Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 51 peyam
galeria - tirşik
galeria
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ez ne şaş bim navê navenda pêşÎn ya bazirganiyê (bnr: mall) ya diyarbekirê ye..

lê vêga mêş jî pê ve nadin.. her marke û maxezeya ku dezgeha xwe lê vedike hêj meha wê temam nebûyî dezgeha xwe dide hev mal û berhemên xwe bi nîvbuhayekî difiroşin û bi çolê dikevin..

li ser vê mallê apartmanek sê blok ku her yek ji neh qetan pêk tê bilind dibe.. îro min bi serê çavê xwe dît ku b rastî jî 9 qetî ye ev apartman..berê yekî ji min re gotibûya li ser neh qet hene min ê sond xwaribûya û min ê gotibûya ji 6 qetan ne zêdetir e.. wekê din min li tu derî nedîtiye û nebihîstiye ku li ser navendeka ticaretê apartmanek hatibe çikilandin an di bin apartmanekî de navendeka ticaretê hebe..



16.01.2014 20:47 | endazer

2. avahiyeke danûstansin û keyfê ye li edeneyê. ez bawer im li kêleka seyhanê bû.



16.01.2014 20:51 | simurg56

3. berê sînemayên dsmyê diyarbakır sanat merkezi yanî navenda hunerê ya diyarbekirê li vir hebû, ji mêj de ye min rêya xwe pê nexistiye, belkî hê jî hebe, neyse min di salonên vê sînemayê de seyra gelek fîlman kiriye.. vêca tik û tenê yanî bi serê xwe.. neyse jê re digotin avrupa sineması yanî sinemaya ewropayê.. fîlmên baş û bikalîte lê ji vîzyonê ketîn bi buhayeke erzan cardin diteyÎsandin ser peredeya keskesor..



16.01.2014 20:52 | endazer

4. EZ ÇÛME HER DÛ GALERÎAYAN JÎ. hEM YA EDENÊ HEM JÎ YA AMEDÊ. hER DÛ LI BAJARÊN CÛDA NE LÊ QEDERA WAn YEK E.. yA LI EDENÊ JÎ WEKE YA AMEDÊ ÊDÎ TI KES TIŞTEKÎ JI WÊ NAKIRÊ Û 'ATIL MAye..



16.01.2014 21:03 | nan û av

5. Xwezî we bidîta bê wexta xwe de Bi çi halehalê vebû! Heta di tvyên tirko de bû nûçe. Yanî li gora wan em bi wê gîhashtin asta wan a modern. Ciyê gadana wextekê ga-le-ri-a.



11.04.2014 04:22 | hemdilaarda

6. navendeke danûstandinê ye. erê hîn jî danûstandin heye lê du sê dikan tenê tê de maye. tabî ew jî nehatibin girtin. sînemaya ewropayê hîna heye. li ser wê çend apartman heye lê ez nizanim çend qat in. mala hevalekî min jî li wir e. du sal berê ez çÛm mala wan. mala wan wek ew malên ku me di fîlman de dîtine, ye. her malek du qat e. yanê qatek wek malên me heye qatê din jî li jêrî wê ye bi dirêncekekê mere dadikevê.....



(bnr: sinemaya ewropayê ya galeriayê)



11.04.2014 10:34 | mergehez

7. ya ku bûye cihê dersxaneyan. lê wele xweş cih e ji dersxaneyan re..



16.11.2014 09:53 | brusk56

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» galeria

Kategoriyên mijarê:: cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî