Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
one flew over the cuckoo's nest - tirşik
one flew over the cuckoo's nest
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Fîlmekî pir rind e ku milos forman di 1975'a de kişandîye.

http://www.imdb.com/title/tt0073486/



06.02.2014 00:30 | rûbar payîz

2. fîlma ku min di nav fîlmên ku carekî dî jî divê ez lê vegerim de bicih kiriye ye..

bi qasê tê bîra min, fîlma behsa yekî girtiyekî nesekinî yanî hîperaktîv dike, lehengê fîlmê di hebsê de ye û ji ber ku rêya revê ji xwe re çêke, xwe dînomÎno dike da ku bavêjin tîmarxaneyê.. fÎlma behsa têkilî û serpêhatiyên di navbera lehengê me yê biaqil ku çavê wî li rêya revê ye û dînên di tîmarxaneyê de ku bi dilxwazî ji bo ku baş bibin ten tîmarxaneyê dke..



06.02.2014 00:38 | endazer

3. filmê pepûkê!!!



07.02.2014 18:34 | elomelo

4. fîlma ku min berî 4-5 salan temaşe kiribû lê qet jê hez nekiribû. min ji senaryoya wê ne jî ji lîstikvaniya jack nicholson hez kir û yên ku ji fîlmê hez kirine jî fêhm nakim.

ji bo min tenê kêrî meseleya ocalan vs jack nicholson bûye



07.02.2014 21:06 | simurg56

5. filma ku mijara xwe ji pirtûka ken kesey a ku 1962an de hatî weşandin, distîne.

1975 an de, ji aliyê milos formanê ku ji komara çekê ye ve tê çêkirin û serlistîkvanê filmê jî jack nicholson e.

min heta niha sed caran behsa vê filmê şîrove û pirsa "te guhdarî guguk kuşu" kir bihîstiye. guguk kuşu navê filmê ê bi tirkî ye. eslê xwe de ne navê wî ê bi tirkî ye lê tirkan wisa wergerandiye. ji edeta wan e, wateya navê filman guhertin.

(bnr: nexweşiya guhertina navê filman a tirkan)



min duh lê guhdarî kir û ji filmê hez kir. lê ne ew qas zêde. ez ketim critickerê û min 74 puan dayê.

lê paşê min got ez şîroveyên di ekşi sozlukê de binêrim. ew qas fişal kirinbûn ku ez poşman bûm min 74 puan da filmê. ez niha bidim bawerke ez ê hindiktir bidim.



erê lîstikvaniya jack nicholson baş bû lê bi min senaryo dikaribû baştir be.



+++spoiler+++



min ji serî heta dawiyê got ku r.p. mcmurphy herkesî dixapîne û ez hê jî wisa difikirim. lê dema min şîroveyên ekşiyê nêrî, tu kesî behsa wê nekiriye. hema tenê behsa zordarî û tundiya nurse ratched kirine. bi xwedê dema min temaşe dikir, carekê jî min negot nurse ratched çima wisa dike. belkî jî ji ber ku ez jî di beşa tendurîstiyê de me, min herdem wê mafdar didît û r.p. mcmurphy jî weke sûncdar û pirsgirêkek mezin didît. lê herkesî xwe kiriye şûna r.p. mcmurphy. anyway belkî ez carekê din xwe bikim şûna r.p. mcmurphy û dîsa temaşe bikim *



+++spoiler+++



12.06.2014 11:25 | brusk56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» one love
» overrated
» the island
» nest

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî