Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


1 mijar û 2 peyam
şefkat tepe - tirşik
şefkat tepe
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. rêzefîlmeka zirecêb ya samanyolu tv-ya kanala cemaeta fethullah gülen.. rêzefîlm behsa çi dike, mijar çi ye, baş nizanim, lê bi qasê ku ji devê xelkê seh dikim di kuştina temsîlî ya gerîlayên pkkê de, ji polat alemdarê kurtlar vadisiyê jî bihurandine..

li gorî dengûbehsan û vîdeoya min darî kirî, di beşa nû ya rêzefîlmê de, pêxember li ber yekîneyeka eskerên bijarte yên tirk, di kaseya qemyonekî de nazil dibe, bi nûra xwe her yekî yeko yeko teftîş dike û lêdide diçe.. li ser vê yekê, hemû esker dikevin pey erebeya ku pêxemberê xwudê tê de ye, û dikin girîn û hawar, dibêjin neçe, dev ji me bernede, qehremanek ji nav yekîneyê, dibîne ku pêxember pakiyê ji eskeran nake û guh nade wam, radibe xwe davêje bin erebeyê û erebeyê disekinîne.. filan..

me peyamên sublîmînal dîtine, lê ne bi vê ecêbê.. bi rastî jî heta serê dimîne, qûn ecêban dibîne..



12.02.2014 00:10 | endazer

2. şefkat, rehm û dilovanî û tepe jî; gir û banî.. bi kurt û kurmancî girê rehmê..

beşa ku pêxember lê nazil dibe; http://www.gazeteciler.com/diziler/peygamber-kamyon-kasasinda-stv-dizisinde-74090h.html



12.02.2014 00:12 | endazer

3. eV LEŞKER KÎ NE?

lI GOR FLÎMÎ EV LEŞKER LI DIJÎ GERÎLLAYÊN PKKÊ ŞER DIKIN E. eM DIKARIN BÊJIN KU LI DIJÎ KURDAN JÎ ŞER DIKIN. vÊCA LI GOR FLÎMÎ PÊXEMBERÊ XWEDÊ ALÎKARIYÊ DIDÊ WAN LEŞKERÊN KU LI DIJÎ KURDAN AN JÎ PKKÊ ŞER DIKIN. kURD KÎ NE ? eW JÎ MISILMAN IN. kURO HEY KERA DI WE Û DIYA WE GAYÎ. eV DÊQEBH MIROVÎ JI MISILMANÎ Û ÎSLAMÊ JÎ SAR DIKIN. sED REHMET LI KAFIR Û CIHÛYAN. dEMA MIROV TIŞTÊN WUSA DIBÎNÊ MIROV DIBÊJÊ XWEZÎ EM BI VAN DÊQEHBAN RE NE HEM-ol (AN JÎ HEV DÎN) BAN E. vÊCA WÊ SIBEHÊ HETA ÊVARA BÊJIN KU PKK DÎN-DIJMINÊ ÎSLAMÊ YE Û DIXWAZÊ KURDAN BIKÊ ZERDEŞTÎ . kURO WELLEHÎ PÊXEEMBERÊ KU EZ BAWERÎ Û ÎMANÊ PÊ TÊNIM ALIKARÊ BIDÊ DIJMINÊ MIN Û BI DIJMINÊ MIN RE LI DIJÎ MINŞER BIKIN WELLEHÎ EZÊ BIBIm CIHÛ JÎ, ÊZÎDÎ jÎ Û MESÎHÎ JÎ..



12.02.2014 00:29 | nan û av

4. rêzefîlma ku wisa dixweye, rehme'l gora kurtlar vadisiyê aniye..



(bnr: rehmet li gora kefendiz)



12.02.2014 00:35 | endazer

5. Şefkat ez im û tepe jî bikeve cihekî wan!



12.02.2014 12:39 | ceso

6. rojê çûne ez tew dê û bavê xwe çûm mevandarîye metê xwe.me runîşt çay hat civatêk bi kurdî çê bu.seat bû heşt-neh var min nêrî matê min got '' wey hele stv vekîn ,şefkat tepe dest pê bike '' ez matmayî mam.min hindirê xwe de got'' wey êrde kêtno heyfa hûn kurmancin''.min nekanî bî deng bejim ji min re bigotin wey tu bûye terörörö..hezar carê mixabîn kurmanc jî ev nalêtê rêzfîlma temaşa dikin.çito sÊbrÊ xwe tên nizanim.



12.02.2014 13:02 | maryam

7. ji her tiştî re temam lê min wê lînkê guhdarî kir û dît, pêxember bi ritueleke bangkirina giyanên mirî* tê û dure nizam çima, direve. tişteke wisa tvyeke biyanî de derketa wê stv û aligirên wan xwe li dîwaran bidan.



12.02.2014 22:39 | azadixwaz

9. nerÎna oryantalist e ku hê jÎ kurdan hov û xwe jî şareza pêşkêş dikin.



20.05.2014 11:56 | dil-tesne

10. hovîtiya cemaeta sergolik ''f.gulen''



20.05.2014 22:39 | havîn

11. mîna tek turkiyeyê, rêzefîlmek din ya ji bo reşkirina kurdan e, li televîzyona stvyê.

îro piştî binçavkirina senarîst û derhênerê tek turkiyeyê, çêkerê vê rêzefîlmê jî hatiye binçavkirin.



14.12.2014 13:43 | simurg56

12. ne ji ber ez li vî rêzefîlmê temaşe dikim lê hindî ez dizanim ew "şefkat tepe" ye.

anyway kurd gelek hejê dikin.hetta ez dikarim bêjim piraniya temaşevana kurd in. çand a kurdan rezîl dikin.lê dîsa jî kurd hejê dikin.



14.12.2014 15:47 | vêca çiyeeee

13. (bnr: şefkat tepe)



14.12.2014 18:15 | uciezkvidyêvp

14. Yek ji projeyên dewleta tirkan a li hemberî kurdan. Qaşo ew qas kurdên civaknasiyê dixwînin henin, lê nizanim çima kesek ra nabe derbarê ev cure rêzefilm, fîlmên qirêj û bandorên wan ên civakî de lêkolînan nake, çavkaniyên kêrhatî çê nake.

deniz kandiyoti û (bnr: ayşe saktanber) pirtûkeke gelek serkeftî derbarê mijareke nêzikî vê mijarê de nivisîne Here lînkê



5 roj berê 15:37 | lololêlêhat

15. Ji karakterên wê filmê Celîl hebû, kordon Celîl, ew di bîra min da maye. Film Projeya fetillaçîyan bû di dema xwe ya xurt da gelek gû diavêtin hereketa Kurdan, dixwestin bi probagandaya xwe ya tiroviro di serê civakê da îmajekê pêk bînin. Çend serkeftî bûn nizanim lê axirê dikirin. Niha jî endamên wê cimaeta melûm xwe wek ne dijminên Kurdan pênase dikin. Dinya girovir e, dinya zalim e, yê her li ser lingan xweda ye.:d



4 roj berê 01:56 ~01:59 | bayê xerbî

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
hin sedemên xemgîniyê [7]
Dixwazim bigrîm lê têra xwe jî girîyam, çavên min ziwa bûne nema hêsir...
hin sedemên xemgîniyê [1]
Peyama pîroz û çûka wê (lînk: https://tirsik.net/index.php?peyam=1...
helbestên baba tahirê uryan [1]
سیاهی دو چشمانت مرا کشت درازی دو زلفانت مرا کشت به قتلم حاجت تیر و ک...
claude.ai [1]
Ew jî wek chatgpt a openai , geminiya google û wek groka elon musk, ye...
zarê xelkê [1]
navê min ê din e....
belki ev jî bala te bikişînin
» şefkat tepe
» tepegöz

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî