Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
wergera hevokên kurmancî û soranî - tirşik
wergera hevokên kurmancî û soranî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. xebata ji bo kurmanc û soran bê perwerdehî ji hev fêm bikin. hevokên kurmancî û soranî. tirşikvanên ku soranî û kurmancî dizanin hevokan didanin ber hev.



wek mînak:



kurmancî: bêriya te dikim

soranî: bîrî tom dekem



29.01.2014 19:30 | xendekî

2. kurmancî: dem baş birêzno!

soranî: em katel baş birêzekan!



29.01.2014 19:31 | xendekî

3. berî vê xwezî ferhengeke kurmancî-soranî hebûya, çêtir bû. bi qasê zanim ferhengek wisa yê online tune.



29.01.2014 22:48 | simurg56

4. xwezî lê tune ye.!



30.01.2014 11:50 | xendekî

5. lê em dikarin li vir hin tiştan nîşanî hev bikin.!



30.01.2014 11:50 | xendekî

6. Soranî: Welatekem her to yî

kurmancî: welatê min her tu yî



30.01.2014 12:59 | xendekî

7. soranî: jiyanekem her to yî

kurmancî: jiyana min her tu yî



30.01.2014 13:00 | xendekî

8. soranî: kurdistanî min, yarî ciwanî min

kurmancî: kurdistana min, dilbera dilê min



30.01.2014 13:00 | xendekî

9. silav çiyakanî spîrêz, çi hiwatan heye ewe?



hûn çawanin çiyayên Spîrêz, hêviya we heye?



selim temo ji jktêba Sê deng, helbesta agahiya zindî.



30.01.2014 18:20 | seydayê_peyvan

10. Em kateten baş bînerên ezîz



dem baş temaşevanên hêja.



30.01.2014 18:24 | seydayê_peyvan

11. Em saliş dîsan wa geyime behar

Sewzey mêrxûzar sozey murxzar



Îsal dîsa vayê ez gihame biharî

bexçe bi sîr û pîvaz, gotin bi deng û awaz.



pîremêrd



30.01.2014 18:42 | seydayê_peyvan

12. Dill germe be dewrî qemerî gerdişî çerxî

Xurşîdî zemaneke hemû mucibî beyne



Bi dilgermî sêrke gera heyvê li dora çerxê de

Xurşidê zeman e hemû pêwistî di nêv de



hacî qadirê koyî



30.01.2014 18:58 | seydayê_peyvan

13. Roj baş dar û... roj baş berd

Rojbaş gulhenar û mindallekan û

Em kateten baş hetaw

Be xêr hatîtewe şi'r..Ewe bax û ewe dîwan!



Rajbaş dar û roj baş ber

Rojbaş kulîlka hinarê û zarok û

Dema te xweş bê roj

Tu bi xêr hatî şi'r.. vî baxî vê dîwanê!



Şêrko bÊkes



30.01.2014 19:14 | seydayê_peyvan

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» wergera dimilî ya tirşikê
» hevokên ku mêjî dişewîtine
» kurmancî li bakur ber bi mirinê ve diçe
» soranîkirina kurmancî

Kategoriyên mijarê:: ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî