Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
liqûnteya memîran - tirşik
liqûnteya memîran
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. tesîsa ku di navbera dihÊ û şirnexê de dimînê ye. dema mirov ji ser riya dihê here şirnexê û navçeyên şirnexê teqez divê mirov li vê liqûnteyê biseyne, tê de roj tv (ango med nûçe, med muzîk, ronahî, newroz tv û hwd.) weşana xwe dike, di nava hêwz de masiyên rengorengo hene. mamê cihangir (ku simurg56 wî baş nas dike) karê wê liqûnteya kurdistanî bi rÊ ve dibe. li hemberî liqûnteyê rêzeçiyayên çiravê û gundê torik-memîra hene. *



07.02.2014 01:55 | zero

2. simurg56 em çûyîn ji ber hev ve *



07.02.2014 01:57 | zero

3. min vê gotina pêşiyan ji mamÊ cihangir wergirt:

"ji kerê re gotine "xudê cehşikek daye te!" kerê jî gotiye: "ma ez çi bikim, barê min dîsa li ser pişta min e."



07.02.2014 02:02 | zero

4. dikeve di navbera dihê û şirnexê de.. yanî welê dibêjin..

kî zane belkî em nivîskarên tirşikê civîna xwe ya ewilî li vê liqunteya ku her û her bi qewlê soranan şaşayên kurdî di vîzyonê de ne, çêbikin.



07.02.2014 02:52 | endazer


6. liqûnteya ku min qet lê xwarin nexwariye lê li hemberê erdê me yê li gund e.

îşelleh îsal wê riya min bikeve wir.



07.02.2014 20:03 | simurg56

7. ji tirsa Rêya dihê û şirnexê heta niha min newêriye ez li vir xwarinek bixwim. di keleqiçêna havînê de dolmîşên dagirtî mirov û bê klîma, bêhna sîrikê Û kasetên erebesk; ne hiş li serê min û ne ruh di bedena min de dihiştin



08.02.2014 02:59 | kevçiyê dil

8. xwarinên xweş çêdike. min berî 2-3 mehan avgoşt lê xwaribû, tama wê hema bêje bi qasê ya avgoşta diya min xweş bû. navê wê liqûnte ye lê bila cihek bi cam ü camekan neyê ber çavên we, hema li ser riya zirav û dirêj sihek xweş e û sifreyên erdê yên bin siha wan daran e. min hesabê neda, loma nizanim bûhayên wan çawa ne lê bawer nakim zêde be.



01.10.2015 18:04 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» liqûnteya memîran

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî