji qedera xwe birevim. mi go têkiliya me çênabe! şûşa dilî şikest! şok bû go çawa? go ez ji te bawer nakim. tu jî ji min hez dikî! mi go erê ji te hez dikim lê ne bi vê ecêbê yanê wek hevalekê. go ez ji te bawer nakim. bi qasî pênç deqe em bêdeng man. paşê hevalên min hatin û em broşûrên partiyê girtin û bo xebatê belav bûn..

(şevê, ez gelek ponijîm law ez hê zarok bûm zarok! nozdeh salî bûm û min digot hevrê ye çênabe eyb e fedî ye.. kurmekî xinzîr ketibû nava dilê min û min dixwar,dimêtiya xwîna min.

telefon bi kar nedianiya, piştî hilbijartinê hat bi min re axifî, got ez nema têm dersxaneyê ji bo xatirê xwedê rastiyê bêje min. ma tu nabînî ji te hej dikim? ji jiyanê sar bûm nikarim ders jî bixebitim.. peyvên wê wek tîrên sincirî dilê min hingaftin, gelek zora min diçû lê min rika biryara xwe girtibû û min go cara dawî ye ji te re dibêm na! (bi dilekî şikestî ji min dûr bû, ji vê rewşê nexweşhal bûm, dilê min diperritî lê nema dikaribûm tiştekî bikim)

bi qasî sê hefte nehat dersxaneyê, liqayî şopa wê nedihatim. piştî ku hilbijartin xelas bû, agirê dilê min bo siyasetê piçek vemirî. min fêm kir ku rev tune ye şevên buharê xedar in, xew li min diherimin ez li kû binêrîm suretê wê dihat, li hêşê min aliqî mabû...

bêriya min kiribû, hat dersxaneyê, dema çav lê ketim di navbera min û xwedê de bostek mabû, ji kêfan neketim dersê, min go kuro dîn nebe! jê hez dikî nehlet li şeytên! û çûm cem wê. mi go dîlan! fêm kir, ez jî te hez dikim..

û me dest pê kir...

wê salê min zanîngehê qezenç kiribû, beşa ku min qezenç kiribû ne bi ya dilê min bû lê ji ber barebara malbatê xwe min got ez dê bixwînim, wê qezenç nekiribû, û wê dîsa biçûya dersxaneyê..

neyse havîna me qediya û li pey çend mehan di derbarê wê de çend tişt hîn bûbûm ku ji ber hindê gelek diêşiyam. dîlan gelek melankolîk bû, qet bextewar nedibû û tim morala wê xirakirî bû. bavê wê bênamûsekî heram bû, pîskopatekî bêşeref bû lewma dîlan ji ber wî pirr diqehiriya. her roj her roj digiriya lemwa têkiliya me jî ber bi nebaşbûnê ve diçû. rojeke hat û got ez dixwazim veqetim! şok bûm, çongên min lerizîn mi go tu nikarî veqetî, peymana me heye dilsoz be lê çi feyde..

(digo ez ê ji mirovan birevim û biçim hey biçim, min fêm kiribû meqseda wê çi ye. lewma min di ser wê de diajot) bi qasî du meh li dû wê baz dam, bo ku wê qanih bikim ku bes ji rex min neçe derekê..

ji ber hewldanên xwe, westiyabûm. min ew qanih kiribû lê dilê min rext ketibû. problemên wê hezar bûn. ez hê zaro bûm ulan zaro! dilê min hilnedigirt! saleke dî jê veqetiyam. dema veqetiyam jî min jê hez dikir, min zanibû ku pêşeroja me tune ye. gelek gelek westiyabûm.

dema min jê re got em veqetin, giriya bi saetan giriya, pişta xwe da min û çû. roja din hate mala me, go em veneqetin, min go çênabe em li ser hev ve nabin delalê, destên xwe dirêjî rûyê min kir mîst da piçek li min mêze kir, go tu ji min hez nekî jî dibe ez hej te dikem.. û cardî girîn, ji malê derketim, bi qasî saetekê giriyaye..

