Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
dead poets society - tirşik
dead poets society
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. fîlmekî di sala 1989'an de ji aliyÊ peter weir hatiye kişandin e. di fîlm de leystikvanek wekî robin williams hêja dileyze. ji bo hîna pir detayan kerembikin : http://bergehenjisinemaye.blogspot.com.tr/2014/01/komela-hozanen-miri.html

http://www.imdb.com/title/tt0097165/



05.02.2014 00:38 | mergehez

2. (bnr: carpe diem)



13.02.2014 01:02 | nazim tolhildan

3. fîlmeke kûlt û beredayî ye.. ji bo ciwan û cêhilên hêj nû av li gunnê wan geriyayîn, ku ji bo xwe li felsefeyekî digerin belkî cihê balpêdanê be, û ji bo kesên betal û bêkar belkî bibe deman û dembihêrkek xweş lê wekê din nahêjê seriyek pîvaz..

ji xwe fÎlma ku we navê robin williams lê seh kir, lê nemînin, birevin xwe jê xilas bikin..



13.02.2014 01:19 | endazer

4. fîlma ku bi tirkî wek ölü ozanlar derneği hatye wergerandin.. dead, mirî, poets, şair, ozan, dengbêj, society jî; civak, cimaet, kom û komel.. ez bûma min ê ji bo kurdî û kurmancî wek şevbêrka dengbêjên emrêxwudêkirîn, wergerandibûya navê vê fîlmê.. *



13.02.2014 01:22 | endazer

5. fîlma ku hevokeke wiha di tê de derbas dibeye: "dema ku ez mirim, ez ê nizanibim ku ne jiyame".



27.03.2014 00:06 | nazim tolhildan

6. Filma di 1989 an de hatî kişandin a ku robin williams di serlistîkvaniyê de dilîze.

Heta niha min gelek caran bihîstîbû lê min nedizanî filmek çawa ye. Qet ne wek film amin hêvî dikir bû, filmekî ecêb bû. Bi min ne ew qas baş bû lê dîsa jî hinek deran gelek xweşa min çû.



++spoiler++



-- Sehneya ku mamoste john keating digot bila herkes wek xwesteka xwe bimeşe gelek pêkenok bû. Şiklê wan xwendevanan ez gelek kenandim.

-- sehneya dawî ew a hemû xwendevan derdiketin li ser masê wek sehneya hababam sinifi bû * hindik mabû hemû xwendevan yeko yeko bêjin "na, nameyan min şand". lê di vir de, hemû xwendevan ranebûn, hema bêje nivê wan rûniştîbûn. nexwe ev hinek din realîst e *

-- neil wek keran bû bi xwedê. yaw tu çima diçî, di cî de xwe dikujî, hê bavê xwe re tiştek negotî. bavê reben belkî piştî raperîna te wê destûr bida te. qene nerazîbûna xwe jî şanî malbata xwe neke û here xwe bikuje. wele te gelek eyb kir. niç niç niç.

-- captain my captain mamosteyekî mînak e. xwezî hemû mamoste wisa bûna.



++spoiler++



haa hê min xelas nekirî ; robin williams di vî filmê de lîstikvaniya xwe ya hêja şanî me kiriye.



puana min jê re ; 76



22.06.2014 00:09 | brusk56

7. her kes temaşeyê fîlm kerdo, la ez pirtûkê ey wenda.



mijarê pirtûk wina yo ke, hebîk mamoste di newê dibistanî de dest bî dersan keno. no mamoste, dersê xo de sey mufredat de ders nêdano. o(we) her tim wendekarên xo ra çiye ke,bi hîs bi dil bi helbest vano. û her tim vano ke ''carpe diem''.( wateyê ci:nika bicuwi). wendekaran zî,qas hewt kes, newê ra ''komelîya mergên dengbêjan'' roniyenê. dima her çi veredanê zeman, û ''nika cuwîyenÊ''. la dawîyê pirtûk baş nêqedêno.



pirtûkêkî gelêk wêjeyî, û feylesefî ya. ez her kes ra vana ke ''biwanin''.



13.09.2014 14:39 | endazyar

8. (bnr: o captain. my captain)



11.07.2019 00:13 | xelîl

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» dead man

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî