Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
birca masî - tirşik
birca masî
(2) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. kesên ku di navbera 20ê Sibat Û 20ê Adarê ji dayik bûne. * Ez ji masiyan re çi bibêjim nizanim… Tu dilsaf û kawok î yan aqilsivik î? Sed sal yexçar be jî vaya tevdana wekî zarokan bernade. Hema tu tir û fisa bikî dilê wan dişkê, ber xwe dikeve, dixeyide û dilê wan ji dinyê sar dibe… Off wexta masî tên bîra min bêhn û hilma min teng dibe!Hema hêviya keysa xwe ne. Car carna firsendên xweş bi dest dixin; lê bêkêro û jênehatê qedr û qîmet pê nade û di bin lahêfa xwe de têdikeve nav xeyalan; difire, digrî û dilşad dibe. Ez sond dixwim, ev masi nexweşokeke bêmecal in. Hema di nav behra nakokiyan de avjenî dikin; nakokiyên dijwar, wek hebên tizbiya rêz didin û jê yekî diecibînin û wê rojê, ji sibê heta êvarî bi wê re mijûl dibin. Pir eksokî nin. Hek hun bi destê masiyan re biçin, hun kanin karê xwe yên bargirî giş bidin çêkirin. Lê hun karê xwe bibînin çêtir e. Xwedê neke, karê ku hun dan wê/wî , giran be, ewê xwe bikujin û bibe sebeba we. Safikno… Keştiyê ku ev siwar bibe ewê rûne ser ax; guliyê binê piyê wan ewê bişkê. Çi gunehên kundan hene; tev masî bêyom in û Xwedê mere ji wan bistirîne… Hun nikarin vana dilşad bikin; hek şansa we hebe, hun dikarin kêfa wan bînin. Hew! Bedbîn, reşbîn, kêmhêvî, pesîmîst, santîmantal, depresîf û li kû de gûyên wilo hebe, giş navên masî ne. Ayh ji xwe ketim welle. Çi hewce ye hevokek din nivîsandinê… Ne hun bin, ne jî hevaltiya/ê we bi masiyan…



(bnr: birc)



22.01.2014 13:13 ~2015.11.15 15:00 | biruya hayao miyazaki

2. birca min e.lê welleh billeh hun bawer bikin nekin ez ne wek gortinên li jor im.ey hewar gava min xwend ez cemidîm.hin tespîtên di pêşîyêde hatî kirin rastin lê hingî diçe ji rastîyê dur dikeve nivîs.ez bawerim masîyek kulek xistîye dîlê camêr =) (bnr: evîndarê/a kesek birca masî)



22.01.2014 15:50 | feqiyêteyran

3. Bawerim di vê jiyanê de tişta herî zehmet û tevlîhev bûyina birca masî ye. Masî baş in xweş in. Ji giriyê pir hez dikin. Ya zehmet jî ev e hem her kes dizane ku ew ji giriyê hez dikin hem jî vê li rûyê wan dixin. Mixabin ez jî carnan wisa dikim. Dizanim. Şerm e. Welhasil masî ji razanê pir hez dikin bila her tim di nav cihê xwe de bin û ger xoşevîsteke/kî wan jî la ba wan be, heyat e. Lê bila sê çar sêv û pirteqal jî li ber serê wan be ku ji cihê xwe ranebin. Û meseleyeke din jî divê tu masiyê/a xwe tenê nehêle. Û wek dayika wî jê hez bikî. Diyar nakin lê ji tenêbûnê hez nakin. Bawerim ditirsin. Û hebkî jî artist in ha. Tu kesî naecibînin filan *)

Welhasil onlar da insan...



25.03.2016 11:23 ~11:23 | gulêê

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» birca gaboxe
» masîdank

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî