1. wexta ku em biçûk bûn diya min û xaltîkê min û bavpîrê min qala vî xwezasera heyînî dikirin. em pir nerhet bûn ji bo ku em bisekinin ,ji bo ku em bitirsin.bi rastî dema dîya min behsa van xwezasera heyînî dikir em pir dibizdîyan, çaxa ku em dibîhîstin jî me xwe tev nedida û dibinê lihêfê da me xwe veşêr dida.ev heyînî li gora deşt û bajar û şaristanê kurda navê wan cîhêreng dibe minak pîrhebok,pîrhevok,pîlerk,pîrxapok,pîrxelok hwd. li gora mîtolojîiya kurda li gora mîtolojîya dîya min dama ku van felî mirova bixefêlin wan dixwen bigelemperî felat bûn,xilas bûn tune ji destê wan lê bi te ra şujin ka serî wî tûj hebe ti wê şujinê li pêsîrê wan felî ya têrakî wan felî ya ewê dest ji te berdin ti jî êdî rizgar bibî. |
|
23.01.2014 00:15 |
pîlerka pîr
![]() |
2. ji alîyê serhetê pîrhevok, cûreyeke heşarê ye. heşareyê ku konê pîrê* çêdike ye. |
|
23.01.2014 14:12 |
nazim tolhildan
![]() |
3. dibejin gava kû meriv serê xwe bişo an jî beravê tenê bisekine tê ser meriv. |
|
09.03.2014 00:15 |
hun çawane heval:)))))))
![]() |
4. hinkîyan jê ra dibejin pîraboşq-pîrabcok. nozdeh sale dijîm kasî piraboq ji tişkî ne tirsîme. li gor min cîn li ber pîraboq gû xwarîye. cîn çîye key, du car kûlh ezhû bî rabbîn nas di xweynî direve diçe. lê va bê bexta wusa ne? tabii ki ne wûsane. |
|
09.03.2014 00:17 |
hun çawane heval:)))))))
![]() |
6. pÎr hevok yanÎ canavarÊ(extÎyarÊ) razanÊ. |
|
09.03.2014 00:22 |
hun çawane heval:)))))))
![]() |
7. (bnr: di tirşikê de goygoy) |
|
09.03.2014 00:23 |
mergehez
![]() |
8. li gorî min -belkî li gorî hinekan biçekî fantastîk be- ev peyv ji herdu peyvên pîr û bûkê pêk hatiye.. yanî ji pÎrhevokê mebest pîra bûk e, an bûka pÎr e.. temam cara ewil dema mirov têdifikire dûrî aqilan dixweye lê ji xwe pîrhevok ne ji bo karakterên pÎs û bed û zirecêb ên çîrokan tê bikaranîn.. |
|
21.05.2014 23:52 |
endazer
![]() |
9. welle vê nîvşevê ez naxwazim kesî bitirsînim, lê pîrhebok cin in. ji ber ku herdu jî ji şûjinan/derziyan ditirsin, herdu jî li derên avî dibin, jixwe ew navkirineka din a cinan e. ji deriyan dûr bin. |
|
22.05.2014 00:03 |
fethî ronî
![]() |
10. ew ên bi heşt tîp! |
|
01.11.2014 21:13 |
xwelî li ser
![]() |
11. Canawarê ya çiroka zarokên kurdan o. |
|
02.11.2014 00:03 |
endazyar
![]() |
12. Di be ku têkiliya wê bi bihok an jî bi pîrebokê re hebe. Li gorî min di nav demê de bihoka pîr hatiye deformebûn û bûye pîrhevok |
|
25.12.2014 15:29 |
berkeno
![]() |
13. pîrhevok ne tenê çiroken dapira ye ku ji bo zaroka bitirsinin. ev mîtolojîyek î qadîm a mezopotamîyayê ye. min pirtukek ewrûpayî xwendibu li ser mîtolojîye mezopotamîyayê, ew dikot pîrhevok di mîtolojîya Kurda'da milyaketê ji çenetê hatine qewurandinin, ji ber ku ji Xwudê ra îtaet nekirinin ew ê hetta qiyametê li vê gerdunê wek pîrhevoka bigerin. |
|
07.01.2017 23:26 |
sîrajîyan
![]() |
14. hayao miyazaki di fîlma xwe ya majo no takkyūbin* * de him li hemberî zayendperestiyê şer dike û him jî bi temsîla pîrhevokan kesên ku bi tiştên derasayiyê mijûl dibin, wan dike tiştekî asayî. helbet ne yek-cure ne yek-çîrok û ne hwd in -bi rastî tu têkiliyên wan bi hev du tune ye-, lê belê, dişibe/nêzik dibe armanca call me by your name. her wiha bi vê mikurhatinê serbest ez gihiştim vê encamê: miyazaki di vê fîlma xwe de ya ku qala pîrhevokekê ye, sînemaya kuîr[bnr. queer] ceribandiye û serkeftî bûye. helal jê re. |
|
04.03.2018 15:27 ~23:47 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
15. Di mîtolojîya Yewnanan de jineke navê wê Arakne ya tevnker/cûmker heye. Ev jinika di karê xwe de ew qasî mahir e ku nav û dengê wê digîhijê guhê her kesî û heya xwedêyan jî. Yek ji van xwedayan Athena, dema navûdengê Arakneê dibhîse, dexesîyê jê dike. (oro lawo qaşo tu xwedê yî piçekî sakin yaw) Eja Athena dibê em ê pêşbirkekî bikin, derkevin li meydanê bê ka hostetîya min zêde ye an ya Arakne ya sergijik! Helbet wekî xwedêyekî, Athena mêr e û xwedîyê desthilatdariyeka mezin e. Athena li ser pirtîyê xwe hemû nîşanên hêz û mêranîya xwedêyên Olymposê nîşan didin çê dike. Arakne jî hemû êş û kesera jinan ya di bin desthilatdariya pederşahîyê de, gîlî gazincên jinan û zordestîya çanda mêrane, sûcdariya xwedêyan ya li hemberî jinan bi awayekî şareza çê dike. Dema pêşbirk diqede û herdu jî berhema xwe pêşkêş dikin, bi awayekî eşkere tê dîtin ku berhema Arakneê mijareka kûr bi hurgilî û bi awayekî şareza nîşan dide. Athena xwe jî heyran hewasî hostetîya Arakneê dibê û ji dilê wî nayê ku xwedîyê vê berhema peyabilind bikûje. Lewma jî wê vediguherîne pîrhevokekî. Wê şûnda jî pîrhevok ji nav tevgera jinan de wekî sembola hostetî û keda jinan tê qebulkirin. |
|
05.03.2018 00:55 ~00:56 |
jifêzagorda
![]() |
![]() |
mirovekirind [2] |
![]() |
cemil meriç [6] |
![]() |
tiştên ku bêhemdî kenê mirovî tînin [1] |
![]() |
umît ozdag dê bibe wezîrê navxwe [1] |
![]() |
çavkaniya azad [1] |