8048. bajarê ku ez ji gelek welatan jî bigerim dîsa bê wî nikarim bijîm e... |
|
30.05.2013 15:45 |
simurg56
|
31456. cihnem e, bila dûrî me be, êdî jê aciz im hevalino!!!! |
|
07.06.2013 08:37 |
brusk56
|
67676. Bajare Kure kereye |
|
27.10.2013 16:49 |
azadixwaz
|
71516. bajarê ku ji salekê bêtir e lê dijîm, gere meriv objektif be û heq bêje, bi rastî jî pirr xweş e, hama bêje ji bo jiyanê alternatifên herî zêde di vî bajarî de ye lê dikim nakim nikarim hej jê bikim, nakeve hêşê min gelek bêriya amedê dikim, mariv di barebara vî bajarî de ji însanan eciz dibe, êdî dema ku ji kar derdikevim têm malê telefona xwe digirim, ji ber ku kes bi min re nekeve têkiliyê, min hesabê xwe yê sosyal medyayê jî betal kiriye, naxwazim kes li min bigere hal û hewala min bipirse, kes silavê bide min, ewqas ku ji însanan eciz bûme, ez hevalê xwe yê herî nêz jî nagerim û pê re naştexilim dît ku êdî nagerim ew jî hêviyên xwe ji min qut kir û hewisî, bo rewşa min malbata min jî hîn serwext e, dengê xwe jî jibîr dikim ji ber neaxaftinê.. |
|
08.06.2013 14:50 |
simurg56
|
73220. bajarê ku qaşo pirr mezin e, niza çend km dirêj e û çendîn jî berfireh e û niza çend mîlyon insan têde dijîn û niza çend mîlyon jî turîst tên lêêê tevî hemî van teşqele-agahiyan çend roj berê di şeveke şafiî de rastî nivîskara heja û delal û xweşik ya tirşikê birêz elegezê hatim |
|
08.06.2013 14:50 |
simurg56
|
81084. 4milyon zêdetir kurd li vî bajarî dijîn. eger ev kurdên ku li stenbolê dijîn ku bi kurdi biaxivin li her derê, di salên nêzik de stenbol wê bibe bajareke kurdistanê. belê ji ber her tişt divê kurdistan bibe serbixwe. paşê emê wî bajarî ji bigrin! |
|
29.06.2013 20:08 |
simurg56
|
82100. tu serê sibehê radibî, çavên te xumarî ne, şevek beriya rojê, tu nûçeyan dixwînî, aqil ber diavêje, derûniya te serobino dibe, naxwazi ji nava lihêfan rabî û herî kar lê mecbur î ji lew feqîr î, çarneçar piyên xwe ber bi lawaboyê ve dilivînî, qurtek avê di ser û çavên xwe de wer dikî, şil dikî, piştre bi derûniyeke têkçûyî ji malê derdikevî, di hişê te de welat heye, agirê ku pêl bi pêl belav dibe heye, mirin û kuştin heye lê ji dêst tiştek nayê, diçî rawestgeha dilên şikestî, însanên bêhnpêketî, herkes dipeyive, rûyê sar yê însanên vî bajarî her dikenin, di navbera xwe de behsa sevgilyên xwe dikin, serkeftina beşiktaşê pîroz dikin, şîna têkçûna galatasarayê digirin lê tu di ber re derbas dibî, siwar dibî û ber bi metroyê re diçî, xirecira însanan di laşê te de tesîra bombeya atomê çêdike lê di ber re derbas dibî, ji bo ku bikevin metroyê û qûna xwe ya nazik û nazenîn deynin li ser koltixekê zora hevdu dibin, di ser hev ve diajon piyên xwe, hevudu dipelixînin, tu matmayî piçeke ji wan dûr vê dîmenê temaşe dikî, ya rabbel alemîn! ev çawa jiyan bû te kir nesibî me û bi derdan kalîbreya êşkişandina me bilintir kir? dibêjî, xwe bi xwe, bi tenê, kes nabihîze, siwar dibî paşiya wan gişan, hemî kes boş û betal tên ji te re. rûyê te qet nakene, ji metroyê peya dibî û diçî kar, rojbaaaaaşşş! peyva ewilîn a ku ji hevkaran dibihîzî, ew dikenin lê tu nikarî, ji edeben bişirîneke sexte li ser lêv û dêmên xwe divenişînî, tam wê kêliyê dilê te ji te dixele, têk diçî, bo roja êvarê dia dikî 'beriya ku yekî bikujim min bigihîjîne malê ya rebbel alemîn!'... |
|
08.06.2013 14:50 |
simurg56
|