Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


22 mijar û 49 peyam
01.03.2014 kampanyaya danasîna tirşikê ya li ser twitterê - tirşik
01.03.2014 kampanyaya danasîna tirşikê ya li ser twitterê
(4) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. kampanyaya ku ji bo tirşik li çarnikarê cîhana twitterê deng vede me dil heye, ku em bidin destpêkirin.. wek tê zanîn 13 roj berê yanî serê meha sibatê, me ji bo danasîna tirşikê kampanyayek li ser twitterê lidarxistibû û ji vê kampanyayê gelek nivîskarên nû beşdarî tirşikê bûn û yên nebûyîn nivîskar jî qenebe bi heyîna ferhengeka xwerû kurdî ya înteraktîf hesiyan..

wekê kampanyaya din ev kampanya jî piştÎ seet 20.00ê êvarê wê destpê bike, û em j hemû nivîskar û xwendevan û sempatîzanên tirşikê hêvî dikin ku heta hingî ji bo tirşikê tweetên balkêş amade bikin û dema wext hat jî bitiwîtînin û hey bitiwîtînin..

wek moderasyona tirşikê, derî û dergehê me ji bo hemû reng teklîf û pêşniyaran vekiriye..



(bnr: hesabên twitterê ên niviskaran)

(bnr: nivîskarên tirşikê li ser twitterê hevdu dişopînin)

(bnr: 01.02.2014 kampanyaya danasîna tirşikê ya li ser twitterê)



13.02.2014 20:12 | endazer

2. hêvî dikim herî kêm bi qasê 01.02.2014 kampanyaya danasîna tirşikê a li ser twitterê serkeftî be. roja ku hatiye diyarkirin ji bo min guncan e. (bnr: i am in)



13.02.2014 21:15 | simurg56

3. ez hêvî dikim ku ezê vê carê karibim tevlî kampanyayê bibim. cara din jiber maça min hebû ez tevlî wê nebûm lê belê vê carê ezmûna min jî hebe dîsa jî ezê tevlî bibim.

(bnr: tevlî bûn)



13.02.2014 21:24 | mergehez

4. kampanyaya ku ez ê jî bi hemû hêza xwe tê de bim.

kampanyaya borî têra xwe serkeftî bû û gelek kêr tirşikê hat. bi dehan nivîskarên nû hatin û haya gelek kesan ji tirşikê çêbû.

lê vê carê divê em zêdetir profesyonel tev bigerin ku vê carê em bikarin dengê xwe bilindtir bikin.

pêşniyariyeke min heye. ji kampanyayê re hê 11 roj heye. em dikarin di vê demê de an jî dema kampanya pêk tê, tweetan ji kesên navdar re bişînin ku ji bo tirşikê bi taga tirşikê tweetek biavêjin.

ez dibêjim em lîsteyek a kesên navdar û xwediyê zêde şopîneran derxînin û 5-6 kes ji me, ji wan re ji bo pîştgirîyê tweet biavêje. mesela berxwedan yaruk. xwediyê 30 hezar şopîneran e. ger em jê bixwazin wê alikariya me bike.(beriya 5-6 mehan carekî kiribû jî) mesela parlementer û şaredar û rêveberên bdpê, dibe ku tiştek wisa bikin.mesela Özgür amed. 9 hezar kes wî dişopîne.

em lîsteyek wisa derxînin û piştgirî ji wan bixwazin. bi vî awayî wê kampanya zêdetir berbilav bibe bawer im ..

ji kerema xwe re hûn jî fikr û ramanên xwe parve bikin û pêşniyariya min şîrove bikin. da ez jî li gor wê tev bigerim.



18.02.2014 16:33 | brusk56

5. dive çend sloganÊn zibankirpÎ gotÎn bikar binine. mina:

ti hÎna tirkÎ qisey kena? tew... #tirşiknet

tÛ he jÎ tirkÎ diaxivi? tey... #tirşiknet



18.02.2014 16:43 | cinorek


7. ez twîtterê bi kar nînim, (twittera min heye lê şopînerên min tune ye * )



lê cinorek (her tim cînorek dixwînim) rast dibêje, divê sloganek hebe.



19.02.2014 01:50 | berxweda

8. kampanyaya ku hêvî dikim

pê peyamên ku rojane di tirşikê de tên nivîsandin êdî bin 200 peyamî nekevin..



20.02.2014 21:06 | endazer

9. kampanyaya li hêvîya teklîf û pêşniyaran.. de haa hûn li kû man?!!



22.02.2014 18:02 | endazer

10. kampanyaya ku divê em di van rojên dawî de, herkesî jê haydar bikin.

mesela bila herkes ji hevalên xwe yên bikarhinerê twitterê re bêje ku di wê demê amade be. herkes dikare di facebookê di derbarê vê kampanyayê tiştek binivîse. divê em vê carê bikarin dengê xwe bigihînin kesên cûda.



23.02.2014 00:02 | brusk56

11. Ez jî yê tevlîhev vê kampanyayê bibim. Ya rastî di twitter'êda şopînerên min hindikin bes ew ji min tê.



23.02.2014 01:49 | korahî bîbilkêt min girtin

12. kampanyaya ku di ekşîsozlukê de bi vê peyamê hatiye danasîn : eksisozluk.com/entry/40650084



24.02.2014 00:08 | brusk56

13. tişta ku wê sibe saet 20 an de biqewime ye.

em ê saeteka xwe ji bo tirşikê xerc bikin Û em ê binêrin ka wê çawa tesîr bike. wê kî çi bêje û wê çi qas kes piştgiriyê bide.



28.02.2014 15:08 | brusk56

14. kAMPANYAYA KU MIN JI NIHA VE PEYAMÊN XWE AMADE KIRINE Û SIBÊ WEKE FÎŞEKÊN KELEŞÊ EZÊ LI TWÎTTERÊ BIREŞÎNIm E..



28.02.2014 16:20 | nan û av

15. xwezî nivîskaran îro hinekî bêhti̇r peyam binivîsandina. ji ber ku dema em dest bi kampanyayê bikin hinekê binê nevê wê tirşikê mereq bikin û wê li malperê binêrin.. dema li aliyê çepê bibînin ku mijar û peyam hindik in ez bawerim wê di dilê xwe de bêjin '' ma ev çi ye! tiştek di vir de nîne.'' ji ber ku weha nebêjin ez bawerim lazım e em heta seeta kampanyayê hin mijarên nû vekin an jî nebû peyaman binivîsin.



01.03.2014 13:24 | nan û av

16. hêvî dikim weke ya berê serkeftî be. [01.02.2014 kampanyaya danasîna tirşikê ya li ser twitterê] wê dîsa di bin hashtaga #tirsiknet de were kirin.

piştî kampanyaya meha sibatê gelek nivîskarên jîr û zîrek hatin tirşikê û bandorek berbiçav li aktîfbûna tirşikê kirin.



01.03.2014 13:38 | simurg56

17. kampanyaya ku jê re hew nîv saet mayî, ye. xwe amade bikin û dema saet bû heşt twîdan li ser twîdirê bireşînin.



01.03.2014 19:30 | mergehez

18. kampanyaya ku nîv seet jê re maye, û heta niha di tirşikê de kêm kes onlayn dixweye..



01.03.2014 19:32 | endazer

19. kampanyaya ku çendek maye despê bike.

ez bawer im wê gelek kes piştgiriyê bide . de haydê gelê tirşikvanan ! têkevin twitterê despê nivîsandinê bikin



01.03.2014 19:44 | brusk56

20. min ê jî piştgirîyê bida, lê twitter a min tuneye, olsa dükkan senin



01.03.2014 19:48 | nazim tolhildan

dengdanên dawîn (yên din..)
threads [1]
Hevqedera tirşikê ye bawer kim. Nişkave bilind bû paşê nişkave têk çû....
kolaya zer [1]
Piştî Emerîkayê ji ber şerê cihanî yê duyemîn ambargo li ser Almanîya...
bayê xerbî [1]
Hevrikê keloş e ^^...
bayê xerbî [1]
Tirşikvanê ku sala 2020'an de bûye nivîskar lê hîn hala mîjara xwe ven...
xabi alonso [1]
Di nav lîstikvanên fûtbolê yên efsanewî yên Spanya û (vbnr: Real Madri...
belki ev jî bala te bikişînin
» 01.03.2014 kampanyaya danasîna tirşikê ya li ser twitterê
» kampanyaya di mehekî de 1000 nivîskarên tirşikê
» danasîna tirşik'ê li ser ferhengên din
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî
» sereta
» twitterê kurdmancî

Kategoriyên mijarê:: tirsik calaki
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî