Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 50 peyam
anamnez - tirşik
anamnez
(4) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. çîroka nexweş û nexweşiyê ye.

fakulteyên tipê de pola 3 û 4an de yek ji mijarên herî girîng e.

ji nexweş pirsîna hemû taybetiyên nexweşiya wî/wê ye. weke tiştekî gelekî hêsan xuya dike lê ne wisa ye. wî wextî min nedizanî mamosteyên me çima evqas girigiyê didin vê mijarê lê piştî ku min dest bi meslekê kir, min dît ku bi rastî jî gelekî girîng e.

anamnez bingeha muayeneyê û rêberê teşhîsê ye.



09.02.2014 12:34 | simurg56

2. Di jargona tibê de "çîroka nexweş" e. Nasnameya nexweş û nexweşiyê axlebe bi anamnezê tê fêhmkirin. j'bo vê yekê anamnez, destpêka hemû tedaviyan e.

Çîroka nexweş, ya rastî îfadeyeke hinekî qomîk e. Carekê min gote nexweşekî "de ka çîroka xwe bêj e".
Nexweş matmayî ma û qeherî. Got; textor bey, ez rast dibêjim. Ev tiştên ez dibêjim çîrok nînin !



23.08.2018 07:54 | gumgumok

3. bi îngîlîzî medical history tê gotin. yanî raborîya tibbî. bi kurdî jî tiştekî wisa divê bê gotin ji ber ku ev ne tenê çîroka nexweş e lê belê her wiha hemû agahiyên di derbarê teduristîya nexweş e.

anamnez van hemû agahiyan dihewîne;
- nav, sal, bejn, giranî
- acizî/şikayeta sereke û berfirehiya wê (dîroka destpêkê, pêvajo û hwd.)
- nexweşiyên ku berê û yên niha jî lê heyî.
- kontrola sîsteman (sîstemên norolojîk, kardîyak û sîstema nefesî, ya xwarinî, ya valakirinê, ya zayendî, ya îskeletê (masûlke û hestî), organên hestkirinê (çav, guh, poz û hwd.))
- nexweşiyên ku di mirovên nexweş de heyî
- nexweşiyên zarokatîyê
- îlac û tiryakên ku bi kar tîne
- allerjîyên heyî


peyvên ku wê bêne pêşniyarkirin, divê li gorî van agahiyan were kirin.



23.08.2018 20:05 | simurg56

4. Di vî karîde tiştê taybet ewe ku divê bijîşk gotinen nexweşan nezivirîne termînolojiya xwe. Nexweş çi bibêje ew e.



25.08.2018 23:39 | kaniya bayiya

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» anamnez

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî