Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


25 mijar û 41 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; nazim tolhildan
peyamên çepikkirî

26131. nivîskarê ku wiha difikire: ger ez alman bûma, almanîtî yê ji bo min girîng nebûya. ger ez fransî bûma, fransîtî yê ji bo min girîng nebûya. bi heman prensîbê ve amerîkayîtî, îngîlîzî, ûrisî û misilmantî û xiristîyanî yê ji bo min girîng nebûya. lê kurdîtî ji bo min girîng e. ne ji bo kurbûna min, bona tunebûna mafên kurdan, kurdîtî ji bo min girîng e. di nav kurdan de soranîtî ji bo min girîng e. di nav xiristîyanan de misilmantî û di nav misilmanan de elewîtî ji bo min girîng e. dawîya dawîn di nav hemû ol an de xwedênenasî û di nav hemû nijadan de bênijadî ji bo min girîng e. derheqa objektîvîyê de bila kes ji min re çîroka nebêje. ji ber ku, dema kurd û kurdistan azat bû, kurdîtîyê jî ji bo min girîng nebe. bi vî awayî parastin a hatip dicle, bdp, û pkkê yê nebe par a min. ji ber ku cîhê ku ez vê gavê disekinim, di kurdistana azat de yê biguhare.

her çiqas endazer li jorê bi zimanekî şêrîn ve ramanên xwe biparêze jî, ez û mîlyonên mîna min wek wî nafikirin. şaş nebin, ez nabêjim ku gotinên wî şaş in. ez dikarim di bin peyama wî ya jorê de îmza xwe biavêjim. lê radê rexneyên wî û çend heb nivîskaran, şêwazên wan û cîhê ku disekinin li gorî min şaş e. bêguman emê rexneyan bikin, lê ne ji bo hilweşandina têkoşîna kurdên welatparêz. divê em rexneyan bikin ku kêmasî yên wan xelas bin, şaşî yên wan serast bin û xurttir bin. lê ez dibinim ku kurd roj bi roj parve dibin û wek di tirşikê de jî xuyaye ku rexneyên xwe ji bo bihêzbûnê na, ji bo hilweşandinê û valakirinê dikin. di vê rewşê de aciz bûn û dijhevî ya min normal e.

ti cudahî di navbera kirina hatip dicle û kemal burkay de tuneye. lê çi rêxî dikin bila bi hev re bikin. pişta xwe bidin hev û şaşîyên hev serast bikin. niha ez dîsa ditirsim ku, hin nivîskarên bê îdraq yê bejin qey ez dijî rexneyan im. ez li hemberî rexneyan nînim, lê daxwaza min ewe ku, bifikirin ku gelo rexneyên we ji bo çî ye û kêrî kê tênê.



08.06.2013 00:32 | simurg56

26998. rebenê ku, mixabin, bi rastî pirsa endazer hatîye ye. bi sêrî de bêjim; ez ne mûrîd ne jî mûbtelayê Öcalan im. ev pirsa wî ji min pirsîye, peyv bi peyv çekdar jî pirsîye. xuyaye ku armanca wî dîsa polemik e. li gorî min, endazer bi xwe ne hêjaye ku ez bersiva wî bidim. lê bi ser xatirê moderatorên din, nivîskaran û xwandevanan, ezê bersiva wî bidim.



gotina ku divê ez di dawîyê de bêjim, ezê bi sêrî de bêjim. wek hûn her dem û li her derê, ji Öcalan re dibêjin gû xwar, ez jî dikarim vê gotinê di peyivîna xwe de bikar bînim. li gorî we bikar anîna vê peyvê mubah e. lewma, endazer gû xwarîye ku ji min re dibêje murîd û mûbtela. min hemû peyamên xwe de diyar kirîye ku ez ji her fikir û ramanan re heman dûrîyê de me. êdî ez westîyam ku, di alîyê siyasetê de cîhê ku disekinim diyar bikim. ji bo vê yekê, gotinên min yên berê, ezê dubare bikim: ger ez alman bûma, almanîtî yê ji bo min girîng nebûya. ger ez fransî bûma, fransîtî yê ji bo min girîng nebûya. bi heman prensîbê ve amerîkayîtî, îngîlîzî, ûrisî û misilmantî û xiristîyanî yê ji bo min girîng nebûya. lê kurdîtî ji bo min girîng e. ne ji bo kurbûna min, bona tunebûna mafên kurdan, kurdîtî ji bo min girîng e. di nav kurdan de soranîtî ji bo min girîng e. di nav xiristîyanan de misilmantî û di nav misilmanan de elewîtî ji bo min girîng e. dawîya dawîn di nav hemû ol an de xwedênenasî û di nav hemû nijadan de bênijadî ji bo min girîng e. derheqa objektîvîyê de bila kes ji min re çîroka nebêje. ji ber ku, dema kurd û kurdistan azat bû, kurdîtîyê jî ji bo min girîng nebe. bi vî awayî parastin a bdp, pkkê û öcalan yê nebe par a min. ji ber ku cîhê ku ez vê gavê disekinim, di kurdistana azat de yê biguhare. ger kurd hemû mafên xwe bi dest bixista, wê demê min ê helwest a dijberan fêhm bikira, bi ser de ezê bi xwe bibûma muxalîfê bdp'ê.



gotinên min têra xwe zelal e. ez metel dimînim ku hê jî ji min re dibêjin mûrîd û mûbtela.

di alîyê din ve; tiştên ku min di vîdeoyên Öcalan yên lêpirsînê de bihîstîye, wek hemû kurdan min jî aciz kirîye. bêguman di van vîdeoyan de montaj heye. lê divê em montajê ji xwe re nekin bahane. gotinên Öcalan eşkere ne. kes nikare montajê bike bahane û gotinên Öcalan veşêre. lê divê mirov destê xwe bide li ser wijdana xwe û wusa bifikire û bipeyive. ger 2 heb gotinên Öcalan yên şaş hebin, bi montajê ve kirine 10 heb. ango bandora vîdeoyan ya neyînî qat bi qat zêde kirine. ger bê bîr a we, hûn ê bizanibin ku, ew vîdeoyên bûne sedeme revîna ahmet kaya, ya li ber ala pkkê û postera Öcalan konser dida, hemû montaj bûn. bila ew jî ji we re biba mînak û her vîdeoyan %100 bawer nekin. lê divê mirov tiştên şaş re jî bêje şaş e. gotinên Öcalan ve jî, gotinên siltan silêman ve jî, gotinên hz. mihemed ve jî şaşî, şaşî ye.



fikrên min yên di derbarê vîdeoyan de, bi kurtayî ev e. lê niha divê em werin meseleya bingehîn. hema bêje Öcalan îxanet kir û bû îtirafkar. di wê demê de emê çi bikin? divê em pişta xwe bidin hev û tevgera xwe xurttir bikin an wek hin dijberan bextîyar bin û peqlewê belav bikin. kurd di demên hêsanîyê de perve bibin, di demên zorê de yê çawa hev bigirin. xuyaye ku di damar û xwîna kurdan da her dem îxanet hebû û yê di pêşerojê de jî hebe.



ez xemgîn im kekê endazer. him ji bo gotinên şaş yên Öcalan, him ji bo te û kesên wek te difikirin, him jî ji bo bêxîretî û bê esl bûna kurdan. lê ez bextîyarim, ji ber ku, her çi dibe bila bibe, kê çi dibêje bila bêje, ez dizanim ku ked û xwîn a gerîla beyxûde neherikî.



08.06.2013 00:32 | simurg56

29732. nivîskarê ku heke neyê civîna nivîskarên tirşikê dê dilê min bimîne



08.06.2013 14:50 | simurg56

33657. nivîskarê ku di peyameke xwe de bi tirkî fikirî û bi tirkî got, raste, lê ne eyb e. ya ez dizanim ewe ku; eger tu tiştekî rast bêjî,cureya zimanê te, rastbûn û hêjayî ya gotina te venaşêre. bi tirkî be jî, bi kurdî be jî, bi erebî be jî û nizanim zimanê kîjan mirovxwera ve jî gotinên rast, rast e. yanî armanca eşkerekirina bi tirkî fikirîn û bi tirkî gotina min çî ye, nizanim. dibe ku armanc bê îtîbar kirina min e. yê ku dizanê bila xêra mirîyên xwe ji min re diyar bike. li ser de bi tirkî fikirîn û bi tirkî gotin, bi kertî fikirîn û bi kurdî gotinê çêtir e.



08.06.2013 00:32 | simurg56

33696. her du çawê min e hew !



07.06.2013 09:13 | simurg56

34877. (bnr: çok aşığın var diyorlar)

bila ew nivÎskar hinek aşiqÊn xwe bişine cem min. çÛn ez jÎ gÛheriyam. bÛm sempatizan. rojbaş heval. spas.

li çiyayekÊ koreya başÛr çel roj di şikeftekÊ de ketim ÎnzivayÊ, duwre hirçek hat Û postikek ji min re çekir. min ew poşid Û ez bÛm apocÎ. ez bÛm sempatizanek pkk yÊ. yane ku gotina min ew e ku ez ÊdÎ dijber ninum. bila hevalÊ min Ê mektebÊ jÎ şa bibe.



01.06.2013 01:27 | simurg56

42961. nivîskarê ku ji bo modernîsmê xwe li qanûnên xwedê dide û dibeje islam ji jiyana modern re astengiyeke lê paşre tê ji me re wisa dinivîse "cîhê ku qeîdeyan bikare bên guhertin li wê derê xêr nayê"

min di heyata xwe de modernistên bi vî şeklî ne ditiye. gelo ev çê modernîsm e ? qural û qaîde neyên guhertin dê tu çawan bibî mirovek modern?



09.06.2013 15:19 | brusk56

43005. nivîskarê ku min bi peyama xwe ya dawîn ecêbmayî heliştiye.Bi rasti min ne dixwest ku ez vê mînakê bidim lê ji bo mesele baş be fêmkirin ez neçarim.



pirs: ji bo çê gerillayên jin pê wan cilan xwe niqumandine.Ji bo çê di nav havinê de kele kijênê de wan cilên zêde xwe dikin?Ma mafên wan jinan ji tûneye ji xwe re malbatêkî ava bikin. mafên wan qîzan tûneye qey cil û bergên modern wergirin? mafên wan jinan ji tûneye dildariyê bikin ? mafên wan jinan ji tûneye wê havina germ de ji xwe re cilen kurt wergirin? ji bo çê rêveberiya pkk-ê destûr nadê wan ?



nêrîna min : ji ber ku ew qîzên li ser çiye bo armancekî bo dozekî li wirin.belê raste rêveberiya pkk-ê destûra wan nade ji ber ku dixwazê disiplîna xwe wunda neke û wan gerillayan baştir qontrol bike.ji aliyê jinan de jî ji xwe ez ne bawerim tiştên wisa (pirsên li jor) bên li bîra wan ji ber ku bo doza xwe , xwe teslim kirine û îtîqata wan li ser serok û rêveberiya wan heye.binerin ew gerillayên li ser çiyê tevahî bi itîqat,bi teslimiyet û bi sadaqatê li wir dijîn an ji şer dikin.ev her sê rêman tûne be dê nekaribin li wir bisekinin.



nêrîna nazim ,malumozdogan hw.d : rêveberiya pkk-ê destûra wan nade ji ber ku naxwaze kirên gerîllayan din rabe.ger ew jin cil û bergên modern an ji havîni li xwe bikin dê pirsgirêka seksê bikeve li wir.paşre pkk dê nekaribe zarokan ji xwedî bike li ser wan çiyayên bilind ...

mazlumozdogan beg; te çawan ev mesele ji xwedê pirsiyar kirbe here ji rêveberiyê ji pirs bike! here bibeje wan hûn çima nahêlin da ku ew jin bi mafên xwe re bijîn?



hevalên xoşewist dema hûn tiştêki bibêjin bizanin ku hûn çê dibejin.pêşîn min digot qey nazim ji eqsa bi vî şeklî difikire lê bi peyama wî ya dawîn de dil û hinavên xwe nişanî me kiriye.êdî ne hewceye mesele be dirêjkirin.ji ber vê yekê ye ku ez mijare li vir diqedînim û ji bilî mafên bersivandine ez tiştek dîtir nanivîsim.



09.06.2013 15:19 | brusk56

57026. ji entryên dirêj hez nake *



08.06.2013 14:50 | simurg56

57617. (bnr:grafîkên îstatîstîkan/57278)

helawê nazim tolhildan ji min re pêşniyarek kiriye, haya min jê hebû û ez jî bala xwe da me ne wisa?

https://tirsik.net/grafiktirsikvan.php?trskvn=1366



29.06.2013 12:10 | simurg56

63878. Nivîskarê jiber ku endazer gelek tênakevît tirşikê sebra xwe bi cînorek tînît..



28.06.2013 23:52 | simurg56

63889. armanca min tenê diyarkirina heqeretên cinorek bû. dema ku cinorek ji hdp'ê re dibêje "sedî sed partiya gû" pirsgirêk tuneye. lê dema ku ez şaşiyên wî tînim ziman dibim ulkucuyê partiye.

(bnr: ayıp ettin iki gözüm)



08.06.2013 00:32 | simurg56

64033. Nivîskarê ku ev çi qiyamete li ser wî dimeşe nizanim. min biborînin, lê ezê neçar dîsa peyameke dirêj binivîsim. Ev qiyamet, li ser reaksiyona min a li hember peyama cinorek a derheqa hdp'ê de dest pê kir. cinorek peyama xwe de çi gotibû? weke gelek dijberên pkk'ê dîsa dest bi heqeretan kir û ji hdp'ê re got hundred percent partiya gû. ango sedî sed partiya gû. ev çi şewaze û ev çi dijberiye nizanim. min dixwest ku ew dijberên pkk'ê ên din bihatana û bigotana "kuro cinoreko ev gotina te tişteke şaş e, wiha dijberî nabe". lê wan çi kir? hema li ser min ve hatin. li ser de ne yek ne dudo, hemû bûn yek û bi hev re bi kompleksa xwekêmdînê ve êriş dane min. xwedê ji we razî be. bi vî avayî helwesta we diyar dibe. armanca we, diyarkirina şaşiyan bûya û jixwe ya insaniyetî û wijdanî ew bû, we yê cinorek rexne bikira. lê niyet û armanca we diyarkirina şaşiyan nîne, tenê dixwazin ku di kesayeta nazim tolhildan de sempatîzanan bêrûmet bikin. spas ji we re...



em werin li ser peyama endazer a li jor. dîsa min biborînin, ji ber ku ezê hevok hevok ji peyama wî re bersivên xwe bidim. di destpêke de dibêje ku "dilê min ji kurmanciya wî dixele, ji xwe dema ez dibînim li jêr her peyameka xwe de binêrinên bi tirkî dide, û qaşo bi van binêrinan xelkê keys dike îcarî ruh ji min diçike. dikim nakim fêhm nakim. çi têkilî di navbera vê meselê û asta kurmanciya min de heye nizanim. haa min di serî çi got. armanc bêrûmet kirina nazim tolhildan e. li ser seran, ser çevan. li ser de min tu carî îdîa nekir ku ez di asta mamoste endazer de kurmancî dizanim. xêncî wê dema ku gotinek rast be kurdî, tirkî, erebî, îngilizî bûna wê ne girîng e. ji kerema xwe re destûr bide ku biryara başî an jî nebaşiya kurmanciya min yên peyamên min dixwînin bidin. em werin hevoka duyemîn: tu bêjî di nav peyamên wî de tişteke maqul û beraqil heye, ew jî nîne, di tirşikê de li hêviyê ye ku yek rexneyekî bîne ser öcalan an pkkê û ew jî bersivên ji qûna xwe bide. erê we şaş nebihîst. dibêje bersivên ji qûna xwe. bi rastî êdî ez ji şêwaza wî metel namînim û carinan difikirim, gelo çi ferq di aliyê şêwaz de, di navbera cinorek û endazer de heye...hûnê bi vî avayî xelkê rexne bikin û fikrên xwe diyar bikin ku em jî fikrên li gor we rast biparêzin. hûnê bi vî avayî xelkê îqna bikin. bi beraqil bûn û maqûl bûna peyamên min jî li gor te tuneye, dîse ser çavan. lê yên ji peyamên min dixwînin û giramî digrin jî hene. li ser xatirê wan ezê binivîsim. xêncî wê, weke te got ez hêviya rexneyek bê öcalan û pkk'ê ku ez bersiv bidim nînim. min nezîkî 2000 peyam nivîsiyê û %95 derheqa pkk'ê an jî öcalan de nîne. kerê ker û kor û lal dizanê ku ev reaksiyona min tenê ji ber heqereta cinorek bû. jixwe zûdaye min biryar dabû ku bersivên rexneyên li ser öcalan û pkk'ê nedim. li aliyê me dibêjin "yên xwe şik herkesî wek xwe dizanin". di dawiyê de wiha gotiye: di wêjeya kurdî de çend nivîskar hene ji ber ku bi tirkî tu bi ser nexistine hatine bi kurdî dinivîsin, ji xeynî wê kurdiya wan a kelî û rijî tu taybetiyeka wan nîne, nazim jî li ber dilê min yek ji wan nivîskaran e. lê bila dilê xwe negire û binivîse, ji kurdî re yên wekê nazim jî lazim in. kekê endazer dîsa rê ya xwe şaş kiriye. kuro ez ne nivîskarê wêjeya kurdî me. ez tenê weke kurdiya xwe di tirşikê de dinivîsim. ez ne helbestvan im, ne nivîskarê çîroka ne jî nivîskarê romanan im. tenê rebenekim û di tirşikê de dinivîsim. ev berawird kirin çî ye îja. xêncî wê dîsa dubare dikim, ti têkilî di navbera gotinên min û ev nivîsen endazer de tuneye. tenê dixwaze min bin pê bike. bila wek camêran bihata û bigota gotina cinorek gûxwerine û ew tiştên ji vê mijarê ve giradêyî nînin tev lê nekirana, bila cigerê min bixwe.



wekî din, çend peyamên îro de rastî resteqîn jî hatim. carekê li ser wî ve çûm, xeyîdi û dev ji tirşikê berda. weke 6-7 mehan nenivîsî. êdî hez nakim li ser ve biçim, lê çend gotinên wî ên piştî vê meselê wî got û zora min çû divê ez bêjim. di peyama a mijara ji bo sempatîzanekî qonaxa redkirina gotin û kirinên öcalan û pkkê de milyonan kesan re dibêje kerên bêmêjî. têrê nakê dibêje ehmeq. paşê jî dizvire û dibêje ew kesên ku bersiva min bidin qelîteya wan weke qelîteya bersivên wan in. wê demê bi van heqeretên te ve qelîteya te çawa dibe... jixwe serokên wan dijberana endazer jî wan milyonan re gotibû ehmeq. berxweda ê dijber di peyameke xwe a jor de ji min re got ülkücüyê partiyê. lê bi xwedê nîvê heqeretên rasteqîn, cinorek û yên endazer zora min neçû. ji ber ku camêr peyveke li gor min heqeret bêje jî ji min re tenê dibêje, gelemperî nake. lê endazer û rasteqîn û cinorek rêyeke şaş de ne. gotinên tûj nînin, rasterast heqeret in ji milyonan re...











08.06.2013 00:32 | simurg56

86446. min aniha vî peyama wî dît Here lînkê pir serkeftî bûye *



07.06.2013 13:56 | endazer

90268. nivîskarekî hêja ye. nivîsên wî yên li ser avahîsazîyê hêja ne. (bnr: têgehên avahîsaziyê)



yek jî heta niha (bnr: masîyên şor) nexwarîye. ez dixazim kupek masîyên şor jê re diyarî bikim.



26.10.2013 23:54 | endazer

90274. nivîskarê ku ji ber peyama li jor a hozan serhad pir kêfxweş bûye. spas ji te re kek serhad. lê zehmet neke. înşellah rojekê di civînekê de tu yê masîyên şor bînî, ezê jî rîçala bacanê reş bînim û emên bi hev re tev bixwin*



08.06.2013 00:32 | simurg56

94313. dema ku navê xwe li alyê çepê di nav mijaran de dibînim, bi tirs pêl navê xwe dikim û dibêjim "gelo dîsa kê çi dibêje, kîjan niqaşeke mijareke din anîn û di bin navê min de berdewam dikin".



de çi bû, bû. em werin li ser meselê. melese rengîn şero bû. min ewqas tişt nivîsand lê peyva "qaşo" zora biaqila dinyê* çû*. bi vî avayî fêhm dikim ku mafdariya min qebûl dike an jî qebûl nake lê nikare bersiveke tijî bide. ji ber wê encax boçika peyvekê digre û mijarê diguherîne. herwiha bila baş bizanibe ku "qaşo" ne heqeretek e, tenê laqirtiyeke. eger em behsa heqeretan bikin bila hevoka xwe "erebek pîsê kotî" binêre.



08.06.2013 00:32 | simurg56

94358. niviskarê ku ji nûrê çêbûye. çavên te xwaro. dilê min î.



07.06.2013 18:27 | brusk56