Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 84 peyam
rewşa ciwanên kurd - tirşik
rewşa ciwanên kurd
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ji rewşa xwe , hêz û dezgehên xwe bêxeber li rê û rêçikên ê nedost û ehlê xerîb de nizanim çend perçeye îro. ew roja kû siudê derî li paş xwe kişand û çû ,yek bi yek ,roj bi roj me bi dest têkçuyîne kir û ew navê winda bu navlêk li ser enîya serê me. bêguman ê kû herî windakir zar û ciwanên me ne. îro li bajarên mezin û tevlihev de tû dikarî ciwanên kurd wisa hêsan û bêşaşî nasbikî. Ji ber kû enîya serî wî morkirî ye.



25.01.2014 15:17 | felat

2. ez bi dilekî rehet û bi hêsanî dikarin bibêjim ku rewşa ciwanên kurd ji yên tirkan jî ji yên ereban jî gelek baştir e li hêlekê din jî tu nikarî beranberiyê çêbikî ew serdest in em bindest in civata serdest û bindestan tu car nabe yek derdê serdest tenê derdê rojane ne lê bindestî ne wisa ye hem di rojeva te de malbat û jiyana te ya taybet hene hem jî pirsgirêk û teşqeleyên civatî hene lewma gava ku hevseng binî û bipîvi tu yê neheqiyê bikî.. di kurdistanê de rewş têvel û têkel e nirxandinekê bi giştî nayê kirin hem li gor herêmê diguhure hem jî li gor bîrûbaweriyê diguhere lewma nirxandina rewşa ciwanên kurd bêtir zor û zehmet dibe.. lê di rêya azadbûna kurdistanê de rewşa ciwanên me qet baş nîn e belê rast e hêşmendiyeke çêdibe lê çawa û bi çi awayî? pirsa sereke ev e. kurdistanê de çiqas raman pêşde diçe civatbûn têk diçe takekesîti ser dikeve li amedê pirr mînak hene ciwanên ku li pêş in bi pirranî tenê ne û xwe tevlî civatê nakin dûr dikevin û qadên jiyanê vala dimînin paşê lê dinêrî ku ew Valahî ji aliyên mirovên nebaş û paşverûyan hatiye tijekirin divê di civatê de kesên ku pêşverû ne di meydanê de bin, çalak bin.. li gor hejmarê ciwanên jîr û jêhatî pirr dibin lê li gor rêjeyê kêm dibin xwedî li zimanê xwe dernakevin mixabin kurdên ku akplî ne ji bdpliyan bêhtir bi kurdî dipeyivin bi kurtasî rewşa ciwanên me li gor rewşa ciwanên din baş e lê li gor daxwaz û xwestekên me nebaş in..



25.01.2014 16:10 | ferhenga şikestî

3. Ciwan bi zimanê xwe yî datikê naxivin yên ku daxivin jî ji sedî 50 î peyvên biyanî dixin navê û yên wek me tirşikvana jî daxivin dibên way ev çi kûrdî ye em tiştek fem nakin ev kûrdîya aqudumuke û xwe dûrî zimanê xwe didin
Halbikî tenê ferhengekê daxin bihîstoka xwe û peyvên rojane yên ku nizanin lê binêrin dê besî wan be
Bi rastî hevîya min ji vanê koçî metropolan kirine nemayê lê ciwanên kûrd yên li welat û welatparêz ez bawerim di van salan de dê şoreşek ziman lidarbixin



13.01.2020 19:46 ~19:46 | tîrêj zana 21

dengdanên dawîn (yên din..)
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
belki ev jî bala te bikişînin
» rewşa hunermendên kurd
» ciwanên rojavayî çima tev li tirşikê nabin
» kurdên ku bi kurdbûna xwe re ne serbilind in

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî