Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
zimanê tirşikê - tirşik
zimanê tirşikê
(12) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. qet ne baş e. gelek tirşiknûs li derveyî mantiqa kurdî dinivîsîn. mîsal dibêjin: nivîskarê ku aniha bi egoya xwe dinivîse ye.ev çewt e, pistî lêkera demî lêkera bûnê nayê di kurdî de. a rast wê wisa be: ew nivîskar e ku aniha bi egoya xwe dinivîse. gelek şaşiyên wisa hene.



09.02.2014 14:46 | maro

2. (bnr: saet xweŞ)



09.02.2014 14:56 | oxir

3. pirr baş e lê hin tirşiknûs dixwazin ku zimanekî mekanîk çêkin û herikbarî û firehbûna vî zimanî sînordar bikin..

ji ber ku kurdî qedexe bû û nehat bikaranîn pirr pirsgirêk rûda ji wan yek jî ew e ku kî çû hînî rêzimên bû hat li ser her kesî bû pispor û mamosteya/ê vî zimanî..

beriya her tiştê divê ev pirs bê bersivandin; rêziman çi ye û bi kêrî çi tê?

axaftin ji bo çi ye? ji bo ku di navbera însanan de têkilî, ragihîn û ragihandin çêbe, ango însan ji hev fêm bikin, danûstandin çêbibe û civakbûn pêk were, xwedê ziman dayiye însanan..

dinê çiqas guherî û berfireh bû ziman jî bû çend beş û ji hev veqetiya zimanên cur bi cur derketin û îro em dizanin ku nêzîkê şeş hezar ziman hene li ser dinê...

gava ku ewropa pêşve çû û ramanên nûjen yên ji hev cuda û têgeh û pênasên nû hat afirandin hîn qîmeta raman û bîrûbawerî jî bêhtir bû jiber wan sedeman girîngiya zimên jî bêtir zelal bû. piştî ku matba îcat bû çapkirin û belavkirina kîtêban jî hêsantir bû. ji wir şûnde jî rêziman ji bo standarkirina zimên bû xebata sereke ji bo ramyar û rewşenbîrên neteweyan

çima?

îngîlîztan û fransa pêşengiya mêtinkeriyê dikirin ji bo ku bandora xwe bêhtir li ser welatên bindest, bi xwe re zimanê xwe jî dibirin îroj pirr dewlet hene ku nijadê wan cuda ye lê zimanê wan ê fermî ya bi îngîlîzî ye yan jî bi fransizî ye. ji bo ku ziman baş bê fêmkirin divê ziman standart be û zimanên awropî di sedsela bîstemîn de xwe standart kirin lê niha binêre ji deh heb zêtir devoka îngîlîzî hene.. çima? ji ber ku berfireh bûye û hatiye bikaranîn. lewma ye ku her ku diçe baskên îngîlîzî mezin dibe û dewlemend dibe lê tu rika rêzimên bigirî û di deqê carekî de dawa rastnîvîsî bikî nabe kekecan ne ku dibêjim em nivîsên belawela binivîsin! em bi zimanekî qedexe dinivîsin û ya girîng jî me bi zimanekî din perwerde dîtine mejiyê me pêrgî tecawizê hatiye normal e ku xeletî çêbibe lê hin xeletî hene ku di pêşerojê de vegotinê berfirehtir dike. çawa? dema komara tirkiye ava bû di zimanê tirkî de tenê sê hezar peyvên resen ên bi tirkî hebû û ji xwe re rêziman jî çêkiribûn. rezimaneke sînordar û rût ku mariv bixwesta li gor rêzimanê binivîse îman li mariv nediman ji ber ku heta wê demê li ser erebî-farisî pêk hatibû qaîde û pîvanên wan ên niviskî lê dixwestin zimanê xwe ji peyvên biyanî û rêzimana xwe jî ji bandor û mantiqa zimanên biyanî paqij bikin bi demê re pirsgirêkên mezin qewimîn û heta îro belkî bîst car rêzimana xwe guhertin. qural û qeîdeyên rezimên eger statîk be ziman pêşve naçe vegotin berfireh nabe xweîfadekirin qels dimîne honandin sînordar dibe.. çaxa ku yaşar kemal derket û berhemên tekuz afirand, pisporên tirk matmayî man yaşar kemal hêza xwe ji kurdî digirtin û bi dewlemendiya zimanê xwe vegotina tirkî jî berfireh kir bi tirkiya xwe ya derveyê sînor ê rêzimên. mixabin ji zimanê tirkî re xizmeteke baş kir tenê ji ber yaşar kemal du sê car rêziman hat guhertin

wek encam dikarim bibêjim ku rêziman ayeta xwedê nîn e her gav diguhere ji ber ku hêza xwe ji axaftina rojane digire ne tene, berhemên nivîskî.

zimanê xwe sînordar nekin dibe ku şaş be yan jî rast be ew ne girîng e.

ziman wek lastîk e çiqas kaş bikî ew qas berfireh dibe û dewlemedbûna zimên jî girêdayê bikaranîn û berfirehbûnê ye..



09.02.2014 15:45 | ferhenga şikestî

4. (bnr: kurdiya tirşikê)



09.02.2014 16:05 | simurg56

5. ew ziman e ku bela ku xwe li qadeke taze qelibandiye -anku "pênase pêdan" an "pênase kirin"- gelek di bin nîrê tirkî de ye. Bo nimûne, bicihkirina serfa dema niha ya lêkera bûnê li dawiya nav-hevokekê gelek berbelav e di tirshikê de. Weku di vê babetê de: "nivîskarê ku aniha bi egoya xwe dinivîse ye".. Ev "ye"ya li dawiyê heman "-dir"a tirkî ye.. bi kurdî mirov dibêje "ew nivîskar e ku aniha bi egoya xwe dinivîse"..



09.02.2014 19:30 | gordereş

6. piştî têbiniyên di çend peyamên ewil yên di bin vê mijarê de, ez jî tê de, gelek nivîskaran şêweya nivîsîna xwe guherand, di kurdî de dema mirov bixwaze li gorÎ mantiqê tirkî pênaseyên dirêj bike, hevok ji hal dikeve û xwînerê hevokê jî mejîreşî dibe, ji ber ku heta niha li bakurê kurdistanê tişteke di format û konsepta tirşikê de hema bêje qet tunebûn yên heyî jî nekarîn xwe li ber demê bigirin.. tiştên nû di hemû qadan de bivê nevê bi xwe re pirsgirêknan jî tînin lê divê mirov sebr bike û li rêyên çareseriyê bigere.. filan



07.06.2014 23:23 | endazer

7. (bnr: kurdî)



zimanê tirşikê zimanê meye ew hebûna gelê meye..



ger ne xweş bê nivîsandin sûcê me nîne qey me heta niha bi kurdî xwendîye û nivîsandîye em gelkî dereng mane lê emê hê hîn bibin rojê xwedê hê pirin



28.05.2015 17:31 | shorbevan

8. her nivîskarek zimanek wî/wê heye!! zimanê tirşikê ji zimanên tirşikvanan pêk tê!!
min bi xwe zimanê xwe ya tirşikê hinek guherand! berê mi bi gelemperî wek ew zilamê di zarok tv de pênase dikir! niha serbesttir im! gotinê xwe zêde ansiklopedîze nakim ! *



03.08.2017 14:48 | xwelî li ser

9. Berê nivîskarên tirşikê bi zimanê min qelfên xwe dikirin. Lê niha wan jî dest jê berdan. Êdi kesek nabêje te nizam wa şaş nivîsiye.
Zimanê cinorekê dibe zimanê standard yê tirşikê. *



03.08.2017 18:17 | cinorek

10. (bnr: bêdengî)



19.08.2017 20:40 | bûtîmar

11. bi min zimanê tirşikê gelek pêşve çûye. û aniha di qada înternetê de kurdiya standard a ku ji aliyê her kesê ve tê fehmkirin li tirşikê tê nivîsandin. ji bo min bixwe li tirşikê peyamên ku nayên fehmkirin gelek kêm bûne. piştî endambûna tirşikê di warê peyvên nû, hevoksazî, rêziman û rastnivîs û bi gelemperî kurdiya standard de bi awayeke erênî zehf pêş ketim. ji bo min dibistanekî bû tirşik û hê jî her roj tiştên nû hîn dibim (bnr: hespê ristemê zal)* û hê jî gelek peyam hene ku min nexwendine û gelek mijar hene ku li benda vekirinê ne. her çiqas tirşik li gorî hejmara gelheya netewê kurd, zêde çalak nebe jî ji bo pêşeroja zimên, ankslopediyeke bêhempa ye. bawerim bi pêşketina perwerderiya kurdî ya bi alfabeya latinî ya li rojavayê, dê kurdên rojavayê kurdistanê jî tirşikê keşf bikin û wek navê xwe dizanim ku dê tişikê ji destê kurdên bakurê bistînin û xwe domîne bikin. wê demê dê tirşik geştir û qerebalixtir bibe. û fikr û ramanên cûbicûr li ser deşta tirşikê vebijîn.



04.09.2021 01:49 | xelîl

12. Ez li vir gelekî kêm çalak im, lê tişta ku ez dibînim nivîskarên tirşikê ji alîyê rêziman û biwêjan ve pir qels in, bi fikireke zimanekî din difikirin û bi wî awayî li vir rave dikin, mixabin ev tişta ne baş e, zimanê gelek berhem, kovar û rojnameyan girîngtir e, lazim e wek zimanekî ku dewleta wê hebe bê nivîsîn ne ku wek zimanê herêmî û devokî, heke wisa nebe lê bi çi awayî resentî çêbibe, em ê xwe bispêrin çi?



02.01.2022 23:51 | xwebixwe

13. Di navbera zimanekî qerfî û zimaneke pênaseker diçe û tê. Bi rastî tirşik di warê ferhengî de asoyek nû ji kurdî re vekir. Heya niha ji bilî tirşikê li tu derê li ser ewqas peyv, gotin, alav, fikr, nêrîn û hwd. De pênase û agahdarkirin û minaqeşe çê nebûye.

Hin kes zimanê tirşikê bi ne li gorbûna rêzimana kurmancî tawanbar kirine. Herweha bi şibandina zimanekî din tawanbar kirine ku ji peyva "zimanekî din" qest tirkî ye. Weke tê zanîn ji %99.9 nivîskarên tirşikê bakurî ne. ( nivîskarek ji başûr, yek jî ji rojava nas dikim) ji loma herçî li vir dinivîse hemû perwerda xwe ya ewil bi tirkî girtine û hê jî hinek ji wan digrin. Wekî din jî vê formata ferhengên înteraktîv jixwe cara pêşî tirkan derxistiye. Gelek nivîskarên tirşikê berî ku tirşik ava bibe yek ji kadroyên ferhengên tirkan bûn. Ji ber ewqas sedeman di warê ne rêziman lê belê sentaks an di hevoksaziyê de dibe ku guhertin hebe û bişibe hevoksaziya tirkî. Herwiha li ser rêziman û asta kurdiya nivîskaran de jî tu îddîayek tirşikê tune ye. Dema kesek xwe li tirşikê tomar dike, di tu azmûnên rêzimanî re nayên derbaskirin. Ji her astê nivîskar tevlê dibin û her kes li gor zanîna xwe tiştekî li vê ansîklopediyê zêde dikin.


Ha birastî vêya meraq dikim ger rêzimana kurmancî biguhere wê çi bibe? Tu rêziman di halê xwe yê ku di dema derketina ziman de namîne. Nifş bi nifş, dem bi dem û heya li gor zimanê netewên cîran diguhere. Niha vê rêzimana ku tê behskirin ya kurmancî, rêzimana nifşa bavên me ye. Heya ne ya kalên me ye jî. Lê mixabin nifşa bavên me ji bo vî zimanî tiştek berbiçav nekirin û wa hêdî hêdî ber bi taliya emrê xwe ve diçin. Bingeha vî zimanî û peyvan ji me re mîrate hiştin. Lê niha hemû kurdên bakurî di bişaftinekê re derbasbûn û kurdiya wan li gor ya bavên wan dejenere bû. Ger bê xwestin dîsa vegerin ser rêzimana bavan divê dîsa antîbişaftinek were destpêkirin. Ya rast ew jî tiştê xwuya dike ne pêkan e. Ê ka emê çi bikin? Mecbûr emê li ser tiştê ku di destê me de maye bixebitin.


Wekî din ziman û rêzimana em ji bav û kalan hîn bûne têra pênasekirina vê dinya bilez diguhere nake. Weke mînak ez ji bavê xwe re bêjim "elektrîk ka çiye? Ji min re wê pênase bike." Îhtîmalek mezin ( ev peyv jî bi mentiqa tirkî bû. Lê ka çi bikim simurg jî bikar tîne(têxim stuyê wî)) wê bi mînakan bixwaze wê rave bike. Weke nimûne " merev pê hundir ronî dike", " merev pê mekîna dixebitîne" filan. Lê ev gotin ji bo elektrîkê dibe pênas? Êê min pênasa elektrîkê cara pêşî û bi tenê li dibistanê bi tirkî dîtiye. Niha ezê çawa pênasek li gorî kirasê kurmancî ji vê xopanê re bifesilînim? Pênaseya li gor rêzimana kurmancî çawa ye? Ma tiştekî ku me nedîtibe çawa emê hewl bidin xwe li gor wê perwerde bikin.


Ku em li wêya binehêrin tirkî jî li gor rêzimana îngîlîsî gelek hevok û pênaseyan çê dike. Ji ber ku tirkî li gor îngîlîsî gelek kêm dimîne. Ê bi vî awayî kurdî jî nêzî rêzimana îngîlîsî dibe ku jixwe her du ziman ji heman binemalê ne.


Li tirşikê weha difikirim zimanê herî ( hevoka peyva herî bikevê teqez wê ne li gor rêzimana kurmancî be) li gor esl û feslê kurmancî zimanê endazer e. Camêr bi ziman û mentiqek weha dinivîse ku tehmek cuda dide mirov. Lê kî zane heya endazerî gihaştiye wê astê çiqas xebitiye? Her kurmanc di xwe de xwedî wê astê ye? Hin nivîskarên tirşikê hene ku ji bilî tirşikê kurdî di jiyana wan de tune ye. Ev camêr çawa wê li gor mentiqa kurdî binivîse?


Axirkelam û dawîgotin ( ev jî bi mentiqa erebî), dûmahîkqise ( ev jî bi mentiqa bahdînî), tiştek an daxwazek ne li gor rastbûn an başbûna wê pêk tê. Belkî li gor hejmara kesên dikin û dixwazin pêk tê an meşrû dibe.



03.01.2022 02:45 ~03:04 | tîrêj zana 21

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» zimanê gagauzî
» tirşikê de îhtimala xwandina peyamên taybet

Kategoriyên mijarê:: tirsik ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî