Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
stenbol - tirşik
stenbol
(13) (2) (3)
di mijarê de bigere

1. bajarê herî mezin yê tirkiyeyê ku demeke dirêj lê jiyam.

berevajî her du metropolên din yên herî mezin yên tirkiyeyê [izmir, ankara] li stenbolê kurd li her aliyê jiyanê de bi hêsanî tên dîtin û bîhna kurdan li derê bajêr heye. jixwe tan jî, ji ber vê yekê tê gotin ku bajarê herî mezin yên kurdan stenbol e.



27.06.2013 23:52 | simurg56

2. bajarê ku xortê kurda li wir evîndarê keçkê kemalîst dibin



25.07.2013 16:18 | xewnname

3. bajare ku 16 sedsala bênavber paytextî kiriye. (b. z. 375 - p. z. 1923. Bajarê herî zêde ku kurd lê dijîn Stenbol E.



25.07.2013 16:27 | seydayê_peyvan

4. bajarê ku min navê xwe li ser bircên wê kolaye û ev tişt zêde ne "kolay" e



22.08.2013 22:26 | quto

5. bajarê ku ez ji gelek welatan jî bigerim dîsa bê wî nikarim bijîm e...

bajarê ku ji bo wî helbest, stran û çîrok hatine nivîsîn e....

bajarê ku....

bajarê ku.....

welhasil heta sibê mirov dikare ji bo wî binîvîse....



23.08.2013 17:24 | nuçevan

6. bajarê ku ez wiha bang lê dikim: "tu çiqas xweşik î gidî!.."

bajarê ku jana seyda wiha bang lê dike: "stenbol, tu bê derya yî..."



24.08.2013 23:28 | terkexem

7. çaxa ku ez çenek zarok bûm min berê xwe dabûyê, ez heyran û hijmekarê wê mabûm. min ji xwe re got: stenbolê, tu çendî mezin î.



25.08.2013 17:09 | înano lo

8. Bajarê ku meriv di zikê wesayîtê wê de li piya rêwîtiyê dike.



01.10.2013 16:26 | ceso

9. bajarekî ecêbe stenbol. gava ku mirov tê de dijî gelek caren ji ber xirecira wê ti tehmê jê nastîne,lê gava ku jê dur dikevî jî zehf bêrî dikî.stenbol bajarekî sosrete. Yên dewlemend û yên nêza dimirin bi hevdu re dijîn lê tişta min matmayî dike ev herdu kes jî jê hez dikin.



12.10.2013 11:34 | morîko

10. bajarê ku populasyona kurd herî zêde tê de dijîn...



12.10.2013 13:10 | mem alan

11. stenbol "îlk goz axrima min e qardasim", cara ewil ez li wir ketim paxila keceke tirk û cawa bêjim, sefetahimîzî yapmistix! Hey bajarê herî mezin ê kurdan ku li wir wek bûzê dihelin hey....



12.10.2013 14:13 | dîno

12. hemû mirovên cara pêşîn tên li vir wiha dibêjin "stenbol tu mezinî an ez?" lê belê demeke kurt dûv re li hemberî mezinahî ya stenbolê li ser qûna xwe dikevin.



04.12.2013 11:53 | nazim tolhildan

13. bajarê ku jê re dibêjin; faşîstanbul, kapîtalîstanbul, sosyalîstanbul...

bajarê ku gelek kurd jê re dibêjin 'kurdistanbul' vê dawiyê 'kurdistantînapol' jî tê gotin..

lê stenbol bajarek e û kurdistan jî welatek e ji ber ku navê welatekî birine di bajarekî de asê kirine ev navê 'kurdistanbul' nexweş e û ne baş e...



04.12.2013 14:58 | mîrêhekarya

14. hek li tirkiyê bajarekî hebe, ew stenbol e; yên din gişa gund, dibe ku bajarok in. lê wekî tevfik fikret gotiye, lê jineke biyê bakire ya ku ji çel mêr maye.



09.02.2014 21:52 | biruya hayao miyazaki

15. (bnr: stembol)



09.02.2014 23:44 | dastanekkevin

16. kî çi bêje, bila bêje bajareke xweş e lê nayê wê wateyê ku ji ber xweşiya vî bajarî divê kurd dev ji xewn û xeyalên bavûkalan yên bisalan berdin û xwe bispêrin argûmantên wek nizanim çend milyon kurd li vî bajarî dijîn êdî ne mimkun e ku kurd û tirk ji hev werin veqetandin filan..

neyse ji perspektîveke fransî çend dîmenên nostaljîk yên vî baajrî: http://goo.gl/idlWi4



21.02.2014 03:46 | endazer

17. bajarê mezintirîn û navdartirîn ê tirkiyeyê ye min tucar neçûye û nedîtiye ya rast min di xewna xwe de jî nedîtiye qet nizanim cihekî çawa ye lê ew ê bibe bajarê min ê nû ku dê kêmtir 5 sal têde bijîm. ji ber ku min kpss qezenç kir û ez ê li stenbolê li hêla anatolyayê di nexweşxaneyeke de dest bi teknîkeriyê tendurîstiyê bikim lê kîjan semt û tax e hê nediyar e jixwe pê nizanim kîjan baş kîjan xerab in bi tenê dizanim ku kadikoy heye bi nav û deng e di nav taxên girava anatolyayê de



16.03.2014 21:42 | ferhenga şikestî

18. bajarê ku min çar salên ciwaniya xwe ji bo xwendina lîseyê lê bihurandiye..

min hêj serê xwe ji tirkiye û ji bakur û başûrê kurdistanê dernexistiye ji ber hindê nikarim derheqê bajar û welatên din de tu hukmekî bidim û bêjim, lê bajareke bi rastÎ jî xweş e û te çi bivê tê de heye..

di emrê xwe yê kurt de bêriya du tiştan dikim

yek tava xwêjinkî û erdê rip û rût û rip û rast û xanîşokên mişt feqîrî ên cizîra zarokatiya min û çamlıca/kısıklı/altunizade/üsküdara stenbol ku lê ji şîrê zarokatiyê vebûme û bi piyên ciwanî û bîreweriyê ketime..



16.03.2014 22:43 | endazer

19. Bajarê ku hemû emrê min di tê de derbas bûye û mixabin welatê xwe zêdetir nasdikim e. Heval û hogir û malbat û evîn û nîvê jîyana min hê li wir maye.



16.03.2014 22:56 | nazim tolhildan