Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    4 mijar û 5 peyam
    berxweda - tirşik
    berxweda
    (2) (2) (13)
    di mijarê de bigere

    1. Nivîskarekî nûyê tirşikê ye. Bi xêr hatiye. Xwedî nîvîsên xweş û herikbar e. Bi hêviya berdewamiya wî ya di tirşikê de...



    2014.01.18-01:03 | ceso

    2. xwînek nû ye ji bo tirşikê. xêr hatiye.



    2014.01.18-10:18 | simurg56

    3. nivîskarê ku li gor îstîxbarata tirşikê, xwendevanê beşa bijişkiyê ye.

    xêr hatî nexweşxaneya tirşikê *



    2014.01.18-11:24 | brusk56

    4. nivîskarê pisporê facebookê ye. dizane çawa mirov fêm dike ku yekî bi kîjan zimanî facebooka xwe bikartîne . facebooka kurdî/24278 .



    2014.01.25-10:19 | brusk56

    5. nivîskarê ku piştî 16 rojan, silava min, veda. xwedê te gurî neke bira * bêhna xwe fireh bike, HÎN 16 roj mane *



    2014.02.09-21:29 | biruya hayao miyazaki

    6. min navê xwe jiber du tiştî berxweda danî,



    1-li ber Xweda (x ya mezin* )

    2-ber xwe da (qasî dikarim * )



    2014.02.21-00:47 | berxweda

    7. nivîskarê ku mereq dikim di wergera facebookê ya bo kurdî de, gelo bi çi navî wergêrî dikir??



    2014.02.21-04:02 | endazer

    8. nivîskarê ku ji formata tirşikê bêxeber e. tirşik ji xwe re kirîye cîhê "chat" ê. bi ya min bila biçe û di facebookê de lotikan biavêje. an jî di rojnameya radikale de daxuyanîyan bide.

    ji bo ast a şêwaza wî, peyamên di mijara cekdar da nivîsiye mêze bikin. (bnr: cekdar)



    2014.02.22-10:39 | nazim tolhildan

    9. nivîskarê ku tiştek di nav serî de naçe ye.



    2014.02.22-16:31 | cekdar

    10. nivîskarek hêja ye. ez ji xwendina nivîsên wî gelek hez dikim. hêvîdar im herdem li van deran be, wenda nebe *



    2014.10.21-00:52 | paşê min got what the fuck

    11. nivîskarê ku ez qet helwesta wî fêhm nakim e. sibe heya evarê dev ji reşkirina pkkê, hdpê, bdpê, anfê, öcalan û hwd bernade. jixwe em tera xwe parvebûne. helbet di navbera me de fikrên cûda yê hebin lê ne hewceye ku em xwe têxin nava gû yê sa û hev bigevizînin. sibê heya êvarê hinek barzanî bêrûmet dikin, hinek öcalan bêrûmet dikin, hinekê êrîş bidin pêşergeyan yên din ên êrîş bidin pkkê. yekê bêje min şengal rizgar kir, yê din ê bêja na min rizgar kir... ev hemû pêşbaziyê pîsiyên me pêştir tiştek nîne. bi tirkî biwêjek heye, dibêjin "ekmeğine yağ sürmek". divê em ji dijminan re vê yekê nekin. hema bêje hemû kurdistanê pkkê rizgar kir, çi ferq dike. ne armanc menfeeta kurd û kurdistanê ye. eger helwest li ser serxwebûna kurdistanê be, bo min ferqa öcalan û barzanî, an jî axayekî xwedanê 40 gundan û şoreşgerekî çepgir, an jî burjûvayekî dewlemend û çotkarekî feqîr tuneye. tenê bila armanca wan bi dest xistina mafên kurdan be.



    2014.12.20-14:08 | nazim tolhildan

    12. nivîskarek ku dijminê pkkyê. dixwaze mafê heqaretê dijî pkk bistîne. pêşniyara min a li ser vê mijarê ku mn gotîbû rexnekerinê re erê lê heqaretê re na! gelekî zora wî çûye.



    kesekî çavnebar e. dema kesek pkkê biparêze çawa ku sîxek herê wî de aciz dibe. dixwaze tirşik.net bibe wargeha kurdonotên ku dê me bibin esîmanan. ji ber ku min pêşniyariyek dostane kiriye gotiye min bila li ser qûna xwe rûne û neaxive. ..ez nizanim ev xwe çi dihesibîne! mêjiyê dîktator ez bêj im lê ew hêza wî tune! ez heyirî mam. gelo dê bi çi awayî îfadekirina nêrînên min qedexe bike?





    2015.04.20-17:23 | mele ehmedê nalbendî

    13. nivîskarê li hemberî moderasyona tirşikê derketîye dibeze simurg56 û kêfa min li wan tê endazer ji wan kême û bijî birakujî



    2015.05.26-23:38 ~23:39]| shorbevan

    14. nivîskarê ku îro ji bo kurdî xwe beecandiye xwedê bihêle *

    te îroj ji bo kurdî çi kir/79494



    2015.11.11-01:11 | brusk56

    15. Nivîskarê ku bawerke wê sibe bikeve ezmûna tusê. Xwedê beşa ku dixwaze jê re bike nasîp.

    Serkeftin..



    2016.09.24-23:23 | brusk56

    16. kampanyayek bi navê di tirşikê de diyarîkirina pirtûkan li dar xistiye û li gorî algorîtmaya dilê xwe pirtûkan bi ser nivîskarên tirşikê de belav dike. Çawa nizanim lê ez jî ketim ber bayê vê kampanyayê. Min jê Cilda duyê ya pirtûka barzani ve kürt ulusal özgürlük hareketi ku mesûd barzanî bi Erebî nivîsandiye û vahdettîn înce jî ji Erebî wergerandiye tirkî. Eyba mezin Şerma giran! Cilda yekê ya vê pirtûkê dema sîmurg56 bi boneya salvegera damezrandina tirşikê pirtûk bi ser nivîskaran de belav dikirin min xwestibû û xwend.
    Camêr got ev pirtûk bi Tirkî ye divê tu yeka bi kurdî bixwazî li ser pêşniyaza ferhenga şikestî min jî ray raman û bîranîna fuad Önen jê xwest, pirtûk niha l ber destê min e û ez ê bixwînim.
    Xwudê jê razî be û xêra wî mezin bike.



    2016.12.27-22:43 | endazer

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    başlê kirin [1]
    Peyveke tirkmancî ye. Ji tirkî derbasî dimilkî û kurmancî bûye...
    bafeyî [1]
    (bnr: bafê) kesên ji bafê. bafê gundekî Botanê ye, li ser Hezexê ye...
    oy xwedê êdî bese lo [1]
    Ji alî apê Mûsa Mûsa Anter ve hatiye gotin, li hember zilm û zordestiy...
    hezkirina zimanê serdestê xwe [1]
    Ev rewş li bakurê Kurdistanê guheriye. Êdî hezkirin bûye bi hev re jiy...
    di kilamên dengbêjan de teswîrên balkêş [1]
    Teswîrên van hunermendên sexsîst feminizm nebîzin * îro qencî jî pere...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » berxwedana kurdistanê

    Kategoriyên mijarê:: tirsik
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî