1. kurdiya mesleka mûhendisiyê ku komek ji wan û ji avahîsazan (bnr: mîmar) aniha li amedê ferhenga peyvên teknîkî ji bo kurdî amade dikin. |
|
2013.06.05-16:44 |
simurg56
![]() |
2. li amedê ev du sê meh tê hene ku endazyar û avahîsazên ji odeya yekîtiya endazyar û avahîsazan li hev rûdinin bi hevkarî û alîkariya sazî û dezgehên zimanê kurdî yên li vî bajarî ji bo danîna ferhenga term û têgehên teknîkî dişixulin.. bûltena şaxa amedê ya odeya endazyarên mekanîkê ku serê her sê mehan carekî derdikeve di dawiya kovara xwe de cih dide encamên vê komxebatê.. |
|
2013.06.05-17:08 |
endazer
![]() |
3. navê kar û pîşeyekî ye.. di teoriyê de ji bo kesên karê endazeyê yanî hesab û pîvanê dike tê gotin.. lê di pratîkê de hema bêje her tişta ku îro di jiyana modern de em dişixulÎnin û pê kar û pêdiviyên xwe diqedînin bi destê endazyaran çêdibe an disêwire.. wekê xanî, rê, kendav, tûnel, pir, ceyran, erebe, telefon, mekîna cilan û ya firaqan, firne, sarinc, kombers, jenerator, akûmûlator, motor, pompa û hwd.. çend çeşn û cureyên vî pîşeyî jî hene wekê (bnr: endazyarê mekanîkê), (bnr: endazyarê ceyranê), (bnr: endazyarê avahîsaziyê), (bnr: endazyarê endûstriyê), (bnr: endazyarê mekatronîkê), (bnr: endazyarê madenê), (bnr: endazyarê kombersê), (bnr: endazyarê fîzîkê), (bnr: endazyarê kimyayê).. |
|
2013.06.29-02:52 |
endazer
![]() |
4. axundîye matematîk û fizîke. ma qedr û qîmetê wan nizani kes. |
|
2013.08.12-21:44 |
zeyd b
![]() |
5. li gorî rîwayetekî ji bo karê çêkirina pirrekî rojekî endazyarek diçe gundekî li derdora batmanê.. endazyar kurmanc e û xwudê bihêlê qey yekî telaqreş e herê serê heyvê jî û parlemena enqereyê jî ji kurmanciya xwe nayê xwar.. axirê gundî jî li dora koma endazyar û teknîkerên ku ji bo derxistina projeya pirrê hatine kom bûne.. endazyar û hevalên xwe di nav xwe de kurmancî diaxivin qey gundiyek seh dike û di ber guhê yê hevalê xwe de dibêje ''law me digo qey vana mûhendîs in lê vana jî wek me kurmanc derketin..'' |
|
2013.09.12-02:24 |
endazer
![]() |
6. nivîskarek e ku heye ku bi endazer bê tevlihev kirin. |
|
2014.09.13-00:00 |
brusk56
![]() |
7. nivîskarek e nû hatîye. li esle xwe ji kurdÊ kirdan rê ye. gava ku xeletîyê wî bibe (ji bo kurmancî), biborin. |
|
2014.09.13-01:06 |
endazyar
![]() |
8. bi xêr hatiye.. |
|
2014.09.13-01:21 |
endazer
![]() |
9. endazyarÊ têkilî û elektronîkî ye. li rastî endamê endazyarÎ ye. |
|
2014.09.13-01:34 |
endazyar
![]() |
10. ji kadroya mîmar û endazyaran ya tirşikê ye. van rojan dest bi nivîsandina rêkûpêk kiriye. xêr hatiye dîsa. |
|
2014.09.14-13:27 |
simurg56
![]() |
11. xûya ye nivîskarek baş e. hay ji formatê heye li gor texmîna min beriya niha ferhengekê de jî nivîsandiye. |
|
2014.09.14-14:33 |
brusk56
![]() |
12. nivîskarê nêzî 3 meh in ku buye nivîskar û van rojan dest bi nivîsandinê kiriye. ji bo hemu nivîskarên nanivîsîn numuneyek e, bila ew jî çavên xwe bidinê. |
|
2014.09.14-22:51 |
azadixwaz
![]() |
13. bi diLê xwe ye helbet bi kîjan zman û zaravayê kurdî binivîse.. |
|
2014.09.15-02:22 |
endazer
![]() |
14. û divê vê jî bêjim kurmanciya wî hewceyî teshîhê ye.. |
|
2014.09.15-02:23 |
endazer
![]() |
16. kurmancîya wî hewceyî teshîhê ye. divê ew dê dem bi dem hîn bibe. la zazakîya ci xirab nîyo, gama ke xeletî bibo,şima ey hişyar bikin. |
|
2014.09.15-18:09 |
endazyar
![]() |
17. nivîskarê nû yê tirşikê ye ku bi du zimanî dinivîse bila her daîmî û mayînde be |
|
2014.09.15-21:02 |
ferhenga şikestî
![]() |
18. (bnr: nivîskarê van rojan pir populer e) |
|
2014.09.15-23:26 |
azadixwaz
![]() |
19. Nivîskarê ku dema ez navê wi dibînîm endazertê bîra min .. |
|
2014.10.29-23:45 |
vêca çiyeeee
![]() |
20. nivîskarê ku weke navê endezyar standiye divê cihê endazer tijî bike. xwedê quwetê bide .. |
|
2014.10.30-01:16 |
brusk56
![]() |
![]() |
erotîzma bêhna bizin û miha [1] |
![]() |
erotîzma bêhna bizin û miha [5] |
![]() |
jorge luis borges [1] |
![]() |
tirkî [1] |
![]() |
harûn elkî [1] |