meheke paşê peyam hinartibû, em li ser peyaman axifîn go bo xatirê xwedê vegere, min go min tu ji bîr kirî, go min ne bawer e tu derewan dikî! mi go na! go tu bawer î? (min berê ne bawer im nivîsand, min tam dişiyand lê dîsa keraniya min hate min û min peyama xwe jê bir û min nivîsand ku erê bawer im ku min tu ji bîr kirî) paşê got soz didim te ku ez ê te ji bîr bikim!

çinginî ket hêşê min, mi go bi rastî jî dibe ku min ji bîr bike? de naa lo ma ew min çawa ji bîr dike? xwebaweriyeke pûç rê li ber min girt û min go ji bîr nake loo, rojekê em ê li hev bên jixwe, lê piçek dem û zeman divê ji me re)

neyse du meh paşê min bêriya dilanê kir,min fêm kir ku çiqas keçikeke xwedî problem be jî hej je dikim û min xwest bigihîjim wê.. lê hevaleke me ya hevpar nemabû, lemwa çend hefte çûm li ber deriyê mala wê li benda wê sekinîm (rojên berên yên ku li ber rawestgeha wîlayetê li benda min disekinî hatin bîra min) lê qet derneket weka ku erd qelişî be û ew jî têde wer bibe. min mêze kir ku bi vî awayî nabe li ser facebookê gihîştim keçika meta wê, mi go çi dike go dihere dersxaneyê( ji ber derdê min sê salên din jî qezenç nekiribû ez bi gorî).. mi go ez ê biçim ber desrxaneyê, go neke neçe eyb e, go sibehê ez ê jê re bêjim wê bigihîje te, neyse rojeke dewam nekir, min dît ku bi şev dilan peyam şiyand, go keram ke li te guhdar im, min go biborîne cana min ji te hez dikim efû bike, keniya, henekê xwe bi min kir, go te dilê min şikest û çûyî êdî pirr dereng e, min hêmû hestên xwe yên ku bo te xwedî dikir, bexşandin. niha jî ji bo xatirê wan rojên berê bi te re dipeyivim bes! nema li min bigere! mi go yek heye? go te eleqedar nake! û go tiştekî din dibêjî? min go ez mirim, te ez kuştim ez ê çawa ji bîr bikim ma? di wir de bo min hevokeke dîrokî şiyand go 'te çawa digot min ji bîr bike, tu jî weha min jîr bike!'

kelogirî bûm tu peyv êdî ji min derneket, li cihê xwe mam, bûbûm miriyekî nîvzindî, bêhn li min diçikiya, min dixwast vê kêliyê bimirim lê ne ez mirim û ne jî min ji bîr kir...

dîlanê

xweşkokê! binêre çend sal jê derbas bûn, lê ez hê jî ji te hez dikim, li dû te min ji keseke din hez nekir, ku kengî dil bikim bo yeka din, cihde çavên te yên xumarî tên bîra min, kenê te û paşê girîna te, poşmaniyên min, dema bi şev dibe nobeta hesreta te dest pê dike, ez dema niha van hevokan dinivîsim jî kelogirî dibim, girîn kete qirika min, ez hê jî şîna te digirim û baş bizanibe ku xwediyê zar û zêçan bim jê û sed sal jî bibuhure ez ê dîsa ji te hez bikim..

(hevalekî rojekê li min geriya û got dîlan dergistî bûye, min li derve di destê zilamekî de dît, destên wan de gustilîk hebûn, min go tu rast dibêjî? go mixabin. xwe nema biqehirîne! dîlan nayê nayê qebul bike!, qêriyam di ser wî de hîş be!)

mafdar bû, dîlan çûbû.. çar tîp û peyvek! ç û b û.. evqas! çi hêsan bû..

dibêjin dem û zeman îlac e lê derew! kurtir dike..

dîlan li dû te şûşa dilî şikestî cebar nabe lêê



26.10.2013 03:51 | zero

59178. ihi ihi, beriya ku bipeyivim divê qirika xwe ya tehl paqij bikim

neyse tirşikvanîno em di mikurhatineke dî de careke din bi hev re ne*

îroj yanê piştî saeta dozdehê şevê şeş salên min û wê qediyan yanê şeş sal berê di vê rojê de me hev nas kiribû, teqrîban hesabên me yên wê çaxê, divê niha em zewicandî bûna lê çênebû, biborîna delala min, min tu bê stran şandî, bila hemû xezebên vê cihana qehbik li min biqewimin ku veqetîna me neheqiyeke mezin bû..

neyse vê carê ez ê dirêj nekim û serê we neêşînim, li xwe miqate bin û xwedî li evîna xwe derkevin. dinya pûç û vala û xalî ye



26.10.2013 03:51 | zero

60149. min di 2012'an de hemû ferheng û peyvên turkcekurtcesozluk.com'êHere lînkê'ê bi bernameya ku min çêkiribû, di çend şevan de daxistine ser kompîtûra xwe û min ji simurg56 re name şand ku ez jê destûrê bixwazim ku wan têxima wîkîferhengê, lê ji wî bersiv nehat û ez zêde bi şopê neketim û min ew têxistine wîkîferhengê.



05.06.2013 14:07 | simurg56

62348. belkî haya te ji vir hebe, îroj nebe dê sibe hebe teqez! ma dinya ne piçûk e? ma xwudê jî ne senarîstekî ecêb e? ma rêyên te wê nekevin li pêşiya min? helbet.

tu bayekî sar î, ji xeyalên te sir û seqem difûrin êdî. strana zülfü livaneli ya sevda değil ya ku te pênç sal berê ji min re gotibû, êdî ev stran jî vî bayî germ nake, tu mir î nema zindî dibî, êdî ji vir şûnda tu bifikire canim



08.06.2013 14:50 | simurg56

62440. ji bo vêca çiyeeee

(bnr: li cem her gulîsorekî simbilboqek heye)



07.06.2013 18:27 | brusk56

62906. Çend roj ewil hindik mabû ez zewicîbûm û xebera malbata min jî tinebû.

(bnr: tu çavê şeytanê)



24.06.2013 23:59 | xewn

67557. wûn bi çi bawerin ez ji wera bi wî sond bixwum min bêriya tirşikê kirîye. ev internet bûye nexweşînek limin lê min hinek kêmkir niha ez tedawî dibim lê mixabin eşâ bê dermane. ti başbûna min tine bi qurana kû we xwendîye



27.10.2013 00:18 | endazer

71054. li ser înternetê di muneqeşeyêde tirkê nijadperest bimin nikarin ez dev li wan di qelêşim wan diqehirînim cîyê ez li wir bim ew nikarin serbest xeberdin.

minak: dibên tu çima naçî kobanê tu newerî?

ez jî dibêm wa qehreman pirin li wir em kurd têra herkesî û li herderî hene.



tu çima naçî çinê turkmenê tejî di kujîn...

û

me li silêman şahê we jî dît we çewa neqlîye dikir.

bijî yüce apo wan di teqîne

û filan û bêvan.



27.10.2013 00:18 | endazer

78182. hema bêje tu roj tune ye li tirşikê nenêrim. ew roja min bi roj li tirşikê nenêrî, şev beriya raetinê tê bîra min lê dinêrim bê ka çi hatiye nivîsandin. lê nanivîsim * ji ber ku di ferhengê de kelecana berê tune ye, ji dilê mirov nayê binivîse. lê çi bû di ferhengê de kê çi nivîsand dizanim *



17.06.2013 21:54 | simurg56

78193. ji hemû jinan hez dikim, çimkî tev şekir in.



08.06.2013 14:50 | simurg56

78202. ez ji hemû jinên ku ji mêran nefret dikin û ji zilamên ku ji hemû jinan hez dikin nefret dikim.

ya rastî di tirşikê de, heta ji nivîskarên medya civakî hema hema bibêje kes nakeve serê min û xwezî yekî hêja hebûya.



09.06.2013 07:28 | brusk56

78203. îmana min ji dijber diçe*



08.06.2013 14:50 | simurg56

78605. min biskek berê straneke siya şevê ya sitêyê vekir û guh da wê, û bawer dikim ku ezê heta şefeqê li ser hêv guhdarî bikim..

di nava stranê de gotineke weha heye;'jiyan bila bibore, mirin paqijî ye''



erê lê dayê

rast e

jiyan bila bibore, mirin paqijî ye

dayê ka dolbenda morî li ser teyî

dayê ka porsima zêr li ser zêrayî

dayê ka destê te her ro li min pêçiyayî

dayê ka şîrê te bi dilê te keliyayî



dema min guhên xwe baş dan gotinên stranê, dêya min hat bîra min û li ser netê geriyam hemî gotinên evê stranê...

kizinî ket cergêm. min got yahû mirov çi zikreş in! ji ber derdê dinyayê û xirecira evê xopanê, her tişt jibîr dike, mariv dêya xwe ya ku nayê bîra mêriv jî jibîr dike? erê dike lê ev stran cardî dêya min hanî bîra min, erê lê dayê jiyan bila bibore, mirin paqijî ye..

bêrya te dikim, zanibe ew zarokê çar salî hê li vir e



08.06.2013 14:50 | simurg56

79305. min çendek berê çewtiyeke gelek mezin kir, lê ditirsim ji simurg56 re bêjim, belkî ew jî nikaribe rast bike lewma nizanibe baş e

dawiya dawî ewê min biqewirîne ji vir*



08.06.2013 14:50 | simurg56

79576. îroj ev bû salek e ku bi tenê dijîm, mala min ji navenda bajêr dûr e, mîsal ji bo ku karibim bigihîjim kadikoyê kêmtir saetek û nîv bidim ber çavan..

carinan dipirsin 'ma çawa sebra te tê,ma qet natirsî, ma çawa dikarî bi tenê debara xwe bikî..

êdî ji van pirsan kerixîme, ew dibên qey bersiva evan pirsana jî wek pirsê hêsan û rehet e..

erê sebra min nayê hem jî hîç nayê, ji eciziyê nizanim çi bikim car carinan çiraya malê vedimirînim û bi saetan di tariyê de rûdinim. lê çi bikim, ji tenêtiyê jî hez dikim..

erê carinan pirr ditirsim li stenbolê diz pirr in carinan ji ber nobetan 32 saet nayêm malê kes li malê namîne, lazimiyên min ên malê çendîn kêm bin jî, bi vê mehînaya xwe encax dikarim di 5 mehan de xisara xwe berteraf bikim, carinan ji ber tirsê ji xewê dipekim, gelek caran xewnereşkan dikim mêvan, hama kitek jî pejn ji cihekî were hildifirim bê ka kî hatiye.. lê ji ecizikirina hevalên malê bêtir ditirsim. naxwazim bi însanan xerîb re her gav bijîm..

erê debara stenbolê zor dijwar e, kirê buha ne heqê rê buha ye û xwarin buha ne lê ne hêja ne bi qasî tênetiyê..

evana giş çareser dibin lê ya xerabtir carinan dawiya heftê jî dernakevim derve, telefona xwe diqufêlim û bi qasî 64 saetan ji devê min tîpek jî dernakeve, roja dî axaftin zortir dibe law ma mariv dengê xwe ji bîr dike, beriya ku qirika xwe paqij nekî peyv ji devê mêriv dernakeve.

hevalên min ên ji stenbolê bi pirranî zaza ne, yên dî jî kurdî nizanin, loma ez gelek bêriya axaftina kurmancî dikem, dema wilo dibe ji qahra dimirin, pirr zora min dibe pê wardiqilim ku ev kirasa zengarî ya evê dewletê bi top û tifingê li ser laş û giyanê me kiriye ferz, diperçiqe pîneyên wî ji her derê laşê diqelişe, dema wilo dibe amed têt bîra min.

dema tenê dibim herî zêde bêrya amedê dikim û ji êvarê heta şefeqê guhdariya strana min navê xwe kola li bircên amedê dikim bi girî dibim paşê li xwe hêrs dibim lan oxlim ka tu dibûy entelektuel? ev çi hal e? ma tu zaroyê doyîn î ku her hefteyeke careke girîn dikeve qirika te? ka rabe lan, qehwe vexwe, fîlmek veke lê darî bike û dev jê berde heyran ev qedera te ya nema dişê jê birevî..

piştre dinêrim ev hal ne tu hal e diçim radizêm û dîsa ji xewê hildifirim...



08.06.2013 14:50 | simurg56

79673. erê herê da bo we bêjim..

min gotibû di hilbijartinan da ez dê yan boykot kem yan jî dengê xwe dem hakparê. îkametgaha min li geverê ye bes ez li bajarek dî dixwînim. û min nedişêya biçim geverê. roja dengdanê birakê min yê hdpyî ku apoçîyek tam e bo min têlefon kir û gote min ez dê biçim şûna te deng bidem. hindî min gotê nede hdpê çû da hdpê...



28.06.2013 23:52 | simurg56

81794. ji ber ku tenduristiya min a derûnî xera nebe, heya ji destê min tê, peyamên shorbevan naxwînim.



08.06.2013 00:32 | simurg56

88754. Newêrim îtîraf bikim. Wilqasî ziravê min nîne.



27.10.2013 15:55 | simurg56

98372. Tirşikvanek heye ez kîngê navê w di bêşa nivîskarên girêdayî de dibînim hizûra min direve.



26.10.2013 23:54 | endazer

100746. pirr hej jÊ dikem ku li ser etimolojiya peyvan lÊkolînan bixwînim.
carinan bi saetan serê xwe li ser ferhengên etîmolojiyê diêşînim.
bi rastî jî ziman tiştekî pirr xweş e. carinan tu dikevî li pey peyvekê, ew peyd te bi xwe re dibe û hew dinêrî ku eslê peyvê di zimanê ku qet haya te jê nîn e de xîmÊ xwe çêkiriye.
li malê di pirtûkxaneya min de du heb pirtûkên li ser etîmolojiya kurdî hene lê mixabin ev her du jî pirr qels in, di zimanê kurdî de vê taliyê 180 hezar bêtir peyv hene (peyvên ji zimanên biyanî ketine jî têde) lê ev her du pirtûk jî lêkolînên li ser sê-çar hezar peyvan in.
li ser netê malparên baş hene lê ew jî ne yên zimanê kurdî ne, ger em hewl bidin û di tirşikê de li ser etimolojiyê agahiyan binivîsin(yên rast) dê pirr baş be

not: mindal tu neyÊ!



08.06.2013 14:50 | simurg56

100774. min îro gregor samsayek kuşt *



26.10.2013 23:54 | endazer

103984. Îro min tê anî der, nivîskareke go j'min wê ye mêr e , jin derket. Peyre min peyamên jinikê dûbare kir, dîse xwend. Û ez şaş man. J'bo go wateya berî ez bielimim û piştî ez elimîm zayendê wê zehf guherî. Îda Çêtir watedar xwuya dikirin.

Va ez îtîraf dikim û min niha fêhm kir go ez hinek mirovan li gora zayend û navan kategorize dikim, ne li gorî fikr û raman. Heyfa minê ! *

Îda hun dikarin bi vê stranê bersiva min bidin û min fêhtkar bikin *





27.10.2013 15:55 | simurg56

112523. Bavê min di sala 1942an de ji dayik bûye ez di sala 1990an de ji dayîk bûm. Yanî bavê min tam 48 sal ji min mezintir bû. Bavê min ji ber çend pirsgirêkan du car zewicîye. Ez naxwazim têkevim hûrgilîyên malbatê. Bavê min gelek ji nezerê ditirsiya çi ku gelek bobelatan hatibûn serê wî û ew her gav digot çavêd xelkê pîs e zû nezer dikin min hemî tiştên xwe ji ber wana wenda kirin. Neyse hevalno bavê min ji ber têkçûnên xwe gelek ji min û ji birê min hez dikir gelek ditirsiya tiştinan bihatana serê me loma gelek caran dema li derûdorê yekî jê re bigota çend kurên te hene? Bavê min digot kurên min tune ne ewê ku li gel min e lawê cîranê me ye. Paşê dema zilam ji dikan biçûya dîsa qala çîroka xwe ya pêncî salan dikir û digot nezer heye nezer. Bavê min însanekî baş bû lê hinekî feodal bû nikaribû di roja îroyîn de tiştinan ji hev derîne loma gelek caran em bi hev diketin.
Carekî got bavê min ji min re digot ji xwe re mal bistîne heyfa perayên te ne lê bavê min gotiye madem zarokên min nabin ez jî mal nastînim. Bavê min par mir wexta miribû 76 salî bû û ew 76 sal bê mal û milk di dara dinyê de geriya. Digot min guh neda şîretên bavê xwe loma ne min mal ne jî milk nîn e lê bes hûn her du kurên min hene hûn baş bin bes.
Bi tenê xeyalekî bavê min hebû ez hê deh salî bûm digot bila ez zarokên we bibînim Hama wê kêlîyê xudê rihê min ji min bistîne. Ez bi tenê dixwazim zarokên we bibînim, hêj wan bikim ji xeynî vê yekê tiştekî dî nedifikirî yanî 10 saliya min tê bîra min ango 18 sal Hama bêje kengî biçûyama cem wî digot Hama ez zarokê te bibînim besî min e. Mirovekî bifikirin bi roj û bi şev bi tenê xeyala neviyên xwe kirine, bi tenê xwestiye kurê kurê wî hebe û ew jî paşê bimire.
Bavê min par di meha hezîranê de rehmet kir û kurê min jî sê meh paşê hat dinyayê. Yanî ev feleka xayîn nehişt zilamekî extîyar, kalekî têkçûyî, însanekî henun bigihîje tekane miraza xwe....
Lawê min 14 mehî ye hê jî kengî lê binêrim bavê min tê bîra min law dibêjim bavê min bi salan xeyala dîtina vî kurikî kir lê nedî feqîre min. Gelo bavê min eger bijiya û nevîyê xwe bidîta dê çi bikira? Çawa wî hembêz bikira? Çawa wî bigeranda? Çawa hej wî bikira? Çawa wî bigirta li ser çokên xwe? Çawa pê re biketa dîyalogê?
Ya girîngtir, kelîya ku bavê min cara ewil nevîyê xwe bidîta gelo sûretê wî bi çi şêweyî bikeniya? Kelecana xwe bi bişirîn an bi girîn bida der?
17 meh berê bavê min mir, 14 meh berê kurê min hat. 17 meh e bavê xwe difikirim 14 meh e kêfa bavê xwe difikirim. Xudê bi sê mehan hemî bextewarîya min ji min girt...
Aniha tekane xeyala min ev e ku ez kurê lawê xwe yanî ciwanê xwe bibînim...



08.06.2013 14:50 | simurg56

122541. çendek e ez rojê 25 saetan li telefonê dinhêrim :(



26.10.2013 23:54 | endazer

130765. Sewa ku ez entryên shorbevan fehm bikim ez zehv serê xwe pê ra dêşînim * hine caran ez hinek hevokên wî fehm nakim :/



26.10.2013 23:54 | endazer