Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    2 mijar û 2 peyam
    hedîs - tirşik
    hedîs
    (0) (0) (0)
    di mijarê de bigere

    1. gotinên ku tê gotin ku ji aliyê hz. muhemmed ve hatine gotin.

    gelek kes nizanin lê pirtûkên hedîsan yên bingehîn, bi qasê 200 sal piştî mirina pêxember hatine nivîsandin, ev yek. ya duduyan jî, hinek hedîs bixwe jî dibêjin ku pêxember s.a.v nexwestiye ku gotinên wî werin nivîsandin.

    ji ber van sedeman ez bixwe gelekî bidîqat nêzikî hedîsan dibin û bi tu awayî hedîsekê ji bo xalên girîng yên jiyanê, nakim referans.



    2014.01.21-22:00 | simurg56

    2. hedîs ango gotin. peyveke bi erebî ye ku tê wateya gotin an jî peyvê. gorî sunnî û şiî'ya evna gotinê hz. mihemmed in. yek jî kirinên hz.mihemmed hene van re jî dibêjin sinet. lêbelê di dema pêxember de hedîs nayên nivîsîn. piştê mirina pêxember 150-200 sal şûn de tên nivîsîn û bi pirtûk kirin. îro buharî, tirmizî, mûslîm, ebu davud û çend pirtukên ku navê wan nayên bîra min, pirtûkên hedîsê ku sûnnî jê re dibêjin sehîh in. lê di destpêka pirtûka bûharî de bûharî bixwe jî dibêje "min ew hedîsên ku berhev kiribûn %90 avêt." loma jî îro di mijara bawerkirin an jî bawernekirina hedîsan de berberîyeke mezin heye.



    2014.10.25-16:10 | emûmar

    3. gava mirov bi kitekitî qur'anê dixwîne fêhm dike ku hedîs pêwist nîn in. jixwe nava hedîsan de dijîtî hene. lêbelê di nava hedîs û qur'anê de jî dijîtî heye. mînakî tirmizî bixwe dibêje "ji bilî qur'anê kê ji xwe re pirtûkeke olî, yeke din, hilbijêre ew naletî ye" loma mirov dibêje "ê heval tirmizî tu dibêji bawerê min nekin?"

    mînakên nola van gelek in lê bi kurtî em bibêjin "me kîngê pirtûkê hedîsan şewitandin em ê hingê pêş de herin" vê navê ji min şîretek; cem sunni û şiiyan waha nebêjin çimkî ewna gelekî ber botên xwe dikevin. ango (bnr: botperêz) in.



    2014.10.25-16:23 | emûmar

    4. hEÇÎ GOTiNÊN PÊXEMBER HEDiS In, FiEL ÊN WÎ sINET IN. dI HEDÎSAN DE şeş hADÎSZAN YANÎ KUTUB-I SITTE sEHÎH Û PIŞTERAST IN.



    Sahih-i Buhari

    Sahih-i Müslim

    Sunen-i Nesai

    Sunen-i Tirmizi

    Sunen-i Ebu Davud

    Sunen-i İbn Mace



    2014.10.25-22:33 | seydayê_peyvan

    5. Baweriya te tune be jî divê tu giramiya xwe bide ola îslamê, hedê te nîn e tiştên weha tirkmancî û bi nirxandinên xwe yên beredayî binivîsî.,,.ku cihê simurg56’yî bibûma min ê te bavêjtiya ji vê malperê heta niha..



    2016.01.12-22:56 ~22:57]| havka

    6. (bnr: quran)

    (bnr: rîwayet)





    gotin û hemû kar û tevgerên hz. mihemedre tê gotin, gotinên ku bi pirahîya wan gunehê hz. mihemed sitendine dibêjin yên wîne hima çi çîrok û meselok hebûne gotine hedîsin û li hêdîsa zêdekirine lê biyamin pirahîya wan hêdîsa yanî ji %99 ne gotin û awazên pêxemberin ne hêdîsên rastîne bitenê sûre û ayetên quranê hedîsin..



    2016.01.13-00:57 | shorbevan

    7. pêxemberê me di axaftinekî xwe de, '' pozê wî li erdê bifirike '' dibêje û sê cara dubare dike.

    eshabe ji hezretî pêxember dipirsin, '' ya rasûallah kî ye ew? ''

    hezretî pêxember dibersivîne, ferman dide, '' ew kese ku ji dêbavên wî yan yekî yan jî herdû li ba wî kal û pîr dibê û ew nikarê bikevê bihuştê. ''
    -muslîm, birr, 10



    2017.06.01-23:16 | rûbar

    8. Gotin, bi taybetî gotinên pêxember (as).
    Hezaran ol hene lê gorî me ya rast tenê îslam e. Hin misilman nabêjin hejmara olên çewt pir in lewra hemû ol derew in lê ew misilman dibêjin hedîsên derew pir in lewra hemû hedîs derew in.

    "Kîjan bi gotina pêxember bike, îdî (bira ewa bizane) ku ewî bi gotina Yezdan jî kirîye..."
    Nîsa 80



    2017.06.21-09:37 ~09:43]| cûndûllah el-kurdî

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (yên din..)
    kurdiya trt kurdî [2]
    kurdîya trt kurdî>Tirkîya min...
    kurdiya trt kurdî [2]
    Kurdiya ku pêşkêşvan dikin ne xirab e lê mêvanên wan rezîl in. To yên ...
    tiştên ku tirkan li mirovahiyê zêde kirine [9]
    gelekin , bi sedan textorên tirk ê navdar henin . û gelek endezyarên ...
    ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
    Yek ji wan ez im. Roja kurê min xwededayî û heta naha bi şaşî bê jî p...
    lîsteyên muzîka kurdî [4]
    platformên dîjîtal ên muzîkê ên wekî spotify, deezer, apple music, you...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » hedîsên cenabê pêxember

    Kategoriyên mijarê:: oldin
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî