Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; mem ararat
peyamên çepikkirî

88173. albûma wî a duyem ne wek a yekem e. li gor albûma yekem em dikarin bêjin piçek ji rêzê bûye. lê dîsa jî nikarim bêjim ku qet nayê gohdarî kirin * jixwe niha gohdarî dikim lewma min vê peyamê nivîsand.



07.06.2013 13:56 | endazer

138479. Helbestvaniya xwe jî pir xweş e. Minakek ji helbestên mem ararat: (bnr: ji êvareke amedê)

Ji êvarekî Amedê gazî dikim nekesekî
Di devê min de gotinên stranekî dişibe ewran
Ji bîra min çûyî lê li ser zimanê min e
Çi bû navê min?
Birînek çavtirsandî me nikarim xwîn bibim
Diteve rasteqînê li kulmika demê
Hêdî hêdî kevirek im li ber vê êvarê
Hemû al ji jor de li min dinêrin
Û li vê neqebê kesên ne kurd hemû tirk in.
Şerm dikim behsa kenê xatûneke bikim
Di bêrîka min de nasnameyek dişibe çêreke negotî
Aş nabe kelajin û hezkirinê
Û li ser kevirê mezelan piste piste pêşerojekî
Gelo dibe ku yê mirî ez bim?
Li êvareke dişibe esrî diponijim
Heyv bi bejnekî bilindtir e ji tavikê
Li deriyê mêrdîn qîzên bisqirhan gûzan belav dikin
Li jêr hişê min fîke fîka bayê
Hemû neqebê şîreta terikandina wî warî dikim
Dema qismet belav bû di xew de bûm
Min çend zivistan qedand bi cilên zarokên xelkê
Û di bêrîka min de nasnameyek xerîbiyê tîne bîra mirov
Ez ne darek kizwanê bim gelo çi me?
Tenêtî sosret e li ber hêt
Li qiraxan ba xwe bi erdê re kaş dike, li ber serê xew herimiyan teqe reqa alavên şikestî
Nizanim kîjan lampe man li ber wê çîrokek nexwilikî
Li kîjan kuncikê toz li ser serê min neket
Ev demek dirêj e xwe ji stranek nas dikim
Navê min ê rastî di şikeftekê de weşartî
Û tehma devê min dişibe hilmek cixareya xwirîniyê parijî
Li êvareke Amedê ez ê ji xwe bikim cilên zarokên xelkê
Aniha li hember xwîşîna şepên
dîyarbekir
Li ber qefika bircan şarekê didurim
Ji kils û hecerê , di bêrîka wê şarê de nasnameyek suretê li ser, bi min re dikene
Axx! Ew ken çiqas dişibe min..






01.06.2013 01:27 | simurg56

143214. gava konserên wî dibînim kêfa min tê. tişteke pir xweş e ku mûzîkjenek kurd li wan cihên mezin, konserên gewre dide.



07.06.2013 13:56 | endazer

144140. roj 1440 deqîqe ye, ez di yek rojê de de 2880 caran dibêjim şûkir ku me hunermendek wisa heye.

stranên wî yên li ser takekes, li ser nefer, li ser evîn, li ser tenêtî, li ser biyanîtî, li ser dilşadî, li ser kêmbûna însan, li ser ruh halî, li ser derûn, li ser ax evqas bihêz in ku her carî ku meriv jê guhdar dike, emanallahî dimîne.

her bijît, têr bijît.



15.06.2013 19:35 | simurg56