Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
piyaseya wêjeya kurdî çima nîn e - tirşik
piyaseya wêjeya kurdî çima nîn e
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. -ji ber ku em bindest in,

-ji ber ku haya me ji dewlemendiya me nîn e,

-ji ber ku derûniya bindestiyê mala me xira kiriye,

-ji ber ku dewletên serdest piyaseya me bi her awayî (siyasî, ramanî, edebî...) dane ber kuştinê,

-ji ber ku heta niha jî edebiyata kurdî wekî hejmara berheman gelek kêm e,

-ji ber ku hinek nivîskarên kurd (yên wekî mehmed uzun) berhemên xwe bo zimanê serdestan dane wergerandin û rê li ber xwendina bi kurdî kuştine.

-ji ber ku ...

ji ber ku ...

"lê hêvî heta sibê okyanûs..."



10.02.2014 23:32 | zero

2. pirsa ku bi madeyên ku li jor hatine rêzkirin, bi hêsanî dikare were bersivandin.

lê belê, ji îro û pê ve, tenê yek sedem heye û ew jî kurd bixwe ne.

azadî be azadî, pere be pere... êdî kurd nikarin îdîaya tunebûna van bikin.

sedema nenivîsandina ji 900î zêdetir nivîskarên tirşikê çi be, bersiva vê pirsê jî ew e.

ne hewce ye em xwe bixapînin.

hazir îro mijara wê jî vebûyî; (bnr: li qûnê nebûn)



10.02.2014 23:37 | simurg56

3. ehmedê xanî berî sêsed çarsed salan gotiye, lê kurd nizanim ne ji ber nezaniyê, an ji ber ehmeqiyê fêhm nakin.. heta ku pul û sîkkeya dewlet û desthilatdariyê li tiştekî nekeve, ew tişt bi qedr û qîmet nabe.. ew tişt naçe, bazar û piyaseya wê tiştê çênabe, mêş jî xwe nadin dor wê tiştê..



ez vê jî bêjim, min tu hêvî nîne ji bo siberojê, heta pêşeng û serkêşên kurdan qijakên di destê dewlet û rejîmên neyarê kurd û kurdistanê de bin - çi bi dilxwazî û çi bi êxsîrî-, nikilê kurdan ji nav gû dernakeve, dev ji navên afîlî yênwekê kanton û demokratîk modernîte û özerklik û nizanim çi quzzilqurtê berdin êdî, an neyse dev jê bernedin, devê we ne layîqê nanê rûmet û azadiyê ye, herin di newroza bê ya li amedê de, şûna agir, xwe di ser dewletçîkeke temsîlî re bavêjin.. belkî padîşahê padîşahan, xaliqê pir adil, çi qas mirad û meqsedên önderlîk hebin, hemûyan lê biqebilîne û we jî pê re bike vatandaşek tam demokratîk yê tirkiyeyê..



''Ger dê hebûya me jî xwidanek

‘Alîkeremek, letîfedanek



‘Ilm û hiner û kemal û iz‘an

Şi‘ir û xezel û kitab û dîwan



Ev cins biba li ba wî me‘mûl

Ev neqd biba li nik wî meqbûl



Min dê ‘elema kelamê mewzûn

‘Alî bikira li banê gerdûn



Bîna ve rûha Melê Cizîrî

Pê hey bikira ‘Elî Herîrî



Keyfek we bida Feqiyê Teyran

Hetta bi ebed bimayî heyran



Çi b’kim ko qewî kesad e bazar

Nînin ji qumas-i ra xerîdar



Xasma di vê ‘esrê da ko himyan

Me‘sûq û hebîb e bo me hemiyan



Ye‘nî ji teme‘ dirav û dînar

Heryek ji me ra we bûne dildar



Ger ‘ilm temam bidî bi polek

BifroŞî tu hikmetê bi solek



Kes nakite meyterê xwe Camî

Ranagiritin kesek Nizamî



Weqtê ko me dî zeman e evreng

Fi l-cumle li ser diravî bû ceng



Hez kir me bibîne kîmiyager

Gava ko me dî nebû muyesser



Nisfiyye me pêlekê ‘emel kir

Tesfiyyeê cewher dexel kir



Qelbê me nekir qebûl-i hîle

Qet bo xeredê nebû wesîle



Dîn çû û neket bi dest me dînar

Pasê ji neçarî bûyîne seffar



Sifrê xwe yê xef me eŞkera kir

Qirtasiye bû me lê du‘a kir



De‘wet geriya bi sidq icabet

Bû wasiteê qezayê hacet



Ev pol egerçi bêbeha ne

Yekrû ne û saf û bêbeha ne



Bêhîle û xurde û temam in

Meqbûlê mu‘amela ‘ewam in



Kirmancî ye sirf e, bêguman e

Zêr nîne bibîn sipîdeman e



Sifrê me yê sor e, aŞikar e

Zîv nîne bibîn ko kem‘eyar e



Neqdê me mebêje kembeha ye

Bê Şikkeyê Şahê sehrewa ye



Ger dê bibûya bi erb-i menqûs

Nedima wehe bêrewac û mexsûs



Mehbûb e, bi kes ne namizad e

Lew bextsiyah û namurad e



Qirtasiyeya me bêpenahan

Bê derb-i qebûl-i padiŞahan



Me‘lûl e li ba gelek ‘elîman

Meqbûl e li ba gelek hekîman



Lê hakimê weqt-i me‘rifetnak

Mesmû‘ nekir bi sem‘i idrak''



.........





''Ger dê hebûya me serfirazek

Sahibkeremek suxennewazek



Neqdê me dibû bi şikke meskûk

Ned’ma wehe bêrewac û meşkûk''



11.02.2014 00:08 | endazer

4. pirsa ku dê di pêşerojê de neyê pirsîn



11.02.2014 00:21 | berxweda

5. pirsa wextê têra xwe hate pirsîn wê wateya wê nemîne ye, lê ne bi heman kesan ve helbet.



11.02.2014 00:33 | azadixwaz

6. pirseke ku bersiva wê, di heman demê de bersiva pirsa "tirşik çima hê têra xwe geş nabe" ye.



18.11.2014 13:19 | nazim tolhildan

7. Di baweriya min de bi sistbûna kurdan ve girêdayî ye, ger ku hemû şaredariyên kurdan ji her pirtûkek yek bikiriya dê gelek tişt bihata derbaskirim.



16.02.2015 19:17 | xewnname

8. Divê meriv vêya jî ji bîr neke ku ka çend xwînerên kurdî heye ku piyase geş bibe, de ka bila kes bixwînin bira geş bibe.



16.02.2015 19:19 | xewnname

9. A ku sedemên wê pirin û piranî jî ji ber kêm-xwendin û taybetî jî bi kurdî kêm-xwendina kurdan e.



16.02.2015 20:53 | azadixwaz

10. (bnr: gelo çima li çolê kulîlk venabin)



16.02.2015 23:12 | ceso

11. pirsgirêka arz - daxwazî ye.



Ez li ser nivîs, pirtukên kirdkî mînak bidim.Di Sala 2012ê de 25, 2013ê de 42, 2014ê de 46 pirtuk bi kirdkî hatiye weşandin.

Hejmarê ku ev qas kêm e. Werin hûn hesab bikin.



mixabin pirtukên kirdî, li pirtukfiroşekê tirkî de ji 'kişisel gelişim' rafêk têr nakin.



16.02.2015 23:33 | endazyar

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» piyaseya wêjeya kurdî çima nîn e
» wêjeya rûsa
» kurdîkirina google translate
» çima ez ecem im
» nîn

Kategoriyên mijarê:: anket weje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî