Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
rênas jiyan bila romanan jî binivîse - tirşik
rênas jiyan bila romanan jî binivîse

Navê mijarê ya ewil ev bû:rênas jiyan bila roman jî binivîse
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ez pirr meraq dikim eger ku rênas roman binivîse dê tiştekî çawa derkeve?

rênas jiyan xweş bi peyvan re dilîze hevokên ku bi peyvan çêdike pirr serketî ne mariv ji xwendina wan peyvan têr nabe

gelo roman?

di nava romanên kurdî de felesefe û aforîzma pirr tune ne. gelek jî asayî ye mehmed uzun bixwe dibêje ku "zimanê min ê entelektuelî ango fikrî bi tirkî ye'' gava fikir bi tirkî be ramanên pêş û kûr wê çawa bibe? jixwe wê nebe. bifikire ku tu bi zimanekî din difikirî paşê fikra xwe jî diqulibînî li ser zimanekî din û radixînî li kaxiz

rênas jiyan kûr difikire diyar e ku sedî sed jî bi kurdî difikire eger romanek binivîse ez di sekeratê de bim jî ez ê di şeveke de xitim bikim



04.02.2014 20:12 | ferhenga şikestî

2. bi texmînî di hundirên du sale de wê romana rênas jiyan derkeve,ME XWE DAYE BENDÊ KA EM BİNERİN BÊ WÊ XWEDÊ KENGÎ Lİ HALÊ ME BİPİRSE



05.03.2014 06:55 | berbang.oxir

3. Berê em hindik giryandiye tew ew ê îja bi romanan me bigrîne? Kuzkuz a me yê vêga wê bibe barebar. Bila bi mahdekî xeliyayî nenivîse ê min bes e ji min re. Li gor min dikari berî ku binivîse romanekê bila pê$î çend çîrokan binivîse. De hun jî dizanin, nivîskariya kurdan bi helbestê destpêdike bi çîrokan berdewam dibe û ku biwêribe bi romanan diçe nîrvanayê

asta li ser nîrvanayê jî rojnamegerî ye. Ev ast qet wê li wî neyê ji ber ku heta peyvekê dike sed carî dibi$ire.



05.03.2014 10:11 | hemdilaarda

4. hawar û xwesteka mim a ku saleke beriya niha min li jor nivîsandibû, gihîştiye miraza xwe..

îroj rênas jiyan mêvanê bernemaya lênûskê bû û min jî sê heb pirsên xwe jê re şiyandin,

(bnr: sîdar jîr) du heb pirsên min jê re pirsîn..

yek ji wan jî nivîsandina romanê bû, û rênas jiyan got ku ez aniha roman dinivîsim yanê hevalno di demeke nediyar de em ê romana rênas jiyan jî bixwînin bi îzn û qiweta xwudê*



15.03.2015 18:02 | ferhenga şikestî

5. Deh salan berê tirşikvanan li vir gotibûn rênas jiyan bila roman jî binivîse. Paş wê camêr derket çend heb roman nivîsand. de werin em kampanyayek nû despêkin: (bnr: rênas jiyan bila stranan jî bêje)



19.02.2024 19:49 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» rênas jiyan bila romanan jî binivîse
» jiyana mirov çawa watedar dibe
» bila tîpên ku ne bi kurdî ne neyên bikaranîn
» jîmnaz
» binivîse tirkî li ser stranên kurdî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi weje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî